Ferhenga înteraktîf
heger supermanekî kurd hebûya
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-heger supermanekî kurd hebûya

1. daxwaza ku ji piçûkanî de di dilê min de ye. mixabin piştî ez mezin bûm min zanî ku ne superman û ne jî batman tune ne lê heger hebûya û kurd bûya hûn dizanin dê çawa bikira.

dê biçûya pirtûkên karl marx bixwendana

dê tîmên tirk û ereb û farisna bigirta wek ku tîmê kurdistanê ne.

dê bigota çima li geziyê daran jê dikin

dê bigota çima pydê piştgiriya dijberiya sûriyeyê nake

dê şerê amerîka û îsraîlê bikira

dê bi tirkî biaxiviya

dê helbestên tirkî, erebî û farisî bixwendana

dê romanên tirkî, erebî û farisî bixwendana

dê bigota kurdistan ne giring e ya giring mirovatî ye

dê ji hemû miletan hez bikira ji bilî kurdan û dê bigot kurd xayin in

dê filistîna ku ne bindest e ji îsraîliyên xwediyê xakê rizgar bikira

dê bigota em û tirk bira ne

dê bigota em û ereb bira ne

dê bigota em û faris bira ne

û dawiya ma dawî jî me, kurdan, dê sed nalet li xwe bihaniya ku heta bi supermanê me ji me hez nake.

(bnr: kurdên hebûna xwe bi hebûn û nebûna kesên dî ve girê didin)

supermanekî me hebûya jî dê wek me bûya û bi kêrî ti tiştî nehata ji ber em bi xwe bi kêrî ti tiştî nahên.

heger ev tiştên superman li jorê digotin em ji mejî û dilê xwe derxînin, ji xwe em dê azad bibin

(bnr: çareya rizgarkirina kurdistanê di nerîna tirşikvanan de.)



27.12.2013 07:10 | dijber


3. min bi xwe, di facebook'ê de karê xwe wek "Di Şaredariya nisêbînê de superman" nivîsiye *



27.12.2013 21:02 | daskan

4. pirsa ku xebateka hunermend Û nivîskarê kurd, şener özmenî aniye bîra min..

http://www.pilotgaleri.com/artists/detail/24



27.12.2013 21:20 | endazer

5. kê gotiye tune ye? çi seyr! fîlma 'tu li ku yî supermen' temaşe bikin ka heye tune ye*



27.12.2013 21:44 | ferhenga şikestî

6. dîsa pirsa ku karîkatûrek aniye bîra min..

ez ne şaş bim ji aliyê karîkatûrîstê kurd yê bi navê rewhat rewhat ve hatibû çêkirin û di hejmara 17ê ya kovara esmerê de derketibû..

ew karîkatûr: http://www.yuksekovahaber.com/haber/superman-da-soruna-el-atti-1850.htm



27.12.2013 21:50 | endazer

7. Supermanên kurd hene û ji wan re dibêjin kevirmen*



27.12.2013 22:20 | ceso

8. mijara ku negotîye "superman an superwoman" tenê gotîye superman... pîrooooz! were vir, ewan li vir zayenperestî dikin!



07.11.2021 01:58 | heval.js

9. û ji batmanê derketiba...



07.11.2021 02:14 | ozmoz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» heger supermanekî kurd hebûya
» kurdî tv

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî