Ferhenga înteraktîf
bandora dopplerê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-bandora dopplerê

1. qanûneke ku kêfa min gelekî jê re tê, ye.

mînaka navdar ev e: em bêjin zilamek ji mala xwe derdikeve û diçe riyeke dûr. ji keça xwe re dibêje ku wê her roj jê re nameyek binivîse. roja ewil nameyek dinivîse û piştî rojekê name digihe destê keça wî. zilam ser riya xwe meşa xwe didomîne û roja dîtir dîsa nameyek dişîne. lêbelê vê carê name piştî du rojan dikeve destê keça wî. mêrik hingî ji mala xwe dûr bikeve, her çiqas her roj name binivîse jî, navbera nameyên ku digihin destê keça wî her ku diçe dirêjtir dibe. keçik difikire ku bavê wê hêdî hêdî wê ji bîr dike. lê rastî ne wisa ye. bav ji keça xwe pir hez dike. lê mixabin ji ber bandora dopplerê şaş tê fêhmkirin.

yanî li gorî mantiqa dopplerê, sîstemek ku heman tiştî (deng, sînyal, name) bi awayeke rîtmîk diafirîne û dişîne, ger ji kes/amûra ku vê sînyalê distîne dûr bikeve: navbera sînyalan her ku diçe dirçj dibe. an jî ger sîstem nêzikî stîner bibe, wê demê navbera sînyalan kurt dibe.

mînakên ku dizanim:

- cîhaza doppler ultrasonografî li gorî vê mantiqê, herka xwînê ya di laşê mirov de, tespît dike.

- sedema dengên erebeyên formula1ê jî ev e. te dît, dema erebe bi lezeke mezin nêzik dibe an jî dûr dibe, dengê erebeyê diguhere zirav dibe(frekansa wê diguhere): fiuuuuwwww

- bi qasê zanin şevşevok bi saya vê zagonê, herçiqas çavên wan tune bin jî bi bikaranîna dengên xwe dikarin cihê nêçîra xwe, heta leza wê û aliyê wê- tespît bike. (eyn mîna doppler ultrasononografiyê)



05.01.2014 15:09 | simurg56

2. Dssssjjjj



14.08.2018 19:27 | feqiro

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bandora dopplerê

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî