Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    32 mijar û 37 peyam
    berxwedan yaruk - tirşik
    berxwedan yaruk
    (2) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Yek ji fenomenên twitterê ye .

    eslê xwe kî ye çi ye çi karî dike nizanim lê bi qasê ji twitterê dişopînim mirovek xwediyê nêrînek demokratîk e . di nav kesên wî dişopînin de gelek tirk hene .

    xwedê jê razî, tweeta ku min ji bo danasîna tirsikê nivisîbû retweet kir .



    2013.07.15-00:02 | brusk56

    2. bi qasî ku ez dizan im ji farqînê ye.

    di vê malperê de jî dinivîse.

    http://www.amidakurd.net/niviskar/berxwedan



    2013.07.15-01:26 | gulan

    3. şêrê zozanan, kelemê pêş çavê dijminan



    2013.08.22-09:15 | quto

    4. li gorî zanyariyên ku bi riya twitterê bi destê îstîxbara tirşikê ketine, yek ji nivîskarên tirşikê ye, lê bi çi navî dinivîse, di tirşikê de çi qas aktîv e, bes xwudê zane..

    neyse bi qewlê stranbêj û ramawerê mezin ê kurd abbas ehmed, mesele ne eva!

    nexwe çi ye mesele? min niha li hesabê wî yê twitterê nêrî, zêdetirî 30 hezar kes (bi nivîsê, bi tîpên latînî, sih hezar kes) hesabê wî yê twitterê teqîb dike, min li çend wêneyên wî yên li ser hesabê wî nêrîn tu tişteke ekstrem ku mirov bêje ev mêr be nexwe ez çi bela xwudê me, li ber çavê min neket.. min zêdetirî sed tweetên wî xwendin, bi piranî li ser rojeva tirkiye û bakurê kurdistanê twîtandiye û hema bêje di her tweeteka xwe de bi zimanê dil û kezeb û wicdanê axiviye filan..

    paşê min çavek li hesabê xwe yê twitterê gerand, teqrîben 250 şopîner, min li wêneyê xwe yê twitterê nêrî, smbêl be simbêl, tu bêjî serûçav, kêm zêde levhatî ye, tu bêjî sekn û îmaj, ew jî ne xirab e, paşê min çavê xwe li twîtên xwe gerandin, hemû jî tê bêjî qey ji devê qencekî xwudê derketine, hemû li ser başî û qenciyê filan, ne dijûn ne heqaret ne dilşikên û dilhêlanek filan..

    ez dirêj nekim, piştî vê hevberkirina têr-trawma-jîk min heq da gotinên bavûkalan, birastî jî wextê xwudê dide nabêje tu kurê kê yî, nabêje, tu berxwedan an endazer î..



    2014.03.02-02:39 | endazer

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.02-10:13 | ciwan

    6. xwediyê rêzenivîsên "nedir bu demokratîk modernîte"yê ye.çi qas rast e nizanim lê bawer e demekê editoriya kovara demokratik moderniteyê kiriye



    2014.03.02-14:04 | cekdar

    7. Kurdê ku Kurdî ji bîr kiriye ma ne şerm e qaşo silîvî ye...

    Ku ez dizanim silîvî ji zimanê xwe hez dikin û qedr û qîmeta wî dizanin.

    erê bi kurmancî dizane lê di nav wan tweetên xwe yê entîke de çend heb jê bi Kurdî ne?



    2014.07.10-10:56 | gulan

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.05.04-00:45 | elegez

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    klavyeya kurdî [1]
    Dema komberseka min ya bi windowsê hebû, nameteka mezin bû. Xê...
    ford focus [2]
    Eyb e ez bêjim lê erebeya ku ez bikartînim e. Lê ya min modela 2012ê y...
    diran [1]
    Xweşbûn û lihevhatîbûna diranan bi temamî genetîk e. Belê teqez bandor...
    duçerxe [1]
    di sala 2000an de min duçerxeyekê ecibadibû û min şanî bavê xwe da. wê...
    mala minê [1]
    Ji bo sê beşên ewilîn dikarim bêjim rêzefîlmeke serkeftî ye. beriya ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » berxwedana kurdistanê

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî