1. libasê ji sarma yê diparêze. çakît |
|
05.06.2014 22:32 |
ciwanpiroz
|
2. li cem jê re dibêjin sermil.. sermilê xwe bide ser milê xwe, tu wê bicemidî, berçavka xwe bide ber çavê xwe, tu wê li nav guhê dîwarinan bikevî.. filan.. |
|
05.06.2014 23:38 |
endazer
|
3. navê kurteromana gogolê ye ku ji aliyê cemil oguz ve hatiye wergerandin û di 2008ê de ji aliyê hîvda ve hatiye çapkirin. hejmara rûpelên serpêhatî 39 e, bi giştî pirtûk 45 rûpel dike. gelek ji we reng e bihîstine ku dostoyevskî gotiye: em hemû ji sakoyê gogol derketine." pirtûk li ser memûrê bi navê akakiy akakiyevîç e. bi xwe dişibe pincaran û hema em bi hêsanî dikarin bibêjin ku fotosentezkirina wî nehatiye qalkirin. dema mere çîrok dixwînin dil ji rebenbûyina vê afirÎDEyê dixele. heta min qedand hilma min jê teng bû. |
|
24.09.2015 11:48 ~11:49 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |