Ferhenga înteraktîf

şerek di navbera superqehremanan û kesên ku ji wan zerar dîtine...
(3 şîrove)
the boys
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-the boys

1. Gava ku yekem car navê wî rêzefîlmê dîtim, gotim qey rêzefîlmekê derheqê xortan e, jiyana xorta bahs dike. Û wiya ji min re hinek kelecan da û ez dest pê sêr kirina rêzefîlmê kirim. Lê ez dîtim ku mijar ne xorta ye. Rêzefîlm behsa şîrketekê dike ku wan bi xêra dermanekî dikarin super qehramanan çê bikin û behsa ji grupekî dike ku wan ji ber hin sedema bi super qehremanan re şer dikin.

Bi rastî ez cureya honaka zanistî(science fiction) zêde hez nakim lê wî rêzefîlm pir xweşê min çû. Tiştek din heye ku wî rêzefîlm li amazon prime de tê weşandin û li der ê netflix ê dîtina rêzefîlmên serkeftî jî pir xweşe, ji ber ku netflix tam kapîtalek e û naveroka netflix ê hin kesan acîz dike û hebuna alternatîfekê tiştek başe.



13.10.2020 18:32 | lonw karda

2. Rêzefîlmeke ku li ser amazon prime videoyê tê weşandin. Ji xêzêromanên bi heman navî hatiye adaptekirin. Heya niha du sezon hatiye weşandin. Di derheqê hinek sûperlehengên xirab û hin kesên ku li hember van derdikevin de ye. Lîstikvanên wek karl urban (bnr:Billy butcher), (vbnr:tomer kapon ) (bnr: franchie), jack quaid (bnr: hughie campbell), laz alonso (bnr: mother's milk), anthony starr (bnr: homelander) tê de cî digirin.

sûperlehengên di vir de pir dişibin lehengên dchomelander ûsuperman, warwoman û wonder woman, flash û a-train, aquaman û the deep
Hêzên wan wek hev in. Le beravajîyê lehengên dc yê yên the boysê hêzên xwe, di dema zarokatiya wan de dermanek ku ji aliyê companîyeke bi navê voughtê dayê wan distînin.



14.01.2022 12:27 ~12:31 | dewbir

3. bawer dikim her mirovê ku haya wê bi supermanê heye, pirsîye ji xwe re: gelo ez superman bûma minê çi bikira?


paqijkirina dinyayê ji mirovan, bersiva herkesî nîn e helbet.* lê lehengê homelander li ber vê ye. tenêka fikirîna ku jê dûrî vê dixe, daxwaza têkilîyê ye. hejî hatina hezkirinê dike. belkî jî ji ber vê li labaratuarê bêyî têkilîyê mezin kirine.



28.08.2022 02:14 ~02:16 | blabla

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» the message

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî