Ferhenga înteraktîf
kurdên konyayê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kurdên konyayê

1. niha hejmara wan çiqas e nizanim lê piştî ku hatim swêdê min gelek ji wan nas kir. piraniya wan li cîhanbeylî û kuluyê ne eger ne li swêdê bin. nebêjin kurê xelkê tişta mezin dike. li vir diçim kîjan restorana kurdî ya xwediyê wî kurdê konya ye yan jî herî kêm yek xebatkar kurdê konyayê ye.

ên ku min nas kir digel ku meyla wan li ser siyasetê zêde tune be jî bi piranî kurmancîaxêv in lê mixabin li ba wan jî ciwan zêde bi kurdî xeber nadin. ên ku min li swêd nas kirin bi piranî xweşxeber û rûken bûn. ew ên li konyayê çawa ne nizanim.

gelek însan ji kuluya konyayê hatine vir û hindek ji wan vegeriyane kuluyê ku îro li kuluyê parka olof palme jî heye * Here lînkê

kurmanciya wan dişibe kurmanciya pirsûsê û ji xwe qasî ku ez zanim piraniya wan ji derûdora pirsûs û meletiyê koçî wan deran kirine. mesela şûna ku rûnê bibêjin, danişe dibêjin ku ev li başur jî tê bikaranîn.



02.10.2023 23:17 ~23:23 | kurê xelkê

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku zarokên ermenan xwedî kirine

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî