Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tim û tim bi telefonê mijûl bun
peyamên çepikkirî

51810. bi taybetî jî di metropolan de gelek bi hêsanî tê dîtin..

lê divê mariv bi yek-çavî lê nenihêre, hûn ê bêjim çima?

her dem û serdem û heyam li gor taybetî, pêşveçûn û geşedanên mirov, mirovahî û cihanê teşe digire.. hin kes dibêjin sed sal berê ne wisa bû, di malan de ceryan jî tunebû, dema tarîtî û zilûmata şevê, şevê zeft dikir, herkes li derûdora agirekî, findekê diciviyan û şevbûherkan dest pê dikir û şêniyan kêf dikir falan û bewan... îcar ez bipirsim; gelo mirov guherîn an jî teşeya cihanê?

tabî teşeya cîhanê guherî kakacan. heke mariv here sê hezar sal berê hingê mariv dê bibîne ku wan deman jî tiştên ku sed sal berê hebûn, tunebûn. lê mirov her eynî ne, heman in.

yan qenc in, yan qirêj in; aramî û aşitî jî heye, şer û pevçûn jî heye, dilpakî û dilsozî jî heye, zikreşî û çavnebarî jî heye, niha jî heye, beriya niha, hezar sal berê jî hebû, dê siberojê de jî hebe yanî yên diguherin ne mirov in, cihan e. û gelek normal e ku bi guherîna cihanê re mirov jî biguhere, axaftin, sohbet, hevaltî hwd.. tiştên baş in lê ev nayê wê wateya ku formata wana difelişe... bi guherîna cihanê, têgihîştin û mejîyên mirovan jî diguhere..

jêrenot: dema ku nû hatibûm stenbolê, helwest û tevgerên stenboliyan ez şaş metal hêliştibûm, di destê herkesî de telefon û di guhên wan de mûzîk.. kes li kesî nanêre û kes bi kesî re napeyive; min gotibû ev çi ye? ev dinya û çandeke çawa ye? axirê mehekê jê derbas nebû, ez jî bûm wek wan. yanê robot!

jêrenot2: di navbera mala min û nexweşxaneya ku têde dixebitim de saetek rê heye, û di heftê de pênc roj diçim û têm yanê dike deh saet rê.. ger hûn bin hûnê çi bikin? mariv ji ecizî û bêçaretiyê, xema dilê xwe pê telefonê direvîne.. mesele bi kurtasî ev e



08.06.2013 14:50 | simurg56