Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 33 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê
peyamên çepikkirî

145136. Ez qet neçûme Başûr. Lê li derveyê welat gelek hevalên min ên Başûrî çebûn. Niha li Başûr rewş çawaye nizanim, lê Kurdên başûr ên li welatên din dijîn ji tirkî û erebî zêdetir bi îngilîzî re eleqedar dibin. Mînakî, komek WhatsApp-ê ya me hebû ku bi tevahî ji hevalên Başûrî pêk dihat. Xwendekar bûn. Ew bi piranî li wir bi îngilîzî hevûdu xeber tidan. Ev jî şaş e ku ew li şûna kurdî îngilîzî tercîh dikin, lê qeneh zimanê dagirkerên xwe tercîh nakin.

Werhasil, mijara zimên mijarek girîng e. Dive em hemû partiyên kurdan li ser wê meseleyê rexne bikin. Wek mînak birêz omer ku yek ji parlamenterên Partiya Dem'ê ye, pir baş piştgiriya zimanê kurdî dike. Rexne ji bo ku hemû kesên ku dê kurdan temsîl bikin bila zimanê kurdî hin bibin û weke birêz omer jê xwedî derkevin tiştek baş e.



01.06.2013 01:27 | simurg56