Ferhenga înteraktîf
terf
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-terf

1. (bnr: trans-exclusionary radical feminists)

Femînîstên radîkal ku transan ji jinan nahesibînin û xebatên li hember transan dimeşînin. Yanî dibêjin jin tenê divê cis bin. (cis: zayenda wan ji zayinê ve hatiye danîn ango zayenda xwe paşê neguherandine)

Argumana sereke ya van femînîstan ew ku mêr dikarin xwe weke jin nîşan bidin û fêhlên nebaş bikin an jî bi saya hêza laşê xwe di pêşbaziyan de neheqîyê bikin.

Yek ji navdartirîn terfan: j. k. rowling



06.08.2021 08:47 | mergehez

2. dema Olîmpiyadên 2021 -an de gelek nîqaşên germ li ser vê mijarê derketin.

Werzîşvana Zelanda Nû Laurel Hubbard weke yekem transgenderê ku di şaxa jinan de bi pêşbirka rakirina giraniyê de beşderê olîmpiyadan bû.
Here lînkê

Lê ji aliyê gellek kesan ew hat rexne kirin. Gotin ku ew ê hîn jî hêza zilam hebe.

Lê vê wenda kir. piştî pêşandana xweya Olîmpiyadê teqawidbûna xwe ji werzîşê ragihand.



07.08.2021 07:26 | cinorek

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» terf

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî