Ferhenga înteraktîf
çav
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-çav

1. organeke ku di ser rûyê mirov de ye, ye. bi saya wê em dikarin bibînin.



mînak: qey çavê te nabîne kuro vay ew tiştê tu lê digerî li nik te ye.



(bnr: kor) an jî (bnr: kwîr)



26.02.2014 00:25 | mergehez

2. çav çawa meriv dikujin dibêjin

lê min dît

çav dikujin

bawer bike

ew çav dibin nêrîn

ew nêrîn dibin qiyametek

wekî birînekê

bi salan dilê te diêşînin

tu çi bikî jî dernakevin

bawer bike

min dît

çav dikujin

ez jî hatim kuştin…



occo mahabad



20.04.2014 19:54 | xwelî li ser

3. (bnr: bella)



02.05.2014 17:23 | cinorek

4. kurmancî çav

soranî çaw

Kirmanckî çim

farisî çeşm



02.05.2014 17:33 | jîndar

6. Çav xwedî çar qatên ronî ne, ev qat ji pêş ber bi paş ve tên rêzkirin:

1)Perdeya Çav (Cornea): Ew beşa tenik ji spîka çav e û damarên xwînê di nav xwe de dihewîne.
2)Nemiya aviya çavî (Aqueous Humor): Di kuçika pêşî ya çav de bi cih bûye û bi erkê tîmarkirina perdeya çav radibe.
3)Nîskeya Kirîstalî (Crystalline Lens): Ew nîskeyaa ku bi her du rûyên xwe qop e, li pişt bîbika çav dikeve û di cihê xwe de bi rêya pêgirkên lidarxistî bi gewdeya mijûlankî vê, xwecih dibe.
4)Ava Bînayî (Vitreous Humors): Di kuçika paş a çav de tê dîtin û dibe sedema xwecihbûn û dagirtina goga çav.

Çavkanî: ji pirtûka zindînasî ya refa 12 a li Rojavayê



04.02.2021 20:18 | yûsiv

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» çavê li deriya xwelî li seriya

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî