(17) (0) (1) |
|
1. bîranînên ku dema tê bîra mirov pê diqehire ye. |
|
08.07.2013 14:39 |
simurg56
|
2. bîranînên ku hevalên me yên dewlemend wê tu carî nezanin ku tiştek çawa ye . |
|
08.07.2013 15:13 |
brusk56
|
3. ê bi rastî ez weke çomeza me niha! |
|
08.09.2013 00:49 |
sevê
|
4. Berî azmûna oys ya 96an, li dbekir, rêzan, erdal, hemdila...pereyên bêrîka xwe çûn bîrayek kirîn. Bîra nêvî hishtin û di fîskaya de avêtin. Bi perê mayî çûn sînema pornoyê a "site" yê, heta çend qurush lê kêm ketin lê ne xema bilêtfrosh bû. Pishtî filîman birçî bûn û çûn mala xalê xwe û ketin bêrîka pantorên wî yên dardekirî. Tenê heqê nîv nanê tisî têde dîtin û wek ji ber xelê hatibin ew nanê kirîn pûrisandin. Ji kebaban ne xweshtir bû ma bi zorê ye. |
|
11.09.2013 13:28 |
hemdilaarda
|
5. Meseleyeke min jî heye lê ne ji ber xizaniyê ji ber kerîtiyê! Vê havîna ku çû dîsa weke gêjan xwebixwe dixavim û ber bi deriyê derve ve dikişim. Ew bû min dît ku derî li ser min hate girtin û ez li derve mam. Belê gotinên weke mifte! Pere! Cuzdan! Hewarê! Li devê min wer bûn lê çi çare. Virde diçim wirde diçim eyb e eyb! Hevalekî min ê xwedî mifte nîne ku telefona ku xwe veke. Di wê navberê de jî hevaleka min jî telefon kir da ku ez herim bal. pere tune cuzdan tune! Na tu gotin di serê wê de naçin. Stûxwar û neçar mam ku herim lê çawa. Min çû xwe avêt bextê guvenlîk gorevlîsiyê metrobusê ku perê min tuneye bila bihêle ez derbas bibim. Mêrik pêşî li berçavka min a sosret peyre li cil û bergên min ê entel dantel mêze kir û bi matmayî hişt ku ez derbas bibim. |
|
11.11.2013 09:51 |
ceso
|
6. ji ber ku ez hê jî ji vê rewşê rizgar nebûme nikarim binivîsim lê ez ê heta meheke dî dest bi kar bikim gava ku pere êdî bikeve bêrika min ez ê bêyî behicîn bikaribim binivîsim.. ji niha ve bibêjim ku gelek hene:-) |
|
16.03.2014 21:31 |
ferhenga şikestî
|
7. bîranînên ku ji ber ku tirşikvan hemû ji hev dewlemendtir in, gelek hindik in. * |
|
12.06.2014 00:42 |
brusk56
|
8. hemd û sena ji xwedê re ew rojên min ên feqîrî û xizaniyê êdî ji holê rabû.. |
|
12.06.2014 01:37 |
ferhenga şikestî
|
9. li gor belge û delîlên îstîxbarata tirşikê di nav nivîskarên me de hevalên ku nikarin heqê netê razênin û ji ber vê yekê jî nikarin binivîsin hene. em dikarin ji wan nivîskaran re alîkariyê bikin lê naxwaze navê xwe eşkere bike. * |
|
12.06.2014 01:49 |
renas
|
10. hima bêjin 17 sal berê wextê ku ez û malbata xwe ku ez hê heşt salî bûm wekî karkerê demsalî diçûn manîsya bênamûs ji bo berhevkirina pembû, rojekî ji rojan ez yanî ceso û birayê xwe em li sûkê digeriyan. piştî gereke dirêj em birçî bûbûn lê me li bêrîkên xwe mêzekir encax perê nanekî somin tê de hebû me jî ew pere bi nanekî somin da û me nîvî hev kir. li nava sûkê nanê ziwa me da ber gezan xwedê zane wê gavê ji min re ji wî lukstir xwarin tunebû lê ez tênedigihîştim bê çima herkes wisa ecêb ecêb li me mêze dikir. gava ku ev bûyer tê hişê min him kena min tê ax ax! |
|
06.11.2014 01:45 |
ceso
|
11. Dema ez li dibistana seretayiyê bûm, gellek hevalên min ji kantîna dibistanê hema bêje di her bêhnvedanê (teneffus) tişt dikiriyan. Ji ber rewşa me ne ewqasî baş bû kêm caran ez diçûm kantînê. Dema min di destê hevalê xwe tost, kola, çîkolat û biskewît didîtin dilê min diçûya wan. Min fihêt jî dikira bibêjim wan ka bidin min jî.... |
|
25.04.2016 23:03 |
nan û av
|
12. Ez jî dema dibistana seratayî de wek gelek hevalê xwe bo "besleme" ya xwe min jajî dibir. Dema ku min kadesûrk dibir hingê cejna min bu. Lê ji ber pola me sedî nod kurd bûn me qet şerm nedikir ji ber ku hemî kurd wek me feqîr bûn... Ax dînya... |
|
25.04.2016 23:42 |
azad30
|
13. . |
|
25.04.2016 23:42 ~23:47 |
azad30
|
14. (bnr: xizaniya piştî xelasbûna paketa înternetê) |
|
25.04.2016 23:48 |
gulêê
|
15. Ew rewş e ku ez û gelek ji gelê me terbîye kirîye. Erê wela, terbîyeya bifeqîriyê zehf dijwar e. Ji bo dê û bavan tişta ji feqîriye pîstir û xirabtir nîne. |
|
26.04.2016 00:25 |
gumgumok
|
16. (bnr: şera kombî vekirin/venekirin a ku di hişê mirov de diqewime) |
|
23.07.2019 23:04 |
xelîl
|
17. Dema ez diçûm pola 5 a ,mamosteya me gerek sazkiribû da em biçin amedê bigerin. Lê mamoste ji bo serê her xwendekarî 20 bexnot dixwest , wê demê 20 bexnot dirafekî hêja bû û rewşa me jî ne ewqas baş bû, mamoste ji min ra digot tiyê werî min jî digot na , dema sedema wê dipirsî min fedî dikir ku ez bêjim pere tûne hama min jî got bavê min destur nade, mindî mamoste jimara bihîstoka bavê min xwest û got ezê wî îkna bikim. De ji tirsa ew mabû ez bi xwe de birîm , bavê min jî yekî pir xedar û dijwar bû, wele min jimara bavê min dayê û mamoste li bavê min geriya lê behsa pera filan ji bavê min re nekir , hama hew destûrê xwest û ji dêlava min mamoste pere da, ez bawerim mamoste jî ji halê min fêm kiribû. |
|
09.03.2020 20:25 |
tîrêj zana 21
|
18. Ax ax. Dûr naçim. Bîranîn bîranîna zaningehê ye. Dem û dewrana feqîr û xizaniyê ye. Kirê malê heye wexta wî hatiye li ser derbas bûye, Heqê ceyranê, heqê avê û quzilqurtên din. Welhasil vê çaxê mirovê hevalê malê hatibû cem me. Hosta bû, siwax û miwax, alçî û boyax çêdikir. Serê serdama duyemîn bû hostayê mêvan Gote min, ka were cem min ji xwe re bişuxile. Gotina wî ji min xweş hat ji ber ku pere tune ye. Baş e, min got temam. |
|
17.07.2020 21:56 ~23:29 |
kajav
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [2] |