1. bi salnameya kurdewarî serê biharê ye, bi soranî dibe xakelêwe ku beramberî meha adarê ye, lê melûm e destpêk û xilasiya wan ne yek e. |
|
13.10.2013 01:28 |
gordereş
|
2. ji wîkîpediyayê çend tez û teoriyên derheqê etîmolojiya vê peyva nestêleh de; Têkilî soranî خاکهلێوه (xakelêwe), belkî ji kurdî ax (bi soranî xak) + lêv (bi soranî lêw) anku vebûna lêvên / devê erdê û şînbûna gul û giyayan lê guman jê heye. Hin zimannasan berê diyar kiriye ku ew ji ახალი (axali: nû) ya gurcî ye (bide ber "newroz = roja nû") lê Chyet di ferhenga xwe dibêje ew xelet e bêyî ku zêdetir agehiyan li ser bide. Tsabolov idia dike ku ji "yığılma" (nijinîn, lodbûn, kombûn, ketin ser hev) ya tirkî ye. Ji aliyê dengnasî ve ev mimkin e lê ji aliyê maneyê ve ne gengaz e. Heke ji "yığılma" bûya, ew dê zêdetir li navê payizê bihata, ne li yê biharê. |
|
10.06.2014 10:13 |
endazer
|
3. min jî wekê gelekan cara ewil dema guhlêbûm, exleba erebî ya di wateya bi piranî hate bîra min.. |
|
10.06.2014 10:14 |
endazer
|
4. di devoka kurdên yerevanê de destpêka rojên biharê ku dar û ber şîn dibe re axlêve dibêjin.. |
|
10.06.2014 18:54 |
havka
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |