Ferhenga înteraktîf
kurdiya nivîskî ya herî kevn
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-kurdiya nivîskî ya herî kevn

1. li gorî nivîskara kovara kürt tarihi, ergin öpengin, destnivîsê ku îro li yêrîvanê ye û di koleksiyona matanadaran bi qayda “no 7117, folio 144b” hatiye veşartin.



ev nivîs li gorî akaki shanidze li dora salên 1430 û 1446 ve ji nusxeyekê kevn hatiye kopÎ kirin. di destnivîsê de bi tîpên ermenî bi 7 zimanê duayekî xiristiyanî heye: yewnanî, suryanî, gurcî, farisî, erebî, tirkî û zimanê medî. shanidze û david n.mackenzie gotine ku nivîskarê ev dua nivîsandiye, ji medî xwestiye ku zimanê kurdî bibêje. dua pir kin e û wekî yê jêr e:



pakij xudê, pakij zahm,

pakij vêmarg,

koy hatî xaçê ij kir me,

rehmetê me.

tirkiya wê jî: “arı tangrı, arı güçlü, arı ecelsiz, yisa ki xaça çıqtıng, rahmet qılgıl bize”



JI BO PIRSA "nivîskarÊ DESTNIVÎS, ÇIMA JI BO KURDÎ PEYVÊ MEDÎ BIKARANÎYE?" NIVÎSA LÊKOLÎNER BIXWÎNIN EWÊ ÇÊTIR BE.(HEJMARA SIBAT Û ADARÊ)



27.02.2014 00:51 | biruya hayao miyazaki

2. li gorî nûçeya zaman pirtûkekî bi navê bâbul adâb minel-mustadraf fî kulli fennî mustazraf kurdî û erebî ye û li ser wê du tarîx heye: 790(1388) û 852( 1448/1449).



http://www.zaman.com.tr/kultur_kurtce-yazma-ve-basili-eserlerin-envanteri-cikariliyor_2047534.html



10.03.2014 23:58 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya mobbîngê
» herî ser rehetiyê
» kevnik

Kategoriyên mijarê:: dirok ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî