Ferhenga înteraktîf
navûniçik
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-navûniçik

1. di ferhengên kurdî de di berdêla leqebê de tê bikaranîn, li cem me bi xwe ev peyv ne di meriyetê de ye, li kû derê û çawa tê bikaranîn nizanim, peyva niçikê bi serê xwe tê wateya koşe û qorzî û quncikê, û dîsa ji aliyê fonolojiya xwe ve biçekî bi ser nicknamea îngîlîzîyê ve diçe..



01.01.2014 18:04 | endazer

2. peyveke ku dewsa "soy-sop" a bi tirkî tê bikaranîn e. yanê dema ku xêncî navê kesekî, ger tu bixwazî darbarê wî û malbata wî de zêdetir tiştan hîn bibî ev peyv tê bikaranîn.

mînak: -bavo tu kî yî, navûniçik ê te çîye?

-xalo navê min ehmed e. ez ji gundê alûtê, kurê hesenê dewro me.



12.01.2015 14:03 | nazim tolhildan

3. Peyva li kurdî dewsa leqeb tê bikaranîn. wek peyama yekem da jî dinivîse ferhengê da wisa xuya dike. Ez jî şaş mam ku hinek herêma da nayê bikaranîn, li serhedê bi vî wateyî gelek tê bikaranîn, dema gotinê da hinekî diguhire û wek "namuçik", "navuçik" tê gotin.



28.04.2022 14:52 | pêşewa

4. nûçik jî tê gotin.



29.04.2022 00:13 | bûtîmar

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» navûniçik

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî