1. "gregor samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî". |
|
11.09.2013 22:09 |
fethî ronî
|
2. ji nifşa nivîskarên aferînerê wêjaya hemdemê.di berhemê xwe de pirî li ser kesayetê mîrova û derûniye radiwestê ,li ser azadî,tawan,biyanî, karmendî û bîrokrasiya deWletê lêgerîn dikê . |
|
11.09.2013 22:56 |
newenda
|
3. franz kafka yek ji wan bêbavan e ku hiş û mêjiyê meriv devnexwûnî hev dike û dike ku meriv nigê xwe ji vê dinyaya derewîn bikêşe. romana wî ya veguherîn ji layê fatih aydin ve ji elmanî bo kurdî hatiye wergerandin û jii weşanên lîsê derçûye. wergereke fesîh e. |
|
11.09.2013 23:00 |
înano lo
|
4. cARAN CARAN EZ DİTİRSAM KU; EZ RAZÊM EZ RABİM Û BİBİMÊ KÊZİKeKÊ. |
|
12.09.2013 02:14 |
seydayê_peyvan
|
5. nivîskarê ku heta niha min rêzikek jî jê nexwendiye.. bes min ji devê hevalên xwendevan û ultra-entelektûel bihîstiye ku ji dergistî û delaliya xwe ya re name nivîsandine.. û ev nameyên wî jî çapîne.. |
|
12.09.2013 02:15 |
endazer
|
6. Bi rastî mîrovek bizdonek û newêrekê hem dixwazê evînêkî fewqulade bijî hem jî mîlena xanim gava derîyê dilê xwe jê re vedike..li hev şaş dibe û şaşomaşo dimîne ew gav di cîhê xwe de ditevize bo vî, bi vî şîklî li gor min, wekî pirranî xort û keçên kurda ye di ramanên mîjara eşkere eşqê de..yanê tu dibêjî hema bila ji kulekê de bê bikeve devê min qet hewldanêkî tînne, têr nabê gava mîlena xanim tê ba vî cur cur sedema davê pêşî, pê vî nemîne dûvre gava vî nabîne jî bi qehr û jana dilê xwe nameya dişîne jê re..Û xwe bi wan hêstan gelek diêşîne dawî de çi bû pirrî xwe êşand tehda li laşê xwe kir,ji kerba mire..lê nameyên ku şîyande mîlena re di gerdûnê de bi nav û deng bû..keçên wek min reben wana xwendin gotin qîzên xelkê re madem dinivîsînin çi kêmasîya me ji wan heye helbet xortek jî mere wisa binivîsîne û car kî bi bendewarek disekînin... Ez hên jî disekinim, lê mixabin kes nehatê, em jî di mal de man * |
|
12.09.2013 02:35 |
yasê
|
7. nivîskarê pirtûka the metamorphosis (bi tirkî weke dönüşüm hatiye wergerandin) e. bi qasê berî 10 salan, min vê pirtûkê xwendibû. wê çaxê min qet jê nekiribû. yanê, min tu aliyekê pirtûkê nedît ku heta roja îro di aqlê min de bimîne û bandorê li min bike. |
|
12.09.2013 09:18 |
simurg56
|
8. pirtûka delaliya xwe re nivîsandiye (bi tirki Milena'ya mektuplar) pır xweşe. jı bo hevalén evindar dikare alikarî bike* |
|
12.09.2013 11:17 |
che_mstry
|
9. nivîskarê ku hemû kêzik jê re spasdar in. berî pirtûka "veguherîn" (donuşum) mirov li ku derî kêzikekî bidîta pêl dikirê û dieciqand. lê piştî pirtûka kafka kêzik,di nav jîndaran da gellek populer û navdar bû. Ji ber ku kêzikan xistî nav wêjeyê û qada hunerê, her sal bi milyonan kêzik jê re mewlûdê didin xwendinê dûre jî piskuwît û loqim belav dikin. gorî îstatîstîkan di nav kêzikan de navên herî populer kafka,mîlena,kafkacan û mîlenaxan e. |
|
12.09.2013 14:58 |
tavgezokî
|
10. franz kafka niha saxbiya we twitter'é de gelek aktîf buya. |
|
12.09.2013 23:10 |
cudî
|
11. iŞEW EZ PIRTÛKA KAFKA XELAS BIKIM. emeriqa, mirovek balkêşi paşt mirina wi nivise vi hatin pirtuk u pirtuke wi çap buye...xwede rehma xwe like.. |
|
13.09.2013 14:19 |
elias
|
12. (bnr: gregor samsa) |
|
02.04.2014 18:16 |
nazim tolhildan
|
13. (bnr: veguherîn) |
|
10.02.2015 21:10 |
hûteheftserî
|
14. (bnr: kafkaesk) |
|
10.02.2015 21:58 |
seydayê_peyvan
|
15. armanca franz kafka qet nebû ku bê nas kirin. nivîsandin jê re bibû wekî stîleke jiyanê, wekî monologekî ji xwe tenê re dinivîsand, berhemên xwe jî çap nedikir, di jiyana xwe de tenê hinek kurteçîrok di pirtukekê de belav kir lê ew jî bêyî dilê xwe û bi daxwaza hevalê xwe helbestvan maks brod kir. her di destpêkê de poşman bû û nameyek ji xwediyê weşanxaneyê re rêkir û got: ''heger hûn pirtûka min çap nekin û paş de li min vegerînin dê gelek şa bim.'' lê belê nameya wî dereng gehişt weşaxaneyê û berhema wî di çapê de bû. franz kafka ji xeyala ku navê wî bê nas kirin bizdiya, rabû û çû cem pirtûkfiroşî û deh nisxe ji pirtûka xwe kirîn, jê hatibûya dê pereyê hemî nisxeyan dabûya de kesekî dî wan pirtûkan nekire. paşê bihîst ku 11 nisxe jê hatine firotin. kafka wekî ku nûçeyeke xirab bihistîbe sekinî û di ber xwe de got ''min deh nisxe kirîn gelo yê ku nisxeya yazdehê kirî kî bû''? piştî mirina xwe wesiyeta ku franz kafka ji hevalê xwe maks brod re hiştibû ew bû ku hemî tiştên ku wî nivîsîne bên sotin û kurteçîrokên wî yên ku berê hatine weşandin ji pirtûxane û pirtûkfiroşan bên berhev kirin û êdî belav nebin. lê belê hevalê wî maks brod ev daxwaz pêk neanî û got berhemên kafka emanet û mîrateyeke wêjeyî ne û mixabin ew mecbûr e ku ''xiyanetê'' li daxwaza kafka bike ne li emanetê ku teslîmî wî bûye. |
|
19.03.2015 20:52 |
remlavêj
|
16. encama hebûna bavê xwe ye. xwedê baveke wiha nede serê meriv. |
|
09.09.2018 20:36 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [2] |