Ferhenga înteraktîf
reklamokên beredayî
(4) (0) (7)
di mijarê de bigere
tirşik-reklamokên beredayî

1. ser xêrê be, lew ku tirşik êdî reklaman distîne û diweşîne. lê sebebê ku min vê mijarê vekir ne ev yek e. gava ku min çav bi navê reklamokên beredayî xist ji kena zik û pişt bûm. kê jî ev dîtibe xweş dîtiye. min ev nav pir eciband.



10.10.2013 21:49 | ceso

2. reklamokên ku çi qas bên tikandin wê ew çend berîka tirşikê jê tijî bibe.. û ev dahatûyên ji reklamên tirşikê bên jî wê di rêka pêşdebirina sÎstema tirşikê û reklam û danasîna tirşikê de were xerckirin.. hetta reng e ku bi van pereyan di siberojê de di çend rojnameyên kurdî yên wekê azadiya welat û rûdawê de reklama tirşikê were dayîn..



11.10.2013 01:35 | endazer

3. (bnr: reklamên tirşikê de)



11.10.2013 23:01 | simurg56

5. mixabin ji bo pêşdebirina ferhengê û projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê gelekî pêwist in.



12.11.2013 22:14 | simurg56

6. nizam çima lê reklamokên carna bi alfabeya kîrîlî tên e. xwedê xêr bike!



06.12.2013 00:02 | azadixwaz

7. ku bi tikandina reklama kîrîlî hay jê dibim ku reklama telaviv hospital e, wey lawo çi pêwîat e, hem jî li telavivê bi xwe ye.



pênas: reklamokên bi rastî reklamok in.



06.12.2013 00:05 | azadixwaz

8. reklamokên ku her cara ez dikevim tirşikê de carekî an du caran xêra xwe û ya dêûbavên xwe ditikînim û wekê miştêriyekî daimî yê marqeyên tên reklamkirin qederekî di malperên tên beralîkirin de dimînim.. lê heta niha qurîşek jê negihiştiye ber destê min..

Û herwiha reklamokên ku ez gelekî dixwazim rojekî reklama marqeyeke kurd jî tê de bibînim.



06.12.2013 00:07 | endazer

9. reklamokên ku nav heye lê bi xwe nîne-naxweye..

reklamokên ji aliyê simurg56 ve bi eger tu pê ve nayê an tu tişt jê nayê, hatine hilanîn..



(bnr: pê ve hatin)

(bnr: jê hatin)



04.03.2014 06:12 | endazer

10. reklamokên ku dîsa despê weşanê kirine.

lê qey armanc ne tikandina van reklaman e ? lê em jê re dibêjin "reklamok" * em wisa bikin elbet tu pere pê ve nayê. divê em jê re navekî wisa bibînin ku herkesê ku reklamê dibîne bitikîne.



13.05.2014 00:06 | brusk56

11. reklamokên daxwaz heye bê populer kirin. bila em diyarî bidin yê herî zêde reklamokan bitikîne*.



13.05.2014 00:16 | azadixwaz

12. demax ku tirşik li dewletê koreyê jî popûler e ku li ser dîvarê min reklamên wê bi zimanê korevî tên ditin

http://cinorek.wordpress.com/?attachment_id=2896



13.05.2014 16:06 | cinorek

13. tiştê ku divê nivîskar li 2-3 rojan carekê (zêdetir qedexe ye) silavekê bidinê û bitikînê. divê tirşik jî çend wereqeyan qezenç bike ji xwe re.



13.05.2014 18:21 | oxir

14. kengî têkevim ferhengê carê ditikînim lê divê bê nûkirin; divê lînka reklaman here paceyên derve. ji ber ku bi tikandina wê rûpela tirşik.netÊ DİHERE Û RÛPELA REKLAMÊ TÊ.



20.05.2014 11:00 | biruya hayao miyazaki

15. reklamokên ku min carekê jî nedîtine.. gelo ez tenê me an hevalokên min hene*



20.05.2014 11:55 | mergehez

16. her çiqas beredayî bin jî, gelek biaqil in. ji ber ku reklamên google adsenseê ne. ger hûn li googleê hedabê xwe vekin, êdî haya googleê ji hemû malperên ku we berê ziyaret kirine, dizane. û êdî hûn bikevin kîjan malperê, reklamên di derbarê wan malperan de derdixe pêşberî we.



23.05.2014 20:30 | simurg56

17. bnr; ecift.com/40140



23.05.2014 20:33 | azadixwaz

18. reklamên bi elmanî dihewînin û min ecêbmayî dihêlin.



30.08.2014 16:15 | azadixwaz

19. yÊ ku bi google chrome Ê dikeve internet ne pirsgirik e. uzantiye(kurdiyÊ vi çiye nizanim) google chrome adblock super hemu reklamokÊn beredayi block dike naye ditin. gelek kÊrhatiye.



kerem kin li vir berjÊrkin



https://chrome.google.com/webstore/category/extensions?hl=tr



ji bo google chrome get themall ji uzantiyek xweş e pÊşniyar dikim.



30.08.2014 18:02 | mala te ava

20. reklamên ku di rûpeleke nuh de venabe ye. heke di rûpeleke din de vebûya dê baştir bûya



02.09.2014 01:51 | berxweda

21. reklamokên lînka du-sê roj berê min lê nêriyî nişanî min dide ye. em ji bîr bikin jî înternet tu tiştî ji bîr nake hay ji xwe hebin.



03.09.2014 01:18 | azadixwaz

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» reklamokên beredayî
» beredayî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî