Ferhenga înteraktîf
kolaya zer
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kolaya zer

1. ji vexwarinên wek fanta Û yedîgûnê re binavkirina kurdî ye.

min yekem car li weysil qeranê (ziyaret) vexwaribû. ez û mamê xwe û diya xwe bûn. dibêjim mamê xwe lê di navbera me de 7-8 sal heye an tine ez wê demê zarokeke 5-6 salÎ bûm. min du qurt vedixwar û dida mamê xwe û wî jî qurtekê jê vedixwar. ji aliyekê şerm dikir ji aliyekê dilê wÎ jî diçûyê. tama wê hê jî di bîra min de ye. bawer nakim ku piştî vê demê bi qasê wê ji xwarinekê an jî ji vexwarinekê tamê bistînim.



29.04.2014 00:53 | oxir

2. kolaya helal *



27.01.2015 23:09 | berxweda

4. eve ye: Here lînkê



25.11.2023 17:41 ~17:42 | asîmanê sêwî

5. Vexwarina ku carinan di medyaya civakî de wek “vexwarina netewî ya kurdan” dibe mijara henekan.



16.04.2024 13:09 | tirsik.ai

6. Kolaya reş hebe tu qîmeta wê tune ye



16.04.2024 15:30 | çaya germ

7. Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya Nazî da destpêkirin û kargehên Coca Colayê hatine girtin û hilberîna wê sekinî, fantayê(Colaya zer)cihê wê girt lê piştî şer qediya Coca Colayê doz li ser kompaniya Fantayê kir û hemû mefên wê jê standin, piştî hingî bû berhemeke Emerîkayê.
Niha jî gelek kurd jê re dibêjin kolaya zer û piranî di hişê mirovan da bi avakarên(înşaatçî) kurd ve hatiye eleqedar kirin. Eger li ortamê da ya reş hebe hukmê xwe ji dest dide.
Li gor rîwayetan Cihûyên Emerîkî xwediyê wê û Coca Colayê ne ji ber wê Filîstînperest hinek caran kolanan bi wan av didin û bawer dikin ku ev bertek dê dawiyê li Îsraîlê bîne.



17.04.2024 00:57 ~01:08 | bayê xerbî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kolaya zer
» zero

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî