1. xwarineke pir bi nav û deng e. bi hevîr ve di firneyan de tên çêkirin. li ser de jî kuncî tê reşandin. çêkirina wê hêsane û bi rastî di tê de tişteke başkêş jî tuneye, hema hevîr û kuncî tenê ye. lê tehma wê weke mûcîzeyeke xwezayê pir xweş e. |
|
29.11.2014 15:06 |
nazim tolhildan
|
2. xwarineke pê fiyetê wê hesab tê çêkirin. |
|
29.11.2014 15:51 |
mîr
|
3. Li Stembol leyistokek e. Zarokek pişta xwe dide dîwarek û hevalên wi/wê jî li derdor e. Zarokê ku pişta xwe daye dîwar bi qirîna Siimiiiiiittttt banz dide û ger yek ji hevalan zeft bike, bi hev re evê ku hatiye girtin lêdixin û ew dibe "ebe" . Ger ku zarokê ku dibêje siiiimiiiiittt nikare yek ji hevalên xwe biqefilîne îcar yên din heta bigihêje cihe xwe li wî dixin. |
|
02.01.2017 16:29 |
komara parîsê
|
4. li dîlokê navê savara hûr e. loma dema kebaba simîtê tê gotin, divê kebaba rihayê ya bi savara hûr, were fêhmkirin. |
|
02.01.2017 19:46 |
simurg56
|
5. nanê mîna gustîlk gilover e tevî kuncî. simîtfiroş li cadeyên almanyayê tunene. ez bawerim li güneydoxû simîtfiroş li cadeyan digerin, tepsî datînin ser serê xwe, simîtan mîna forma pîramîdên misrê datînin ser hev, bi destekî kêleka tepsî digrin, bi destê din jî difroşin. |
|
02.01.2017 20:04 ~20:05 |
hola êzîda
|
6. Li guneydoxuyê hîç neçûme ji lewma nizanim lê di bakûr de raste wilo difrojin. |
|
02.01.2017 21:05 |
rûbar
|
7. Lîstika me jî dilîst. Me giroverek çê dikir û em li gorî wê direviyan. |
|
02.01.2017 21:30 |
berxweda
|
8. simît û avdew jî bi hev re xweş diçe.. |
|
02.01.2017 23:08 |
bûtîmar
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |