Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 4 peyam
    jan dost - tirşik
    jan dost
    (25) (2) ecêb (1) (41)
    di mijarê de bigere

    2. hetanî min nebihîst tev polîtîka qrêj bûye, li ber çavên min nivîskarê hêja bu. bi kela dimdimê dihate bîra merîv. herkes mafê xwe heye tev polîtîkayê bibe,

    le mafê tevgera kurda reş kirin tune. wek tê dîtin merîv bi xwe reş dibe.



    2013.08.01-20:47 | urartu3000

    3. (bnr: dîwana jan)



    2013.08.01-21:27 | seydayê_peyvan

    4. duelloyên wî û helîm yûsiv pir navdar in, nizanim dewa çi li hev dikin, wek dîk û mirîşk li benda hev in.



    2013.08.01-23:16 | maro

    5. Di fuara pirtûka stenbola 2013'ê de romana xwe ya "Martînê Bextewer" ji min ra imze kiribû. lê mixabin he min pirtuk neqedandiyê



    2013.08.02-00:57 | newenda

    6. mijabad û 3 gav 3darek romanên wî ên serkeftîne, diwana w3i jî heye ji helbasta klasîk nû da geş bike wekê klasikan nivîsiye............

    kovara rewşende hevpeyvîneke de dibêje '' kemalîmz bûye hestî nav hişê rewşenbîrê kurd de'' hejmar: 5 an jî 6 bawer im



    2013.08.10-01:04 | kelha bayê

    7. taca serê romana modern a kurmancî ye.



    2013.08.20-19:33 | terkexem

    8. (bnr: peyama jan dost ya ji bo karayılan)



    2013.08.20-19:33 | simurg56

    9. îro helesteke wî derket holê ku derbarê serdana aysel tugluk û ahmet turk ya li rojavayê ya ji bo sersaxiya şehîdketina şervan muslim yê kurê salih muslim, nivîsandiye û qaşo henekê xwe bi kurdînezanîna ayselê kiriye.



    "ehmed türk li kobanî

    aysel jî bi mêvanî

    bû şildim bildima wan

    mecbûr bû wergêr anî



    tirkî çi xweş zimane

    kurmancî çi erzan e

    aysel bilbila tirkî

    bi kurmancî nizane



    daweta te ye kurdo

    serkundiro pirr derdo

    tirkî ziman e îro

    kurdî maye para do



    ayselê tirkî bêje

    ji bo te ev nimêj e

    vê kurdiyê fêr nebe

    ew zimanek qirêj e



    welle bavo me ev dî

    kurdî maye bêxwedî

    li kobaniya kurdan

    kurdo tirkî xeber dî?"





    1- aysel tugluk ne kurmanc e, zaza ye û loma dimilî dizane (belkî wê jî nezane, nizanim) loma kurdiya xwe bizane jî nikare bi rojavayê re bi kurdî biaxive.

    2- nezane jî nayê wê wateyê ku ji te hindiktir welatparêz e. kêmasiyek e kesayetiya wê ye.

    3- li welatê de xortek şervan şehîd ketiye, ew hatine sersaxiyê. lê tu jan dost, dîsa li dû kar û barên beredayî û li pey hetikandina xwe yî.



    bi rastî, pêwist e hinek mirov tenê wêje binivîsin û hew! qene bila ji odeya xwe jî dernekevin.



    pênas: hunermendek kurd e ku weke lîseyiyan tev digere.



    2013.10.14-16:59 | simurg56

    10. xwediyê nameyeke ji bo ahmet turk e, li ser serlêdana wan a ji bo rojavayê. di nameya xwe da heta karî rexne dike ku neçune cem kesên ne ji ypg'ê.

    http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/nameyek-ji-ehmed-turk-re-h4976.html



    2013.10.14-18:24 | azadixwaz

    11. pêwist e êdî tenê wêje binivîse.. (bnr: wêje nivîsandin) *



    2013.10.14-21:04 | endazer

    12. di nameya xwe ya ji bo ehmedê tirk de ji tehta eniyê heta nava guzekê mafdar e.. ji bo min serdana ehmed tirk ya bo ji bo şîn û teeziya salih muslim eyn wekê serdana erdoğan ya ji bo eskerên ku di şer de hatine kuştin e.. formalîte û resmiyet.. û xwe li ber dilê hilbijêrên xwe şirîn kirin.. ne ji mêj de ye li amûdê asayîşa ypgê li girseya xwepêşander reşand û 4 an 5 cwanan ji nav xwepêşandaran jiyana xwe ji dest dan.. berî hefteyekî cinazê muxalîfekê di destê ypgê de li beyarekî hate dîtin..

    dixwazim bêjim ku aliyê aktîvîst yê jan dost hêjayî pesndanê ye.. gelek wêjekarên kurd ji tirsa hêz û hizbên ku nanên xwe jê dixwin newêrin tirrê ji qûna xwe berdin..



    2013.10.14-21:19 | endazer

    13. ev bêterbiye tirekekî nexweşe, ew û sed bavê wî nikarin bigihên axa di binê sola Ahmet türk de ye. ahmet türk û aysel wek camêr û ciwanikan cûn sersaxiya xwe kirin û hatin, yan vî qebraxî cawa cû bin xetê? Cû bû serokê heşhaşiyan ku nakokiyan têxe nava gel. lê gelê rojava di qûna wî de jî nemîst û hat li amedê qûna xwe da kuluba xwendinê..!



    2013.10.14-23:56 | dîno

    17. niviskarekÊ ku duçarÊ reşkirinekÊ bi aliyÊn tagÎrÊn pkkê dimîne ye.

    wusa xuya dike ko hêj komara kurdistanÊ ava nebÛyî, the parti ji zû da bÛye partiya chp. alÎgirÊn wÊ hemÛ muxalîfan reş dikin. xwÊde xÊr bike...



    2013.10.15-00:47 | cinorek

    18. "ez qûrbanbim ser gindor him hekîme him tixtor", biracacanê(cinorek) tu bi her tiştî zanibî keremke bêje cima em reşdikin, ger tu nizanibî bi du gotinan neyar^ti ye neke. Ev bênamûsê edebiyata kurdî ji nêzik ve nas dikim û dizanim ku ji bo berjewendiya xwe û malbata xwe dixwaze qûne xwe di hin cihan de bide, dide jî kî binê, kî nenê ma tu parêzvanê doxîna wî yî lo?



    2013.10.15-00:54 | dîno

    19. Nivîskarekî hêja. Nivîskarekî hêja bû. Min romanên wî giş kirîne û du sê heb jî min xwendine. Bi rastî jî nivîskarekî jixwebawer û serkefti ye. Romanên wi yên martînê bextewer û mîrname gellek serkeftî ne. Helbestên wî hêja ne. Wergera wi ya mem û zînê ber bi kurdiya îroyîn tişteke bêhempa ye.

    Jan jî wilo bû, bêhempa. Heta ku min wan vîdeoyên wi yên amatorane li ser youtubê temaşe kirin. Bes wê gavê têgihîştim ku janê me nake serîkî pîvaz jî.

    Erê pkk xwediyê gellek xetaya ye, erê bdp xwedî îradeyeke azad nîne, rast e. Erê em kurd hinek ji dinya xwe paş mane. Lê jan efendî qet gerek nedikir ku tu wiha wek zarên çardesalî bi rexneyên hilweşander û xeraker dev biavêjî tevgera kurd. Law çi ji destê wan tê wî dikin. Encax ev e îro. Rast e hinek tehdê li gelê xwe dikin, lê çi bin jî ji neyarên kurda çêtir in. Eger îro em li vir çend rêz dinivisînin, janê me jî çend roman xêz kiribe, qet tunebe keda tevgera kurd jî di nava wan de heye. Eger îro dinya zanibe gelekî mîna kurd li rojhilata navîn heye û bindeste, ev bi xêra tevgera kurd e.

    Ez ji tu kesî re nabêjim ku tevger û mevgerê rexne nekin û ya rast hun bipirsin ez jî ji tevgera kurd gellek gellek gilîkar im û ji hinek polîkayên wê heya qirika xwe tijî me. Lê gerek nake ku em rabin mîna jan dost efendî bi zimanê xayînan rexneyan bikin. Law eger ku tu dikaribî here meydan vala ye, ji gelê xwe re xizmetê bike. An na ji xwe re wek însanan rexneyan bike. Welhasil û kelam ez ji ku der hatim vê derê ez jî nizanim. *



    2013.10.17-23:23 | ceso

    20. nivîskarek karîzmatîk û qeşeng e..



    2013.10.18-14:08 | rexnegirêtagirtî

    21. Nivîskarê ku dike nake nikare bikeve nava kesên ku pkkê ew tehdît kirine. Lêêê! Ma hun nizanin ku nivîskarê bê tehdîtkirin xelat û melatê navneteweyî berhev dike. Lê janê me dike nake nayê tehdîtkirin û nakeve rojeva tu gûyî.



    2013.10.18-14:29 | ceso

    22. Nivîsa wî ya îro; nizanim serê xwe li çi xistiye



    http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/rewsenbrn-ne-apoc-yn-bdeng-h4999.html



    Tiştê ku min fehm kir haya jan dost jê tune ku niha li sûriyê şoreş heye. Ew dibêje qey suriye sekiniye lê kurda serî hildaye. Yanî jan dibêje çima ciwanên me dimirin. Ê de yek here jê re bila bêbije da ku azadî bi roman nivîsandinê nayê. Welle bille ku ne ji pydê û ypgê bûya niha wan erebên wehş û hov kurda bênamûs kiribûn.

    Gelo pkk vê carê ew ê wî tehdît bike neke nizanim. *



    2013.10.19-16:35 | ceso

    23. hetikî ye.

    nivîsa xwe ya dawîn de weke li jor jî hatiye gotin, wisa axaftiye ku heçko li rojava ne parçeyeke surî ye û şera mezin ne di navbera kurdan û olperestên kafir de, ye.

    heçko li surî şerek dijwar ya navnetewî tune û tenê navbera ypg û kurdên din de şer hebe, nivîsandiye. û xuya ye, ji ber ku nikare ji xwe re ji bo ev hezeyanên xwe hevalan bibîne, her ku diçe êrîşî herkesî dike.

    nivîsa xwe de qet behsa mînakan jî nekiriye ka li rojava çi diqewime. em nizanin, ji kerema xwe re bila bêje ku em jî agahdar bibin.

    hevalê jan, dilê piraniya rewşenbîrên kurdan bi ypg û şervanên din re diavêje û heya hestiyên xwe ji ber rewşa rojavayê, diêşin.



    nivîsa wî;

    "Rewşenbîrên ne apocî yên bêdeng!



    Ji wan hevalên min re, ji Swêdê heta Sydney.



    Ev serê du sal û nîvan bêtir e ku me (min jî bi awayekî tund) berê topan daye rewşenbîrên derdora apociyan, ҫi yên ku bi qenaet û bawerî nêzîkiyê li wan dikin ҫi jî yên ku nanxuriyê dikin! Me ew gelekî êşandin jî, peyvên ne di rê de car caran derheqê wan de hatin bikaranîn. Ew misteheq ne misteheq ev jî mijareke din e. Lê ya ku ez dixwazim niha bînim ziman ew e ka gelo ew rewşenbîrên ku ne li aliyê apociyan dimînin, tew belkî yekcaran fikrên xwe wek fikrên dijberî wan didin xuyakirn, li kû ne? Nêrînên wan ҫi ne û bi ҫi û kîjan ҫavî li rewşê temaşe dikin? Ewqase cinayet û şehîd li Rojava, penaberî, qerebalix û qêrîn û halan û ev rewşa weha hesas û aloz, gelo ҫima nikare zimanekî bixe devê van rewşenbîran! Ҫima nikare bihêle dengek ji wan derkeve! Eger tu di germa havînê de pê li zikê mirîşkeke fetisî jî bikî wê hêkek jê bipeke, lê ev rewşenbîr! Subhanellah tu dibêjî qey eva ku diherike av e ne xwîn e, evên ku derbeder bûne û bi sed hezaran li welatan belav bûne kêzik in ne malbatên kurdan in! Ev ciwanên nazik ku roj naҫe ava bêyî ku ҫendekan ji wan jî bi xwe re nebe ne kurên bav û diyên xwe ne! Ez nizanim ka ҫi dikare van nivîskar û rewşenbîran hestyar bikin! Ҫi bûyer divê ku wijdanê wan ji xew rabike û bihêle ku biqîrin! Kîjan hêz divê ku pênûsê ji berîkên wan derîne û bixe nava tiliyên wan ku hema du peyvan mîna helwestekê binivîsin!



    Gelo êdî wezîfeya van rewşenbîran maye ew ku ji xwe re helbest û ҫîrok û romanan li hev bînin û porê xwe şayik bikin û xwe li ber fotografan biedilînin û hew! Qedehek wiskî yan jî bîrayekê li quncikê restoranekê di dawiya heftiyê de vexwin û bibe ҫingeҫing û nûşenûşa wan û bi serxweşbûnê şerê cinayet û zêdegavî û kiryarên ne di rê de bikin! Civak îro di xeterê de ye, beşek ji welatê me ketiya tuneleke tarî û xerab, li vî alî û wî alî qurbanên ciwan diҫin, agirê şer kurdan dide ber xwe, metirsiya birakujiyê heye, quloҫên faşîzmeke kurdrengî ji me ve xuya dibin, ê de nivîsek di malper û rojnameyekê de yan jî tew du gotin di rûpeleke facebookê de dê ҫend rojan ji dema wan bigre qey?



    Bêdengî di serdemên wek vê ya me de şerma herî mezin e ji intelektuelan re. Bêdengîya rewşenbîran nîşana xesandineke rûhî ye, nîşana nemêriyeke wijdanîye, xiyaneteke bi peyvê re, bi wijdanê re, bi wê pênûsa ku wan hilgirtiye re. Bêdengî ne zîrekiyeke anku tu dixwazî bi bêdengiya xwe ҫend xwendevanên xwe winda nekî yan jî tu xwe dûrî „siyaset û polemîkan“ dikî! Ҫiye ne ҫiye kesan ji xwe naêşînin yan jî tew “hîҫ e, ha min got ha min negot“!



    Ez dikarim tenê du wateyan ji vê bêdengiyê re bibînim:

    1- Newêrekî.

    2- Guhnedan.



    Ev herdu sebeb jî ji hev kambaxtir in: eger sebeba bêdengiyê newêrekî be, boyaxa rewşenbîriyê ji ser wan bêdengan radibe, ji ber ku şertê rewşenbîriyê yê herî girîng û pêşîn wêrekiye ne berhema serkeftî yan navûdeng e. Lê eger sebeb guhnedan be, ew bi dîtina min ji bêbaweriya rewşenbîran a bi xwe tê, yanî rewşenbîr dibêje ma ezê ҫi bikaribim bikim? Qêrîna min dê bigihê kê û ҫi guhertinê lidar bixe ew! Ev yeka hanê reva ji meydanê ye, te pênûs rakiriye ne ku tu pê pirtûkên xwe li filan fuar û bêvan fuarê imze bikî û di ҫend reportajan de qurretiyên mezin bikî, wê pênûsê bavêje sergoyê layiqtir e! Baş e ku kulîlk weha nafikirin, yan na me yê ҫi buhar li welatê xwe nedîtibana. Ev yek ji xwe kêmsewiyetî û bêkalîtebûna wan rewşenbîran dide nîşandan, dixwazî bila berhemên wan her sal „Best seller“ bin û tîraja pirtûkên wan bi deh hezaran be. Ka hela rewşenbîrek li dunyayê heye gelo ku bikaribe guh nede xwîna bi dehan kesên ku ji milletê wî yan jî li welatê wî têne kuştin? Rewşenbîrek heye gelo dema ku bayên reş li welatê wî radibin, ji nîvîsandinê bêtir neqîre!



    Ez wisa li meseleyê dinêrim: ew kesê asayî ku ji xwe re rûpelekê di facebookê de saz dike û helwesta xwe ҫê xerab derdibirre û kesek yan du kes tenê munaqeşeyê li gel wî dikin, Likek jêre tê yan nayê, komentarek li dijî wî tê yan piştgiriya wî tê, bi deh qatî ji wî rewşenbîrê “tirtire“ ku xwediyê dehan kitêb û roman û ҫîrok e û haya xwe, wek dîkê fisek, ji derûdorê nake. Ew dîkê ku dîkên din kumika wî nikil dikin, xwînê bi ser dixin, ew jî xwe bi nikilandina erdê û gera li libên genim yan jî pêketin û rapêkirina mirîşkan mijûl dike, heqê wîye ku kumika wî jê bibe û wergere mirîşk."



    2013.10.19-17:30 | simurg56

    24. ne tu zilam e hema hew *



    2013.10.19-20:45 | brusk56

    25. ji mirovên ziman polÎtÎk hêviya hUnerÊ tê KIRIN?

    karê wêjeyî li te tê, dev ji hesûdîyên polîtîk û ideolojik berde

    giran be xwe neke benîştê wird û wêde



    2013.10.19-22:42 | jara eş

    26. ku entelektuelekî kurd û rast hebûya hewce nedima jan dost bi niyeteke baş bi fikrên qels nivîsê wiha binivîsya.

    Min çend caran ji xwe re got ka kuro rabe ji xwe re bibe entelektuel lê heqqet gelek karê min heye,mixabin biborin ez nikarim bibim entelektuel.çiqas ber xwe ketim gidî



    2013.10.19-23:40 | tivirloismail

    27. Gor min Amîn maalof aliyê romanên dîrokî de çiqas mezin be jan dost jî ew qas mezin e.amîn maalofê me kurda ye. dîroka kurd û kurdistanê ser zimanê jîn dide.

    lê mixabin nêrînên wê yên ser weletê xwe ne wek amîn maalof e.jan tenê dikare tevgera kurda ser ziman rexne bike . xweziya tenê roman nivîsandibana.....



    2013.10.24-01:37 | rojabaz

    28. Ez hergav vî meraq dikim:

    gelo ti kesekî ku vî camêrî çêrî wan nekiriye, ma ye?

    Di facebookê de, şopandina wî xweş e, lê belê, hevaltiya wî ne xweş e :D



    2013.10.24-13:58 | tolazek

    29. Nivîskarê ku bi nivîsa xwe ya îro min matmayî hiştiye, lê vê carê ne bi nivîseke tiroviro, bi nivîseke xweş û geş min heyîrand.

    Vaye nivîs;



    Bêguman ez û bi milyonan kurd li her aliyekî Kurdistanê û cîhanê ne bi jihevcudakirina gelê kurd re ne, milletê kurd ê her û her xwe yek millet bihesibîne û ê bixwazibe xwe bigihîne wê rojê ku têde azad be, neyar ҫi dikin jî bila bikin.

    Bi baweriya min, Ayşe Gokkan bi xwe di vê ҫalakiya xwe de qurbana polîtikayeke bincilikî ye ku dixwaze bala gel ji ser pirsgirêkên bingehîn dagerîne ser pirsgirêkên biҫûk ku xelk pê mijûl bibin.

    Di serê wan pirsgirêkan de nakokiyên di nava desteya birêvebir ya KCK û PKK de ye. Li gor nûҫeyan , baskê Îranê piştî derbeya xwe êdî xurttir dibe, Murad Karayilanê ku bi nêrîna min tayê xav ê kurdperweriyê bû di nava PKK de hate bidûrxistin û li gel wî gelek kesên din ku hemhizrên wî ne daku rê ji Cemîl Bayik re vebe û bi hesanî û bê dijberî siyaseta Îranê bimeşîne. Ez tesfiyekirina Murad Karayilan jî dûr nabînim, dibe jî ku wî û grûpa wî bi awayekî ji awayan dûr bixin da ku tesîra wan bi yekcarî pûҫ bikin.

    Naxwe li vir şanoyek divê, perdeyek divê û lîstikvanekî hinekî naskirî divê: dike û seko dîwarê Nisêbînê ye, lîstikvan jî şaredara apocî ye, ku ji aliyê kurdên Rojava ve mîna alîkara komkujiya Amûdê tê hesibandin û ji aliyê gelek kurdên Bakur ve jî kelema li pêşiya kamyonên alîkariya ji bo Rojava ye ku nehişt ew derbasî wî alî sînor bibin, û şano jî ji şerm û merm e û sloganên netewî yên folklorik in ku dikarin xelkê bi sedhezaran rakin ser tapanan û wan berdin kolanan bêyî ku bizanibin ew ҫi dikin. (vegere kitêba Gustave Le Bon ya navdar psîkolojiya cemaweran-kitleler psikolojisi)

    Lê ma dîwarên ku em wan protesto bikin bi rastî nînin? Na hene û gelek in jî. Eger em werin rastiyê, emê binêrin ku tundrewiya apociyan, û nezelaliya armancên tevgera wan ew e dîwarê mezin ku gel ji rastiyê qut dike û dubendî yê li Bakur û Rojava tîne meydanê. Ew dîwaran bilind dikin gava ku ala Komara Kutrdsitanê ya 1946an ku li ba hemû kurdan aleke pîroz e, napejirînin û ji serbanên bîroyan dadixin û diqetînin. Dîwar bilind dibin bi wê siyaseta apociyan a leq î ku her katekê bi awayekî ye û her serdemekê xwedan armanceke mijgirtî ye. Kî dîwaran di nav kurdan de ava dike ji bilî hişkebîran! Ji bilî hevpeymaniya bi paytextên dagîrkeran re ҫi ji hêla siyasetmedarên Başûr be ҫi jî ji yên Bakur be! Kî dîwaran ava dike ji bilî wan kesên ku bi dizî û bi eşkere destên xwe dixin destên neyarên kurdan ji Tehranê bigir heta Şamê û ji xwe ez Bexda û Enqerê jî ji bîr nakim! Dîwar ne ew ҫend metre betona ku dê li navbera Bakur û Rojava de bilind bibe ye. Dîwar dîwarên me bi xwe ne, dîwarên navxweyî ne, zaravayên ku yekbûna zimanî tarûmar kiriye ne, dîwar Soran û Behdînan e, Apocîtî, Talebanîtî û Barzanîtî ne, dîwar dîwarên psîkolojîk in ku me di mejiyê xwe de bilind kirine û em her yek li pişt dîwarên xwe rûniştine û ji bilî xwe kesekî din rast nabînin.

    Ayşe xanim: Ew dîwarê betonê ê tirkan dikare bi buldozerekê biherife, lê were eger tu ji dil dijbera dîwaran î û bi rastî kurperwer î, were em dîwarên navxweyî biherifînin, were li Nisêbînê, li Riha û Sirûcê dîwarên di navbera kurdan û zimanê kurdan de biherifîne, were bila kurdayetiya Ehmedê Xanî, ya Celadet û Cizîrî, Hacî Qadir û Ebdula Peşêw di nav me kurdan de bibe bingeha fikr û bîr û baweriyan, ne ku ҫend sloganên mîna agirê bantofê bin, gurr û bilind bibin lê di cî de jî vemirin. Were em bingeha fikreke netweyî ava bikin bila hezar dîwar jî hebin dê nikaribin me ji hevdu dûr bikin.



    2013.11.07-11:21 | ceso

    30. aliyê nivîskariya wî hêjayî pesndayînê ye. ziman, teknîk û hunandina wî gelek serketî ye dikarim bibêjim di nava nivîskarên kurd de herî li pêş jan dost e. lê bi ya min ew jî ne di asta navnetewî de ye. min hemû romanên wî stendibû û 3 gav û 3darek, martinê bextewer min xwendine ji xeynî vê kela dimdimê jî min xwend gelek xweş bû gava ku kela dimdimê nivîsiye temenê wî 25 bûye. lê bes êdî bila di ser feysbûkê de dijmîn û nifiran nebarîne ji roja ku ketiye polîtikayê zimanê xwe hetikandiye mesele ketina wî ya siyasetê nîn e di ser feysbûkê de wek zarokên ku diçin liseyê trîban diavêje yanî eyn dilê mariv digere. bila rexne bike û hewce ye jî lê kurtnivîsên wek ên ergenûsan rexne nabe ew tiştêk din e bavê min.. nivîskarên tirk yên serketî ewqas rexneyên xweş dikin ku mariv heyran dibe meseleyeke bi dehan rûpelan rave dikin mariv diheyire pirr kûr nêzê rûdanan dibin mariv wek wan nefikire jî dîsa dikeve di bin bandora nivîsê.. di van demên dawiyê de di rudawê de dest bi qunciknivîsiyê kiriye ya rastî kêfa min hat bila bi nivîsên rêkûpêk rexneyê bike êdî em jî bikaribin bixwînin..



    2013.12.05-22:43 | ferhenga şikestî

    31. Vê carê rast gotiye.

    http://rudaw.net/kurmanci/opinion/20012014



    2014.01.21-20:15 | ceso

    32. destê xwe ji feysbûkê kişandiye ji zû de ye nexuyaye ez bawer im ku li ser romana xwe ye nû mijûl e



    2014.01.21-20:24 | ferhenga şikestî

    33. di romana wî ya martinê bextewer nêzi 160 rûpelî martin gan dikirin, bextewarî jî nedit, tu gû jî beval nekir....



    2014.01.22-19:58 | arami

    34. min îro bihîst ku romana xwe ya dawî bi erebî dinivîse.... halla halla pirr balkêş



    2014.04.10-18:21 | ferhenga şikestî

    35. nivîskarê di pirtûka xwe ya martînê bextewer de xweş behsa rûpoşan dike ye. Gelo mirov bêyîrûpoşan dikare çi bike...



    "Bi sedan pêxember hatin, bi sedan fîlosof û hekîmên mezin hatin ku mirovan hinekî kedî bikin û ji xeleka kovîtî û hovîtiyê derxin lê nikarîbûn. Pilingek kedî dibe ji ber ku ew tenê piling e. Rûpêç yan rûpoşeke wî tenê nîne. Hema mirov! Di binê rûpoşan de nema rûyê wî tê nasîn."



    Ji: Martînê bextewer - Jan Dost



    2014.05.16-02:06 | cîhana pirtûkên kurdî

    36. JAN dOST Îro dîsa romana Kurdî rexne kiriye û gotiye seqet û yekCHavî ye. romana kurdî jixwe qels e û derneketiye pêSH, ev rastiyek e û gelek sedemên wê hene. lê rastiyeke din jî heye ew jî seqetî û yekCavîbûna nîvromanên jan dost e. Jan dost pirr hat mezinkirin, di rastiya xwe de nîvromanên wî ew qas serkeftî nînin. JI BER TUNEBÛNA ROMANAN QÎMETEK LI PIRTÛKÊN WÎ HATIYE BARKIRIN.



    2014.05.26-14:18 | rojgar

    37. kesê ku romana xwe a pêncemîn bi erebî derxistiye. bawerke ji kurdan aciz bû dev ji kurdiyê berda *



    2014.06.17-01:49 | brusk56

    38. Kesê ku piştî çav bi rexneyên ku di tirşikê de lê hatine kirin kete dev ji nivîsandina kurdî berdaye* û berê xwe daye deşt û zozanên erebî. Oxir be jano. Jixwe tu zêde bûyî.



    2014.06.17-02:16 | ceso

    39. ji bo roman nivisê 'dost'e

    ji bo êrişên tevgerê 'jan'e.



    2014.06.17-13:26 | ciwanpiroz

    41. nivîskar e lê xwe wek serokê partiyeke li dijî pkk û pyd dibîne.\r\nbila ji bo me û xwe, pirtûkan binivîse dê çêtir be



    2014.09.19-10:10 | gulan

    42. nivîskar e lê berî nivîskariya xwe rewşenbîr û ronakbîreke hişazad e..

    wekê hinek nivîskarên ''helîm'' rişm û hevsarê qelema xwe nekiriye di destê berjwendiya tu hêz û hizbeke desthilatdar de.. carina zêde fewrî û agresîf e û muxalefeta ku dike carina di hêrs û aciziya wî ya şexsî de difetise lê çawa jî be ji wan nivîskarên ku qelema xwe kirine di xizmeta partiyên serve ''demokratÎk'' binve ''totatÎler, hegemonîk, despot'' de û nikarin ji ya wan derkevin deh qetî çêtir e..

    xwezî her nivîskar û hunermendeke kurd wekê jan dost karibûya û wêribûya pirsan ji partiyên desthilatdar bike, hesab bipirse, rexneyan li wan bigire, xeta û xeletiyên wan teşhîr bike bide ber çavê wan..



    2014.09.19-14:21 | endazer

    43. ya ku hingî di derbarê siyasetê de diaxivî, zêdetir bi xwe ve dirît. lê van pelên dawî deng jê nayê, xwedê bike dev ji siyaseta xwe ya kêr tu gûyÎ nayê berda be ..



    2014.09.19-14:24 | brusk56

    44. dema ku rewşenbîr an jî nivîskarek di derbarê bûyer û diyardeyên siyasî de bêdeng dimînin, dibêjin tu çawa rewşenbîr î, çawa nivîskar î? lê dema ku dengê xwe bilind dikin jî dibêjin tu wêjevan î bi tenê bi edebiyatê re mijûl be, ez ê tiştekî din lê zêde bikim; belê xwezî jan dost jî bi tenê bi edebiyatê re mijûl bûya lê ne ji ber sedemên heyî yên hin kesan, lê bes şêwaza wî ne xweş e ne rast e, her çend gotinên wî rast û durist bin jî ji bela şêwaza xwe ya dijmînane û tund nirxa mafdarbûna xwe wenda kir. gelek li ber ketim ji ber ku di edebiyata nûjen a kurdî de gelek serketî bû xwezî kêfa nivîskarên beredayî û qirikbihefsar li xwe neaniya.

    tiştekî din jî ew e ku min tim dixwast ku di malper an jî toreke de her heftê nivîsên dirêj ên rexneyî binivîsanda, ne bi postên feysbûkê yên bihêrs û agresîf, tu dema li ser feysbûkê binivîsî bêyî ku li ser bifikirî dinivîsî û êdî veger jî tune ye mixabin, çendîn jê sar bûme jî dîsa li ber dilê min şêrîn e



    2014.09.19-21:48 | ferhenga şikestî


    46. nivîskarê helbesta were gellekî xweş xwendiye ye. xwedê kurdî dîsa lê şêrîn bike înşele.














    2015.02.02-23:09 | berxweda

    47. min hevpeyvînê wî bi husên dûzen re sêr kiribû. Li wir digotin, bavê wî seyda ye û jan dost jî berê meletî kiriye.



    2015.02.20-00:36 | mîr

    48. vê danê rojê li ser faceyê ragihandiye ku pirtûka wî ya sêyemîn a erebî qediyaye..

    yanê pirtûka xwe ya dawî jî bi erebî nivîsandiye..

    camêr hesabê xwe bi kurmanciyê re birandiye..

    bila wek ya te be...



    2015.04.15-21:26 | ferhenga şikestî

    49. (bnr: oxir be)



    2015.04.15-21:53 | ceso

    51. Di nivîsa xwe ya dawî de tirba 'rewşenqîr'an kolaye. Nivîs li ser bêdengmayîna komkujiya ku li kobanî hatibû ser kurdên sîvîl e. Jan her çiqas di dawiya nivîsa xwe de fatîhayek li ser wan rewşenbîran (bibore kekê jan li van dera wilo tê gotin) xwendibe jî dema em li temamiya nivîsê dinerin em dibînin ku di tirba hin kesan de mîstiye.



    2015.07.04-18:21 | hêvî

    52. îro bi polemîkek astnizm derpiyên hemû rewşenbîrên kurdistana bakur ji wan şimitand.



    2015.07.05-00:12 | hola êzîda

    53. Haya wî ji quna wî ya tazî nîn e ketiye pey derpiyê rewşenbîrên bakûrî *



    2015.07.05-00:52 | kurê bavê xwe

    54. Singê sipî rengê reza

    ez ketim nav da wekê diza

    min jêkir du goşî tirî

    lib lib da ber geza



    Vî helbest a jan dost cara pêşî min bihîst pir xweşa min çû.



    2016.06.25-22:07 | dizek

    55. mirovekî durû ye.

    Gava gerîlayên qehrwman ên rojava daeş'an bikujin û termê wan di nav bajaran doş dikin, bi nefretek mezin êrîşî pkk dike. lê gava pdk û pêşmergê rojava li şengalê êzîdiyan dikuştin, dengek jê derneket. ev e karekter û zihneyeta wî yê genî. nivîskarekî kêmaqil e.



    2016.06.26-00:11 | hola êzîda

    56. pdk û pêşmergeyên rojava kengî li şingalê êzidî kuştine û jan dost dengê xwe dernexistiye?

    min digo qey pkk li şingalê xortên êzidî birêkdixe û wan dielimîne şerr lê tişta ez dibînim ew jî bi jehra derew û neweyî û bêbextiyên medyaya pkkê ketine.



    2016.06.26-01:10 | endazer

    57. (bnr: formata tirşikê)



    bona hevalê endazer: 1. Here lînkê



    2. Here lînkê



    3. û gelek tiştên din



    xuyaye endazer pir li rûdaw temaşe dike. pêşniyara me jê re bila bi tenê li medyayên pkk temaşe bike, ewê behtir nêzîkî rastiyê be. mirov rastî bizanibe, dibe mirovekî çêtir



    edît: navê şehîdê êzîdxanê ku pêşmerge wî qetil kir Seîd Xwedêda Qasim e. Şehîd namirin.



    2016.06.26-01:38 [guhertin:2016.06.26 01:39]| hola êzîda

    58. Di entryên di bin mijara navê wî de gihîstine 58, ji wan bêtir du an sê heb li ser edebiyatê û nivîskariya wî ne. Yên dî giş şîroveyên şexsî û siyasî ne. Nivîskarên me bixwe nikarin behsa nivîskariya wî bikin, de vêca hûn bi vê qalibreya xwe daw'a çi dikin?...

    De neyse axirî zêdetir 6 meh in ku ji sosyal medyayê dûr im loma ji gelemşeyên siyasî yên di nava kurdînûsan de dipeke jî dûr im ji ber wê serê min gelek rehet e* ya starrr



    2016.06.26-21:35 [guhertin:2016.06.26 21:45]| ferhenga şikestî

    59. demeke zehv dirêj e pirtûka wî ya (bnr: mijabad) di destê min de ye lê ez kîngê vedigerime vê pirtûkê, pirtûkeka din dikeve destê min û ez vê pirtûkê datînim dîsa.

    hema lê mijara pirtûkê gellek baş e. evîna kurdîstanê û ya kesekî hindirê xwe da dihewîne karakterê romanê..



    2016.06.26-23:14 | hozan serhad

    60. her ku şer berfireh dibe û dijminên kurd dikevine nava tengasiyê, destên xwe yên di nav gelê kurd de bêtir dilivînin û wan bêtir dikine nava tevgerên qirêj.



    jan dost ku demek dirêj e bi taybet ji ser medyaya civakî aşkere dijayetiya pkkê, şoreşa rojava û hemû kes û derdorên piştgirên wan e dike.



    2016.08.08-01:30 | tizbîkêş

    61. pyd çi pê kiriye ku ewqas jê re derd e pyd.



    2016.08.31-00:46 | tizbîkêş

    62. Çend mehek berê bi sedema xwarzî an biraziyeke wî kuştine pydê tawanbar kiribû lê nizanim çiqas rast e ?



    2016.08.31-11:31 | darînê daryo

    63. înanolo ligel wî pirsînanek pêk aniye. ev jî lînka wê:



    "JAN DOST: WESYETA MIN E KU MIN BIŞEWITÎNİN"

    Here lînkê



    2016.09.24-12:12 | înano lo

    64. kêtaba xwe yê newe ha werket ha werkeve.



    2016.10.28-05:58 | cinorek

    65. romana xwe yê nû derbarê kobanê ye. Here lînkê



    2016.12.19-13:54 | cinorek

    66. nûçeya ku di lînka jor de hatî dayîn nûçeyeke kevin e
    jan dost axa dest ji kurmancî qeraye, ew êdî ne yê me ye bela xwe jê vekin*



    2016.12.20-10:41 | ferhenga şikestî

    67. Îro li ser hesabê xwe yê facebookê xebera pirtûkên xwe yê nû û çapên çend pirtûkên xwe di zimanên biyanî de daye.

    Pirtûkên min yên ji çapê re amade ne ev in:
    1- Romana Kobanî (bi erebî û kurdî)
    2- ferhenga Hemîdî. kurdî kurdî
    3- Pîrewergêr (roman) kurdî.
    4- şerha Dîwana Cizîrî. bi kurdî.
    5- Martînê Bextewer, roman wergera soranî.
    6- 3Gav û 3darek. roman. wergera erebî.
    7- Naqosên Romayê. roman. wergera îtalî.
    û hîn di tûrik de, ku emrê min mabe, berhem hene.



    2017.01.08-07:47 | cinorek

    68. Xwezî bi wê roja ku nivîskar û helbestvanên me ji siyasetmedarên me zêdetir be..xwezî nivîskarên me siyasetê nekin û tenê roman û helbestan binivîsin



    2017.01.08-13:00 | porkurîşk

    69. romana jan dost yê bi navê kobanî derketiye.
    Here lînkê



    2017.06.07-19:19 | elaziz izzetpasa camii

    70. Romanivîsekî Kurd e ji Kobanî ye, bi Romana dawî a bi navê Kobanî re min bala xwe kişand ser nivîs û berhemên wî.



    2017.06.19-18:03 | mesûd hemo

    71. pirsgirêkên ji ber romana wî ya dawî derketin holê nîşanî me dide ku tenê ji ber bertekên xwîneran derketine. li her cihê cîhanê xwîner du celeb in; yê berhemê û yê nivîskêr. gorî min sedema gengeşeya romana kobanî û jan dost jî ev e: em berhemê û nivîskarê tevlihev dikin, bila şaş neyê fêhm kirin jixwe nabêjim bi temamî nivîskêr ji berhemê cihê ye, lê qasê di mijara jan dost û romana wî de hatiye tevlihevkirin jî ne girêdayî hev in.



    2017.06.25-16:39 | tizbîkêş

    72. Li ser Facebookê weşana zindî kir û derbarê 16.10.2017 ketina kerkûkê bîst û dû deqeyan axivî.
    wek her kurdên dilpak ew jî zehv dilêş, dilşikestî û xemgîn bû.
    axaftina wî xweş bû.

    di çend gotinên wî en balkêş :

    ev çi le'net e dîrokê daye me?
    em ketine ber nifira kîjan xweda û pêxemberan û ku wisa li me tê?
    helbet tiştek heye..
    divê em xwe nas bikin.
    eger em xwe nas bikin, em ê derbasê dîrokê bibin; bi awayekî rûsipî..



    2017.10.18-00:25 | hozan serhad

    73. nivîskarê piştî kurdî têra wî nekir li ber çavên min tune ye. hîn jî jı kurdî pereyan dixwe..



    2017.11.30-21:54 | berxweda

    74. belê ji kurdî pereyan! dixwe. ma nexwe? ma birçî be? nên nebe malê? zikê zaroka xwe têr neke? bila parsekiya xelkê bike?
    wallehîn demekê dilê min jî ji ber daxuyaniyên wî yên berredayî jê sar bûbû feqet xwudê heye kurmanciya camêr, romannûsiya wî ya serkeftî dihêle ku çavêd xwe û guhê xwe ji gotinên wî yên çirto virto bigirim.

    îro ro fyodor dostoyevskî di hemî cihanê de wek romannûsê herî serkeftî tê pejirandin, romanên wî hama bêje ji bo hemî zimanên dinyayê hatine wergerandin, her kes qedrê wî digire, lê ya rastî ew bixwe çi qasî însanekî qenc, dilpak û paqij e? ma şaşiyên wî nîn in? min di vê entrya xwe de fyodor dostoyevskî/83465 behsa wî kiriye, bawer bikin jan dost li kêleka wî dibe wek rahibe terressa. kes ji ber keseyeta şellaf û xirab, dostoyevskî piştguh nekiriye û negotiye tune ye



    2017.12.01-11:54 [guhertin:2017.12.01 11:56]| ferhenga şikestî

    75. çû mêvaniya mesud barzanî û got „serok barzanî xewna ehmedê xanî pêk aniye“. Li gorî Kurdistan24 wî got:

    „Li ser hevdîtina wî bi Serok Barzanî re got: “Xewnek bû û pêk hat. Min di romana xwe “Mîrname” de gotiye ku rewşenbîr û desthilat ji hevûdu dûr bin. Îro li Serok Barzanî dinirim wek rewşenbîrekî, ne ku wek kesekî di desthilatê de û ne wek serokê partiyekê. Hevdîtina min bi Serok Barzanî re, hevdîtina bi rewşenbîrekî re bû. Helbestên Ehmedê Xanî û Cirîrî gotin. Min jî destnivîsek dîwana Cizîrî pêşkêşî wî kir û wî jç bi germî pêşwazî lê kir. Serok Barzanî xewna Ehmedê Xanî pêk aniye. Ehmedê Xanî behsa serokekî dikir, xemxwariyê miletê xwe dixwe. Serok Barzanî jî xemxwarê gelê Kurd, doza Kurdî û dewleta Kurdî ye.”

    Lê gelo ew ser Ocalan çawa difikire?



    2018.10.21-22:04 | hola êzîda

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    navên ecêb ên pirtûkan [1]
    (bnr: apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir)...
    zarokên kurdan ji bo baleyê pir jêhatî ne [2]
    Me go bila bariş ware em ê baleyê jî çêkin....
    kesên ku mirov ji mewlûda wan direve [1]
    kesên ku ewqasî zerera wan ji mirovê re heye (bnr: tofan) kes naxwaze ...
    baptîst [1]
    serpêhatiya ku di nav ofîsê de min heta hêstir çavên min bên daye kena...
    tirsik.net [2]
    xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye.
    ev taybetiya wê him avant...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » janbarblues
    » dost çiyayî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî