1. lîstikeke zarokatiyê ye ku me zarokan destên xwe bi hevre datiniya ser erdê û tiliyên xwe ji hev vedikirin. û ji rêzê ve bi gotina gotinên li jêr me tiliyan dêjmêrt. dema gotin qediyan, li ser tiliyê kê qediya be wî ev tiliya xwe digirt. dîsa û dîsa dubare dikir, hemû tiliyên kê pêşin biqede, wî qezenc dikir. |
|
07.06.2013 10:14 |
simurg56
|
2. navê lîstikeka bi tifalan re têye leyîstin e.. tê bîra min jinên di malê de lingê xwe bi erdê re berdidan yanî xwe dirêj dikirin lingê zAROKî DATANÎN SER Lingê xwe, bi destên xwe ji destên zarokî re digirtin û bi lingên xwe zarok hewa dikirin banî yanî berev jor ve bilind dikirin û di ber vê seremoniyê re jî tişteke wekê tiştanokan digotin.. |
|
28.10.2013 00:46 |
endazer
|
3. "nîskê, nûhkê, mala emedîkê, bî teqreqo sabînê, selam, eyşan xotûnêê..." |
|
28.10.2013 18:50 |
zero
|
4. hê jî li mala me ji zaroka re tê gotin; li erdê dirûnî, zarok dibî ber pişta xwe ji pêşîyê destê wî digrî wilê didî pişta xwe û berûpê berûpaş dibî tênî û vê civanokê dibêjî: |
|
12.01.2018 15:02 |
xendekî
|
5. Leystoka min û kurê min e. Dema em bicuk me ji vê leystokê pir hez dikir. Dixwazim kurê min jî bizane u bilîze. Loma hema her roj bi kurê xwe yê 10 mehî re dileyzim |
|
17.02.2019 23:17 |
feqiyêteyran
|
paşnavên komîk ên tirkî [2] |
|
nuhev.com [1] |
|
îngilîzî [1] |
|
zimanê zanistê [1] |
|
kişandin [1] |