Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    django unchained - tirşik

    koleyek rizgarbûyî û bûyî azad, bi alikariya nêçîrvaneke seriyan, hewl dide ku jina xwe ya ku hê kole ye, rizgar bike. ...
    (4 şîrove)
    django unchained
    (0) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. fîlmeka quentin tarantino ye, fîlm sala 2012an cara pêşiyê li amerîkayê ketiye vîzyonê de, di fîlmê de lîstikvanên wekê jamie foxx, christoph waltz, (bnr: leonardo dicaprio), (bnr: kerry washington)û (bnr: samuel l. jackson) dileyîzin.

    fîlm mijara xwe ji çÎrokek ji çîrokên şerê navxweyî yê amerîkayê yê heyama sedsala 19an distîne. rêya reşikek kole bi navê django û bijîşkek alman bi navê dr. schultz awayekî ji awayan li hev rast tê û li hev diherbile, dr. schultz tawanbarên qaçax digire û dikuje û serê herê tawanbarekê kuştî pereyan qezenc dike, xwedî û efendiyê berê yê django jî yek ji wan tawanbarên qaçax e ku dr. schultz şopê li ser digerîne, piştî qederekî êdî django û dr. schultz dibin şirîkê hev Û bi hev re derdikevin rav û nêçîra tawanbaran, piştî ku bi hev re têr ditamijin bêhna xwîn û kuştinê, vê carê jî bayê felekê berê van herdu şirÎkan dide ser qonaxa candylandê.



    ez dirêj nekim ji bo wan kesên hez ji fîlmên westernê dikin, xêra xwudê ye, jê nemînin, temaşe bikin an bi qewlê toriyan berê xwe bidinê û lê bihesînin.



    2014.11.20-20:21 | uciezkvidyêvp

    2. Fîlma herî vala ya quentin tarantino ye. Bi kuştina mirovan ve fîşalkirina xwîna diherike pêştir tu rêx tuneye.



    2014.11.20-20:56 | nazim tolhildan

    3. fîlmek xweş e. li gel dirêjbûna xwe jî mirov aciz nake û nahêle mirov dema mayî kontrol bike. te dît di hinek fîlman de mirov fîlmê disekinîne û lê dinêre ka çend deqe maye...

    tiştek ecêb e ku di fîlma derhêner ya berî vê de inglourious basterds de, derhêner rîtibû devê elmanan de lê di vê fîlmê de vê carê dilê elmanan xweş kiriye. heçko lêborîna xwe ji wan xwestî..



    2014.11.20-23:28 | simurg56

    4. Fîlmekî efsane ye. Muzîk, diyalog, cil, lîstikvan... Gelek caran hêliştiye go ez lê temaşe bikim.

    Kêfa min zehf vê seyneyê re










    Yaw ma ew şef çiqa yekî ji xwe bawer e. Bi dengê xwe, rûyê xwe, bedena xwe lîstikvaniyeke bêhempa kiriye. Belkî bîst caran min li vê sahneyê temaşe kiriye.

    Û ji vê seyneyê re hat. Ew stephen yê qûnreş, cerdevanên me tênê bîra min *












    Django, ji koletiyê xelas bûye û bi alîkariya camêrekî alman dikê go jina xwe ji bin koletiya dewlemendekî ji Mississippi xelas bikê.

    Django, yekî jîr û jêhatî ye. Mêraniyê ji ti kesî re nahêlê...



    2018.05.03-02:31 [guhertin:2018.05.03 02:35]| gumgumok

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ulysses [2]
    Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyara min heye. D...
    nifşa pokemon [1]
    xwezî bi wan rojan ❤
    ...
    selahattin demirtaş [1]
    berî çend rojan ji doza xwe ya sereke, bêguneh hat dîtin. di dozekî di...
    hafiz nazerî [1]
    kurê stranbêj û hunermendê navdar ê ji rojhilatê kurdistanê, (vbnr: şe...
    nivîskarên ku nikarin lînkan bi saxî û silametî bidin [3]
    ji bo yên nû, çareserkirina vê wiha ye: pêşîyê em bikin du beş: (s...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » django unchained
    » unchained melody

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî