Ferhenga înteraktîf
pêşniyaz bo kesên ji hezkiriyên xwe veqetiyane
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-pêşniyaz bo kesên ji hezkiriyên xwe veqetiyane

1. xwe mijûl bikin. berî du sê mehan rabûm û min ji yekî re got ji te hez dikim. bromanceî jî heta pileyekê a tehemulê ye. got na. sê rojan li nav malê, li kûçe û kolanên genî yên stenbolê geriyam. nebû. min jî dest bi doktorayê kir. :/ a bi xêrê :D

du romanên min hebûn. min a pêşîn şand weşanxaneyekê mezin. a duda jî şand pêşbaziyekê. ku pereyekê xweş didin.

û yek hebû ji min hez dikir û du caran ji min re got û min jê re gotibû na. niha pê re dipeyivim.
(bnr: zewaca evîndarî û ya mentiqî)

heke mêrik negotiba na, min tu carî ev tişt nedikir.

û min bela xwe da popeyesê. xweş çêdikin. lê ev ne pêşniyaz e.*



19.10.2022 21:04 ~21:47 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: meşîn)

terapiya min a herî bi bandor meşîn e. dema depresîf bim dimeşim. bê armanc bi saetan bêyî li derdora xwe binêrim dimeşim.

vê gavê li warşovayê me. bajarekî bifikirin ku her derê wî daristan û hêşinayî ye. hema her roj xwe diavêjim di nav parkên mezin ê bêserûbin de û xwe winda dikim.

û herwiha (bnr: xwe mijûl kirin)

piştî veqetînê min hewl da him teza xwe ya masterê biqedînim him jî zimanê lehiyan hîn bibim. ev jî metodeke kêrhatî ye.



19.10.2022 21:22 ~21:23 | xelîl

3. Xwe li Xwedayê xwe bipêçe.



20.10.2022 02:24 | adarroni

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyaz bo kesên ji hezkiriyên xwe veqetiyane
» kesên ji muzîka baş fêm dikin
» xweda hafiz

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili jiyan tekili jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî