Ferhenga înteraktîf
kurik
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-kurik

1. navê helbesteka arjen arî ye.. helbest û bi vêgotina êşê destpê dike û bi teswîrkirina hêviyên xweşiyê dawî dibe.. di vegotina realîteya pirsgirêka kurdistanê de îma û îroniyên balkêş dihundirîne..



ka goka te kurik?

xilçê xwe te li ku danî?

hevalên te li ku ne, koza karên te kanî?

dê û bavê te, mamên te?..

kurik, ka bêje çi bû?!

ji Bosna-Licê yî tu,

ji şirnex-Somalî?



xarê te kê rijandin

kurik, hêsrên te ne li erdê?

kê tu berda kolanan, kê tu xist êşa şer de?

tiştên weha Rom dikin,

kurik, dev ji virrên xwe berde!

Sirp hatibin heya vir,

kurik, Xirwatan girtibe ser we?..



navê te Azad e, tu bi xwe bindest î, kurik.

yê birayê te Welat e, tu bê welat î, kurik.

wer, xaniyekî em çêkin ji berên êşên xwe, kurik.

deriyekî tê de vekin, ji hêviyên xwe, kurik.

pacê re ka binêre, tê bi ku de biçî?

ragir barê jîanê, vir Kurdistan e, kurik!



26.10.2013 23:44 | endazer

2. (bnr: sixme)



03.03.2014 02:49 | endazer

3. gore, di ferhenga îzolî de bo goreyê, kurik, di devoka kurmanciya herî bakur de ji bo goreyên dirêj tê gotin, ji bo goreyên normal re jî kurik dibêjin, hatiye gotin.. di devoka me de peyva goreyê tune, tenê kurik dibêjin..



09.12.2014 22:54 | havka

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kuriko

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî