1. nivîskar û ramanwerê tirka, di sala 1916an de li reyhanli yê hatiye dine.di nava rewşenbîrên tirka de kesekî baş nehatiye fehm kirin.her deme wekî kesek tene jiya yê.di pirtûka xwe ya" bu ülke"de dibêje ku dema li hatayê xwendekar bûye memduh selim beg mamoste yê wî bûye .di sala 1987an de li stenbolê miriye |
|
14.05.2014 22:28 |
newenda
|
2. Bavê Civaknas Ümit Meriç e. min çend kitêbê wî xwendibû, fikrê wî zelal û kûr e, nerîna wî objektîf e. |
|
31.10.2014 09:59 |
mîr
|
3. rewşenbîrê ku berê bi bayê sosyalîzmê dawiyê jî li bin bana îslamê raman û nêrînên xwe kur kiriye. dema şiroveyên wî ya qala şaristaniya rojavaya dinyê bê xwendin, xwendevan divê ferheng û çavkaniyên wêje û werara ramanên rojava baş zanibe. hek ne wanî be, rûpelên pirtûken nivîskar wateya xwe ya giran pir tişt nade kesekî. îqtibaskirin mîna legoya zarokan hatiye ser hev du û min xêndî berhemên wî, nedîtibû ku di lêkolînên tirkan de wekî hunerî hatiye bikaranîn. selim ışık-ê oğuz atay a tutunamayanlar nefretî jêrenot û pêşgotinan dikir. hek ew bu ülke, kırk ambar-1 û 2 ya cemil meriç bixwenda ewê gêj biba. |
|
29.11.2014 10:25 |
biruya hayao miyazaki
|
4. Edîtora weşanên avesta abdullah keskin gotubêjekî xwe de gotibû, "min navê avesta cara ewil di nava jurnalê kitêba ya cemil meriç ê de xwandibû" |
|
29.11.2014 11:56 |
mîr
|
5. Min matmayî hiştiye. Bi xwe pirtûkxaneyekê dewlemend e. Dema pirtûkên wî dixwînim dibêjim gelo ev çi ye mirov çawa dikare wisa bifikire û binivîse. |
|
26.10.2020 19:20 |
yûsiv
|
6. cemil meriç/127708 ew ji bo min bû weke dejavû. |
|
27.10.2020 07:34 ~07:35 |
cinorek
|
7. Min pirtûka wî ya "Bu Ülke" xwendibû. (Hêj di pirtûkxaneyê min de ye.) Min tim difikiriya , gelo çima di "Bu Ülke" ya xwe de behsa Kurdan nekiriye? Ma di "Bu Ülke" ya we de cihê Kurdan nîne? Belê , mixabin nîne... |
|
31.12.2022 10:11 ~10:12 |
bakur.nekure1
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |