Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 20 peyam
berfedims - tirşik
berfedims
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xwarineke ku ji berf û dimsê tê amadekirin.

Ez ji we re bêjim bê ka çawa tê çêkirin ;ji bo ku berfa pêșî qirêjiya hewayê dihewîne ne ji berfa yekemîn, ji yên peyre hinek berf lev bide hev û bike sênikikê de û peyre dimsnê jî berde ser. Va xilas û noşîcan be. *



30.11.2016 16:10 ~18:44 | gumgumok

2. (bnr: berfdimsk) xwarina wêneyê wê li ser netê zêde bûye *
xwarina wê îsal jî zû bi zû nebe nisîbê min. ji ber li qoserê pirr kêm berf dibare, çêkirin jî zehmet e. ji bo wê mere divê here ji cîhekî din berfê bîne û çêke.



06.12.2016 14:14 | berxweda

3. befr û dims tevlîhev



06.12.2016 15:45 | xwedêda

4. Xwarinoka (ez wê wek xwarin nahesibînim) ji ber barîna berfê van rojana zêde tê çêkirin û tê parve kirin.

Min di temenê xwe de carekê xwariye ew jî pir zû de ye. Ewqasî zû de ye nayê bîra min kengî bû. Lê min neecibandibû loma dilê min qet nabijiyê. Ne şaş bim pir şêrîn hatibû loma dilê min jê sar bibû.



22.01.2022 00:11 | xabûrî

5. Xwarina ku mamoste eser Çetîn dibêje, divê mero bi berfa ku mero ji paqijiya wê ewle be tevlî dims bike û bixwe.



22.01.2022 19:47 | pîroz

6. Rîtûela ku bi kêmbûna barana berfê îsal li gelek cihan dest pê nekiribû, lê ev çend rojê dawî li gelek cihan berf dest pê kiriye û îro li Nisêbîna çolî jî berf barî, ê dikarim ez jî bicerîbînim*



04.02.2023 17:44 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
sonne [5]
bi kurdî: roj û strana metalî ya koma rammsteinê ye. jixwe şê...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryena [2]
ji ber ku em dikarin goşt bixwin, ne wekî t*rkan....
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [2]
divê meriv gû û rêxa çend kesan neke giştî û gelemperî. başûr qaşo ser...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav û şanda pê re çûne Amedê û serdana Rêxis...
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfedims

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin zimanpeyv xwarinvexwarin zimanpeyv xwarinvexwarin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî