Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
la luna - tirşik
la luna
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi zimanê îtalî û latînî; heyv e..

û fîlmeka sînemayê ye.. di sala 1979an de bi derhêneriya bernardo bertolucci hatiye kişandin.. ji ber mijara xwe fÎlmeke sansasyonel e ji ber ku fîlm behsa têkiliyeka di navbera dayîkek û kurê wê de dike ku ev têkilî nêzikî ensestê ye.. di fîlmê de jineke stranbêja operayê bi eslê xwe îtalî bi mêrekî amerîkî re zewiciye û kurekê wan heye, li amerîkayê dijîn û halûwextê wan jî têra xwe xweş e, hêj di destpêka fîlmê de yanî hêj şerîda fîlmê li dora bobînê zêde negeriyayî mêrik bi erebeya xwe, xwe li bin guhê dîrekekî dide yanî qesta canê xwe dike û dimire.. pê re jinik kurê xwe jî dide cem xwe û vedigere îtalyayê.. li îtalyayê piştÎ ku kurik bêbav dimîne û dayîka wî jî zêde ser nasekine û guh pê nadiye feqîro dil dikeve depresyonê û meyl û mereqa xwe berdide ser tîryakên tevzîner û hişbir, dayîka wî dema dibîne ku fêrisê kura ji dest diçe, gellekî li ber dikeve û pê diqehire ji bo ku kurê xwe cardî li xwe vegerîne û ji tiryakê xilas bike bi eleqeyeke ekstrem ku digihije heta ensestê nêzikê kurê xwe dibe filan.. fîlmeke baş e lê zêde dirêj e yên darî fîlmê bikin belkî li cem xwe dijûnan bikin derhênerê fîlmê û bêjin qey çîrokeke awarte ye li jiyana reel tişteke wiha nîne lê belê di nav gelek civakan de ku civaka kurd jî yek ji wan civakan e têkilÎ Û eleqeya di navbera kur û dayîkan de hema bêje di vê derece û di vê buûdê de ye, ya ku çÎroka vê fîlmê ji çîrokên din ên jiyana reel cuda dike tenê nêzikatiyeke seksî ye.. li dora xwe binêrin ka çend kur ji ber hejêkirina dayîka xwe bi awayekî dev ji jina xwe berdidin an çend dayîk ji bo kurê wê dev ji jina xwe berdide planan datînin..



26.12.2014 05:14 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî