1. Navê îşkenceya ku jin heta çil pencî salên xwe her heyv dikişênin. Jinên ku dikevine cilan de nikarin nimêj bikin loma ev nav lê kirine. Ji xeynî sancî û êşên ku dikişênin behntengî, acizbûn jî di nav bertêkên wê de ne. Li kurdistanê jin fêdî dikin qala bênimêjiyên xwe bikin. Ji ber vê gelek jin di remezanê de ku di van rojan de bin jî radibine paşîvê. Mixabin dayikên me hê nizanin keçên xwe hînî van tiştan bikin yan jî fêdî dikin weke tabuyê ye. Loma jina ku nû dikeve bênimêjiyan de ditirse , xwe sucdar hîs dike nizane bê wê çi bike. |
|
18.01.2017 18:08 |
gêjê
|
3. di nav kurdan de tabû ye, ewqas ku kes navê wê jî tam nizane. gelek kes dibêje nexweşî. |
|
18.01.2017 20:43 |
simurg56
|
4. Xezeba li ser jinan e. menstruasyon an regl jî tê gotin. Laşê jinan her meh ji bo dolkirinê hêkek amade dike. Ku ew hek neyê dolkirin eşk dibe , zûha dibe û bi riya xwînê xwe davêji derve. Hingî Navên cûr bi cûr hatiye Li ser kirin , hingî tê veşartin mirov bê hemdê xwe dibêje " gelo ez her meh dikevim gunehê , ev çi bobelat e ? " . |
|
18.01.2017 21:17 |
biaqila malê
|
5. (bnr: ketina kincan) |
|
19.01.2017 20:46 |
biruya hayao miyazaki
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |