40555. bere ji binî were qedexe kirin, jiber ku yên ku wergerê dikin zererê digihênin kurdî. sentaksa zimên xera dikin. bi bandora zimanê tirkî re mêjiyê wan bûye çeqilmast. pirtûkên ku bi ingîlîzî, rûsî, fransî û zîmanên dî hatine nivîsandin ji wergera wan î tirkî careke dî di wergerênên kurdî. ma wê çawa bi pêş bikevê? pirtûkên ku bi rûsî hatine nivîsandin divê ji rûsî werine wergerandin, berhemên zimanên dî jî wilo. |
|
15.06.2013 00:28 |
azadixwaz
|
59296. Werger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. Bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. Komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. Derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û kelk û çej ji wan bigirin. Ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. Du ziman û çanda dide berhev. Ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire, li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. Herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. Çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. Kirasê teng diçirîne. Dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike. |
|
29.06.2013 12:10 |
simurg56
|
61883. werger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û kelk û çej ji wan bigirin. ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. du ziman û çanda dide berhev. ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire, li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. kirasê teng diçirîne. dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike. |
|
26.10.2013 15:08 |
tariq
|
62287. tiştê ku pêşeroja jiyana min da dixwazim di warê aboriyê de bikim. weşanên li ser aborî mixabin di zimanê me da pir kêm in. |
|
07.06.2013 13:56 |
endazer
|