Ferhenga înteraktîf
şûşeya dil
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-şûşeya dil

1. biwêjeke mecazÎ ye.. ji vegotina narÎnî û hesasiyeta qelbê mirovan tê bikaranîn, helbet ji bo qelbên rast û durist ne ji bo qelbên qelp.. di strana bi navê ez xeyîdî me yê de jî tê behskirin.. wek; ''şûşa dilê'm şikestiye ez xeyîdî me'' herwiha gotineka pêşiyan jÎ heye ku dîsa tê de behsa şûşeya dilan tê kirin.. wek: ''şûşeya dil ku şikest nacebire''..



28.01.2014 01:32 | endazer

2. gotina ku strana mihemed arif cizîrî, eman koçerê de jî wisa derbas dibe;



"Min Dît li afirê gamêşa

Te Dî li afirê gamêşa

Tilya min girt û kêşa

Gava çavê min lê ket

Şûşa dilê min êşa

Eman eman, eman eman, eman eman koçerê"









biwêjeke orjînal e û bersiva pirsa "çima dilê şikestî nacebire" ye.



29.01.2014 21:30 | simurg56

3. tişta ku dema dişikê, êdî bi hêsanî nahê selihkirin.



30.01.2014 10:21 | karmatî

4. Karakterek di "hinara dawiya dinyayê" ya bextiyar elî de heye ku bi navê "mihemedê dilşûşe" hatiye bi nav kirin. Û di helbesta seyyidhan kömürcü ya bi navê "kara" de beriya ku dest bi helbestê bike nivîsiye "şûşa dilê min şikest" û wateya vê hevokê eşkere kiriye "berteka ku dêya min li hember mirinê dide ye". Bi rastî xwiya ye bi awayek qewî di nav jiyan û wêjeya me de "şûşeya dil" cihek ji xwe re çêkiriye. Dema meriv ser hûr dibe, ne ku dixwazim bi paye û gotinên betal zimanê kurdî derxim esmana, wellehî ev biwêja ango hevoka metaforek pir kûr û watedar û girîng e!



12.09.2021 19:17 | rizgarm


6. tenik e, zû dişikê mixabin. divê meriv hay jê hebe û nede kesên beredayî. dema dişikê, gelek zehmet dibe jinûve berhevkirina wê. û êşeke bêhempa têxe dil de ku meriv hemû daxwaz û xîreta heyî ya bo jiyînê winda dike û ti tahm namîne.



13.09.2021 01:18 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» şûşeya dil
» dildar geverî

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî