Ferhenga înteraktîf
hakkarim.net
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hakkarim.net

1. malperek beredayî lê popûler e.

bi qasê zanim ji aliyê zilameke tirk ku weke mamoste hatiye colemêrgê, hatiye avakirin.

bi saya lîstokên online nav tirkan û bi taybetî kurdan de navdar bû.

mala gelek kurdan xerab kiriye, ji ber ku ê ku hînî lîstokên wê bibe hemû wextê xwe yê vala û tije, li vir derbas dike.

(bnr: qehwexaneya online)



09.07.2013 14:54 | simurg56

2. malperaka lîstika online ya okeyê filan e. weke her malperan karê xwe dike û yên vê yekê weke mirovan kar neynin bikarhêner bi xwe ne.

(bnr: te bivê were te nevê newe)



09.07.2013 16:45 | azadixwaz

3. Zemanekê de dïplomayeke zimanê dida piştî lîstika peyvê.



09.07.2013 17:55 | fizikzan

4. malpera herî navdar ê kurdistanê ye bawer im . mixabin .

li ser camekanên gelek gelek înternet kafeyên li kurdistanê, nivîsek wisa heye " endamiya gold a hakkarim.netê li cem me heye " *



20.07.2013 02:37 | brusk56

5. qehwexaneya ferazî ya li ser înternetê.. min bi xwe di jiyana xwe de gelek ehmeqên mirî û ketiyê vê malperê nas kirin e.. ji ber vê malperê xwudê zane çend pîrekan ji mêrên xwe û çend şixulkeran jî ji petronên xwe tehn û azar xwarine.. tişta ku di vê malperê de bala min kişandî hemû kesên ku bi nîcnamea jinan têdikevê wekê ku ji malbat û binemala qraliyeta îngîlîzî be xwe qurre dike.. û mêrên di malperê de jî tê bêjî qey cara pêşÎn e bi jinekî re pêwendiyê datînin welê birçî welê fehş û welê xwelîser ku paşê nivîsên xwe yên di kanala chatê de nivîsîn bixwînin ez wekê navê xwe zanim ku wê dilê wan ji wan bixele.. axirê xuşkno û birano! bi qasê ku min ji gelek tiryakên vê malperê dîtî hakkarim.net xwelîserî ye, ehmeqî ye û poşmanî ye.. neçin û nelîzin û wextê xwe pê edem nekin..



20.07.2013 04:01 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» hakkarim.net

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî