Ferhenga înteraktîf
gregor samsa
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-gregor samsa

1. lehengeke ku nivîskarê xwe zêdetir navdar e. lehengê romaneke* franz kafka ye. franz kafka bi rewşa gregor samsayê ve rewşa mirovahîya modern diyar dike. rojekê, dema ku gregor samsa hişyar dibe, dibîne ku bûye bihok. lê dîsa jî dilê wî ji rewşa wî re naşewite û hewl dide ku ji kare xwe re dereng nemîne. rewşa wî rewşeke metaforîk e. rewşeke trajîk û rewşa me hemû mirovên modern e.



02.04.2014 17:52 | nazim tolhildan

2. wextekê gava şiyar dibûm min pêşiyê destê xwe li ser pişta xwe digerand,min digo belkê baskên min derketibin * meseleta gregor samsayê çiqa ciyawaz be jî min çav dida wî..gregor samsa Lehenga "veguherîn"ê ye..kitêb ji elmanî bo kurmancî hatiye wergerandin,him pirr xweş jî çêbûye..



02.04.2014 20:07 | gulgenim

3. lehengê romaneke kafka ye ku berî salan dema ku min xwendibû min bi baldarî û kûrahiya pirtûkên agatha christie xwendibû û loma tu wateyên kûr jê dernexistibû. xuya ye min pirtûkê hinekî zû xwendiye *



02.04.2014 20:18 | simurg56

4. "rojekê, dema ku gregor samsa hişyar dibe, dibîne ku bûye bihok..."

bihok navekî kêzikek e?

divê ev bibe kêz an kêzik..

Bîhok, bihok an jî bih (lat.:Cydonia oblonga) navê riwekekê ye ku dara wê dikare 3-6 metroyan bilind bibe.[1] Dareke kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û pembeyî ne. Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêkiya wê weke sêvan û hirmiyan e, lê ji wan mezintir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.



02.04.2014 22:18 | havka

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gregor samsa
» samsara

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî