1. tevgereke îslamî yê biçûk e û di dîrokê de teze ye. ji wan re tê gotin quranîst, yanî tenê quranê wek çavkanîya îslamê qebûl dikin û hedîsan qebûl nakin. ev tevger xwe weke reformîst dibînin û dixwazin civaka îslamê ya diniyayê (bnr: ummet) reform bikin. |
|
13.01.2016 11:29 |
hola êzîda
|
2. (bnr: îslama rast ev e) |
|
13.01.2016 20:55 |
simurg56
|
3. xweneke xweşe ji bo reformîstan, lê dûrî rastiyê ye. wan fêm nekir ku eger hedîs rabin çi tê guhertin û kîjan nakokiyên nû derdikevin. mînakek, eger hedîs rabin, hemû konteksta dîrokî ya quranê tê rakirin. wê gavê kesek nikare bêje "te vê ayeta quranê fam nake ji ber ku tu dîroka li pişt wê nizane". |
|
14.01.2016 11:41 |
hola êzîda
|
4. di yek ayeta quranê de jî naye gotin ku hedîs qedexene. behsa "vê kitabê" dike ku gotina xwedê ye, hedîs quranê betal nakin û şûna wê nagre. hedîs tên bikaranîn ji bo zelalkirina quranê. eger ji ber nakokî an ne pêbawerî hedîs bê redkirin, ev tiştekî din e, lê nikare bê gotin ku quran hedîsan qedexe dike. ev xwexapandineke mezine. |
|
14.01.2016 16:30 |
hola êzîda
|
5. û ji bîr nekin ku şafîîtiya kurdan jî betal dibe eger hedîs betal bibin. û hinekî ser bifikirin ku ev yek ji bo we tê çi wateyê. |
|
14.01.2016 16:33 |
hola êzîda
|
6. îslama safîtir e û ya heqîqî ye. |
|
14.01.2016 17:26 |
gêjê
|
7. tekane îhtîmala hebûna îslamê ye. |
|
14.01.2016 20:43 ~20:45 |
simurg56
|
8. mijareke şolî ye, îslama bê hedîs dibe yan na baş nizanim lê hew zanim ku îslama bi hedîs gelek qirêj e.. |
|
14.01.2016 21:54 |
ferhenga şikestî
|
9. îslama bêhedîs cigara bê dû ye |
|
14.01.2016 22:04 |
bêîman
|
10. ha a bi hedîs ha a bê hedîs rakin serê herdûya lihevdû (bi)xin.. |
|
15.01.2016 00:43 |
shorbevan
|
12. Xeyala misilmanên (?) laîk e. |
|
23.06.2017 11:17 ~21:10 |
cûndûllah el-kurdî
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [2] |