1. mirovekî ku bi navê ey malperek xweş heye (http://www.bedelboseli.com/) min teze ji hesibim lêbelê xuyaye ku mirovek welatperver e. |
|
14.02.2015 17:01 |
cinorek
|
2. Bedel Boselî li ser malpera xwe ya fermî xwe wisa dide naskirin: (fermî: Bedel Encu, z. 25 adar 1980, Bêjih, Qilaban, Şirnex, Bakurê Kurdistanê pisporê medyaya dijîtal û dîplomasiya dijîtal e. Nivîskar û rojnamevanê kurd e. Pirtûkek bi navê "Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê" weşandiye. Di warên SEO (Search Engine Optimization, webmaster û dublaja kurdî de jî pispor e. |
|
12.06.2020 12:07 ~12:11 |
kajav
|
3. min jî berî niha bi 2 salan li ser youtubê qenala wî dîtibû. |
|
12.06.2020 14:39 ~14:43 |
merwano
|
4. Li gor gotina wî sê meh e ser ev vîdeo xebitiye. Kedeke mezin heye; |
|
06.08.2020 22:50 |
kajav
|
5. Ji gundê bosela ser zaxo ye, sindî ye. Xebatên wî yên ser dîroka kurdan hinek dişibe mantiqa dîroknasîya tirkan. (bnr: berde binê te erde) |
|
07.08.2020 21:49 |
hespêsor
|
6. Camêreke li ser kenala xwe ya youtubeyê behsa dîroka kurd û kurdistanê dike ye. Rûken û xwînşêrîn e. Car caran vîdyoyê wî derdikevin pêşberî min û heya endamê kenala wî me. Lê mixabin xebatên wî bi tirkî ne. Şêwaza vegotina wî aram e. Wekî ku ji kera re bibêje, hêdî hêdî yeko yeko dibêje. |
|
07.08.2020 22:16 |
tîrêj zana 21
|
7. bedel boseli can e,ez zude wi dışopinım camere ,zılame ,netewperwere, tışten heja çe dıke. ger bıbe ıdol bo zarya * |
|
08.08.2020 13:06 |
keskesoor
|
8. ji gundê bêjuha ser qilabana Şirnexê ye. Jixwe paşnavê wî encû ye. |
|
08.08.2020 13:12 |
berbest
|
9. Belê ez rêz digrim xebatên wî re lê vîdyoyekî ku saetek kişandiye ku mirov bixwaze agahiyan ku besel daye ji werbigre ew agahî dibe ku 10 xulek bikişîne.50 xulekên din de dibêje bibe abone , vîdyoyên me bişopîne , em ê pêşerojê de wî mîjarê jî bidin nîşan filan û bêvan in. |
|
08.08.2020 19:30 |
brzn
|
10. pirêzeeeeeeeee!.. hêdî berde tu yê biçirî kes nikare te bidirû.* |
|
09.08.2020 16:23 ~2020.08.28 14:25 |
ezcan
|
11. bedel boselî berê binnivîsa dikşand binê videoyên kurdiya soranî gava min bihîst qanala xwe dizayn kir ye û dest bi videoyê dîrokî kir ye min go ka ez lê binerim. . |
|
28.08.2020 00:36 ~00:38 |
shwinsherm
|
12. ecêba giran, bûye heqparêz û ser twitterê şaşitiyên di nav pdk û saziyên nêzîkî pdkê de weke tovê genim direşîne. Bawer nakim di encamê de tiştekî erênî çêbe. Alîgirên pdkê ser îkonên kurd, kurdî, "başûr"¹ êrîşî wî dikin û gotinên nexweş dibêjin. Dîsa weke li her derê cîhanê îqtîdar her tim mafdar tê dîtin. #MeToo ;) |
|
15.04.2021 02:42 ~02:53 |
ezcan
|
13. rûyê wî pir mîna rûyê ibrahim halil baran xuya dike. Fikrên herdûyan jî zêde cûda ninûn. Ewqas ku di heman demê de herdûyan jî rexne li sîstema başûr kirin. |
|
16.04.2021 08:55 |
cinorek
|
14. her rexneyeka wî ya ji bo xelkê başûr û hikûmeta başûr di cih de ye. kurdên li vir ji ber dijayetiya pkkê bi serê başûr sond dixwin hefteyekî di nav sîstema başûr de bijîn wê heft xweziya xwe bi welatê lê dijîn bînin. tembiya min li ciwanên kurd rûnin ser dûvê xwe ji xwe re bixwînin an jî ticaretê bikin û heta ji wan tê xwe ji hemû partî û rêxistinên kurd dûr bigirin. hemû heta qirikê di nav de pîsitayê de ne. |
|
17.04.2021 12:56 ~2022.01.13 11:21 |
endazer
|
15. îfşakirina pîsîtiyên siyasetmedaran bû mode. îca bedel boselî xwe kir mîna sedat peker û daket meydanê. Here lînkê |
|
23.05.2021 17:28 ~17:29 |
ezcan
|
16. dendikê zebeşan dideynim kêleka xwe * |
|
23.05.2021 21:02 |
merwano
|
17. Halê me Kurda ev e |
|
23.05.2021 21:40 |
ysfcevher
|
18. nikarim bi ti tiştî wî bawer bim. li ser serbest ferhan sindî gotiye daîş e û lema ji başûr hatiye qewirandin. ne ku diparêzim bileks qasê misqalek jî dilê min bi sindî venebûye lê qilafeta bedel jî diyar e. Mirov bê delîl çawa û çima îdiayên wiha belav dike, nizanim. |
|
24.05.2021 02:19 ~02:20 |
asîmanê sêwî
|
19. Youtuberê Kurdan e çend ergenên mîna xwe kom kiriye li dora xwe û ev çend zeman e bela xwe derdorê dide. Dibêje Serbest Ferhan Sindî nikare here Başûr, qedexa wî heye lê keça Sindî hevala min e û dizanim her sal çend caran malbata wan tev de bi hev re diçin Başûr ger û betlanê * Tu derewan dikî qet nebe piçekî lêkolînan bike. |
|
24.05.2021 10:22 ~10:21 |
biaqila malê
|
20. Pir teqlîda tirkên nijadperest dike. |
|
24.05.2021 14:00 |
cinorek
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |