Ferhenga înteraktîf
tewanga lêkerên karîn û zanînê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-tewanga lêkerên karîn û zanînê

1. gelek caran çewt tê kirin. heya niha min ji bilî kurdên dihokê (û bi îhtîmaleka mezin kurdên anatolyaya navîn) devokek nedîtiye ku van lêkeran rast ditewîne. îja em werin ser kêşeyê; kurd gelemperî dibêjin "min dikaribû, min bikaribûya, ez karibim" û "min dizanîbû, min bizanibûya, bizanibe, ez zanibim" lê hemû çewt in. ma we ti carî dîtiye ku lêkereka ji bilî vana di- û -bû bi hev re girtiye? bo nimûne dikuştibû, biçûbe, bihatibûya, bifiribe... tewangeka wisa heye? na. bê guman ev kêşe ji ber ku bi gelemperî karîn û zanîn di piraniya devokan de bêyî qertafa di- û bi- tê tewandin derketiye holê. lê di rastnivîsê de tiştekî wisa nîn e. rastiya mînakên ku min di serî de nivîsîn divê wisa be: (bo baştir bê têgihiştin ez ê bi wergera tirkî rave bikim biborin.)
•min dikaribû divê min dikarî (yapabiliyordum) an jî min karibû (yapabilmiştim) be.
•min bikaribûya divê min bikariya (yapabilseydim) an jî min karibûya (yapabilmiş olsaydım) be.
•ez karibim divê ez bikarim be.
•bikaribe divê bikare be.
bi heman awayî ji bo zanînê jî ev derbasdar in.



31.01.2021 00:49 | keyomerd

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tewanga kî
» lêkerên bidaçek
» karîn vs şiyan

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî