Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; argo û çêrên kurdî
peyamên çepikkirî

54733. -Quzê zinêkirî, firaxa spîkirî: Li nav pîrekan tê gotin bi piranî, wexta ku bawer dikin ku qîmeta jina qehp ji a hur bêtir e, zilam bêtir ji wê hez dikin, wisa dibêjin. Erê dayê siûda wê heye, berê gotine quzê zinêkirî firaxa spîkirî.



-Fistiqandin: Di nav axaftinê re gotina tiştekî nelirê, şepilandin. Mînak, ''Dêqehpo, min ew qas ew temîm kir, dîsa fistiqand.''



-Fiskirandin: Ji ber çavan wenda bûn, bi fisekî revîn. Mînak, ''Tew min nerî ku zilamê min fiskirandiye.''



-Rebbê yekî leqandin: Malik lê xera kirin, Jiyana wî mehf kirin. Mînak, ''Kero tu bise, ma ne ez ê rebbê te bileqînim!''



-Qûna xwe li avê xistin: Ji bo tiştekî ne mimkun tê gotin. Mînak, ''Here qûna xwe li avê xwe û were, ez ê vê tizbiyê bidim te.''



-Quzê Gurê pê re bûn: bisiûd bûn. Mînak, ''Bêbavo, quzê gurê pê re ye.''



-Barûte: Bêkêr, sîpe, serserî. Mînak, ''Ew mehel tije barûte ne.''



-Çilfisandin: Dizîn. Mînak, ''Te ev sol ji ku çilfisand?''



29.06.2013 12:10 | simurg56