Ferhenga înteraktîf
aşêf
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-aşêf

1. paqijkirina rez ji giyayan, anku hilkirina giyayên di nav rez de.



03.03.2014 01:57 | endazer

2. 1. Giyayên ku di nav ziyanan de şîn hatiye.



2.jêkirina , paqijkirina, hilkirina Giyayên di nav dexlê , zîyan, rez, werz, avîk, bexçe, teyaran de.



- em çûne aşefa nîska.

-nav werzê me hemû bûbû giya. Ji sibehê heta êvarî ta bi ta ewqa giya me aşêf kir.



11.04.2016 12:32 | gumgumok

3. giyayê ade, adekirin. pakijkirina giya û pincarên ziyanê didin riwekên çandî.



09.03.2017 23:48 ~23:49 | şêxê bêserî

4. Peyva ku zaroktiya min anî bîra min.

Nava rojê diya min aşêfên di nav baxçe û parêzê de dicewand. û beriya ku garan ji deştê bihata bang li me dikir ku em aşêfan bilavê afirê çêlekan bikin ku bişev nemînin birçî û aşêf jî awayek kêrhatî werin emilandin.

Ya zehmet di nav van aşêfan de gelek qelem û geznik hebûn. Heta ku me aşêfan dianî agir dikete laşê me.:(



07.04.2019 10:46 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» aşêf

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî