1. mirovên ku goştê mirovan dixwin, yanê yamyam. di fîlman de pir tê bikaranîn lê di rastiyê de qebîleyên mirovxwer henin yan tunene nizanim. lê hema fikirîn jî mirov aciz dike. |
|
20.10.2016 15:25 |
nazim tolhildan
|
2. (bnr: pîra mirovxwer) |
|
20.10.2016 15:28 |
xwelî li ser
|
3. di zerdeştiyê de navê canawerekî tirsnak e, bi farisî merdxor¹ (مردخوار). eynî mîna şêrdal mewcûdatekî fuzyon e lê dê û babê wî wek şêrdal ne diyar e. carna ji dûpişk û mar û şêr pêk tê, carna jî serê mirovekê pê ve ye, carna bi lingê hespan dide dû mirov, carna jî bi nikilê teyrê bazan singê meriv qetqetî dike. di heman demê de arketîpa androphagosê yewnanî û sfenksê misiriyan e. |
|
29.08.2020 20:12 ~20:25 |
tizbîkêş
|
4. ji îranîya kevn (martya-χvāra) derbasî yewnanîyê (martikhóras) bûye jê jî derbasî latînîyê (mantichōra) bûye jê jî derbasî îngilîzîyê (manticore) bûye |
|
08.11.2021 20:32 ~20:32 |
keyomerd
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |