1. taybetiyeke li ferhengên înteraktîfê ye. nivîskarek yan zêdetir, qala mijarekî giştî(mînak pirtûkên romannûsekî, fîlmên derhênerekî, agahiyên bajarekî yan jî mijarên taybettir mîna romanên polîsiye, fîlmên bi temaya hevzayendî yan jî têgehên bijîşkî hwd) sernivîsekî vedike. di peyama ewil de pêşgotinek kin an jî dirêj dinivîse û gorî kêfa xwe plana rêzepeyamên xwe bi nivîskaran parvedike. hek bixwaze piştî zêdekirina her peyamekî qala rêzepeyamên xwe, dikare vegere ew mijara giştî ya ku ewil vekir û nivîsand û li wir bi bijkoka bnr an jî vbnr-ê ew peyamê jî nîşan bide. aliyê din li bin her peyamên vê rêzê jî bnr-ekî navê mijara giştî tê dan. rêzepeyam ji bo tiştê ku nivîskar hezdike, ji bo ji nivîskarên din bi naskirin tê çêkirin. armanc serê xwe ev e. ji xwe nivîskarbûna li ferhengê piranî ev e. piştî serkeftina ekşisozlukê ferhengên bi serê xwe bi vê bikaranîn jî hat vekirin. |
|
29.11.2014 11:20 |
biruya hayao miyazaki
|
2. (bnr: cerrahiya giştî) |
|
29.11.2014 12:06 |
simurg56
|
3. mijareke bala min kişandî. pir kêfa min jê re hat û bi min gelek baş e jî. niha ez bi hîseke xurt dixwazim rêzepeyamekê bidim destpê kirin lê wê ne rehet be û hêvîdarim ku serkeftî be, ku destpê bike. |
|
29.11.2014 23:42 |
azadixwaz
|
4. piçek jî encama tirşikê de derbarê mesleka xwe de nivîsînê ye. |
|
30.11.2014 20:20 |
simurg56
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |