Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 26 peyam
    ez xelef im - tirşik
    ez xelef im
    (3) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. ez xelef im xelef im

    hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

    ez xelef im xelef im

    êzdînşêr mîrê botan e

    xwedîyê şûrê bisedef im

    hawar e mîr hawar e mîr hawar e mîr

    xwediyê şûrê bisedef im

    êzdînşêr mîrê botan e



    nav eşîran bigef im

    hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

    nav eşîran bigef im

    êzdînşêr mîrê botan e



    ez xelef im xelef im

    hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

    ez xelef im xelef im

    êzdînşêr mîrê botan e



    ez xelefê kinik im

    hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

    ez xelefê kinik im

    êzdînşêr mîrê botano

    xwedîyê şûrê bişirik im

    hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

    xwedîyê şûrê bişirik im

    êzdînşêr begê begano



    nav eşîran birik im

    hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

    nav eşîran birik im

    êzdînşêr mîrê botano



    ez xelef im xelef im

    hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

    ez xelef im xelef im

    êzdînşêr mîrê botan e














    2013.07.12-01:10 | tavrosi

    2. ev stran ez ne şaş bim di dema serhildana bedirxan paşa ya li cizîra botan de li ser xeynetî û bêbextiya êzdînşêr begê pismamê bedirxan paşayî de hatiye gotin.. dema bedirxan paşa li hemberî dewleta osmaniyan serî hildide dewleta osmaniyan di berdêla çewalek tijî vir û bêbextî de êzdînşêr beg dikişîne ber refên xwe ve.. tabî wekê hemû qewl û soz û qirar û sondên roma reş ev jî pûç û bêbingeh derdikeve û êzdînşêr beg jî bi xweliya serê xwe ve tê sirgûn kirin..



    2013.07.12-04:03 | endazer

    3. şiwan perwer pur xweş dibêje wê strane



    2013.12.25-01:10 | xewnawe

    4. strana ku li ser xelefê şuvî u êzdînşêr ê mîrê botan hatîya gotin e.li herêma botan gelek stranek dengdayî ye.dawet u govendên me beyî vê stranê derbas nabe.heke em du botî bigihî hev,em govend bigrî bizane ku strana yekem ev e =) hayy hayy ez xelef iiiiiiiiiiim xelef im hewar mîr hewar e mîîîîrr



    2014.01.13-12:25 | feqiyêteyran

    5. strana ku bi muzîkên kardeş türküler xweştir bûye ye.














    2014.12.08-11:46 | xwelî li ser

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.28-01:05 | jovan bervaj

    7. -Wa Êzdînşêr mîrê Botan! Ka kê pişta xwe spartiye Romiyan e. Tu dibêjî Xelef ditirse ji meydan e. Ka were em îro deqên xwe li hev bidin. Emê bibînin ka kî berx e, kî beran e. Pêş de were!

    - Hêêêy lo hûn dibînin kom û berên me hatine hemberî hev şer dikin looo.. Xelefê Şûvî, Êzdînşêr mîrê Botan. Hêêêêy Êzdînşêr derkeve meydan e. şer şerê me ye!



    2015.02.26-19:43 | xendekî

    8. Straneke gelek gelek xweş e. gava nû ya ez bihîstibûm çend xweşa mi çûbû. Hê jî ez guhdar dikim.



    Hetta ez ê biçim li mijara " stranên ku tirşikçîyam vê gavê felan û bêvan" binivîsim. Heke keyfê min bixwaze ez lînk jî bidim *



    2015.10.21-00:23 | endazyar

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    survival of the fittest [1]
    (bnr: bijartina xwezayî) di vê gotinê de wateya fittestê ge...
    li instagramê nivîsandina bi çend zimanan [1]
    Mirov çend zimanan zanibe, di jiyana xwe de çend zimanan bi kar bîne h...
    navên tewşomewşo a nivşa nû li zaroke xwe dikin [1]
    navê kurik danîne "rojvan". min ji diya wî pirsî ka wateya n...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xelefê şûvî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî