Ferhenga înteraktîf
destên ku ji xewn û kendalan pekiyane
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-destên ku ji xewn û kendalan pekiyane

1. navê helbesteke yehya omerî ye ji pirtûka wî ya dawîn nêrgiza li defterê bişkivî. ji aliyê erol şaybak ve hatiye xwendin û hûn dikarin ji vir jî guhdar bikin:




Destên Ku Ji Xewn û Kendalan Pekiyane


destên kesk tên xewna min destên kesk ji kendalan
diyar e tî bûne kevir, va ye diçim sewta avê dixwînim
bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim
li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim
ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê
mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim
ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî
piştî her bayê sibê li tenişta darê, sûretê yarê dixwînim
ayat û mucîzat in her derên te her derên te
baweriya agir û çiyê, kufrê û îmanê ji serî dixwînim
bêdengî li kolanê tê qewartin, xwe bi mijê dipêçe rabirdû
şalûl tên bo maçeke fêris, bi baskê wan lîsa te dixwînim
êvaran her tu bûy ya bi perên evîndar şilêr û beybûnan nivîsî
bi çavên evîndar û bi zanyariya şêt tim bîna te dixwînim

Yehya Omerî
*Çavkanî: Here lînkê



31.01.2022 00:40 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» destên tirsonek singên gewr nabînin
» xewnistan

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî