1. muzîkjen û stranbêjê hêja yê Amedî ye. du albumên wî hene ku navên wan jehr û wenda ne. |
|
15.06.2013 00:25 |
azadixwaz
|
2. rûyê hêvî û ronahiyê ye ji bo siberoja mûzîka kurdî ya modern.. ne tenê bi dengê xwe yê xweş û şîfonî herwiha bi stîla xwe û bi cihdan û qedirandina helbestên şairên kurd ya di stranên xwe de jî gavek du gavan li pêşiya stranbêjên hemta û hempîşeyên xwe ye.. tevî mûzîsyeniya xwe eger ez ne şaş bim li zanîngeha artûklûyê di beşa avahîsazîyê de jî akademîsyen e.. heta niha beşdarî çend aheng û konsertên vî camêrî bûme û bi dilek saf û paqij dikarim bêjim ku performansa wî ya ser sehnê ji ya qeydên stûdyoyê sed qetî xweştir e.. ji albûma xwe ya dawîn ji bo stran pismamo -ku beşek ji helbesteka cegerxwîn e- vîdeo-klîbek ku ji ber dîmenên kurtefîlma derhênerê kurd arîn înan arslan ya bi navê sî û bayê hatiye girtin amade kiriye.. dema mirov darî vê vîdeo-klîbê bike ne mimkun e ku xwe ragire û negirî.. |
|
15.06.2013 23:37 |
endazer
|
3. çima mûzîka rêzefîlma trt6ê, cîran cîranê çêkiriye nizanim. |
|
22.06.2013 23:34 |
simurg56
|
4. STRANBÊJEKI NÛJEN E Û HER WISA. LI ZANÎNGEHA MARDIN ARTUKLU'YÊ DI BEŞA MÎMARÎYÊ DE HÎNDEKAR E. |
|
22.07.2013 04:16 |
seydayê_peyvan
|
5. malpera wî ya fermî ev e: http://mehmetatli.com/ |
|
30.08.2013 10:24 |
simurg56
|
6. bi eslê xwe zaza ye û hinek stranên xwe yên bi kurmancî û zazakî wî bi xwe nivîsandine, lê qasê zanim baş bi kurmancî nizane. ji ber wê yekê jî gotinên hin stranên wî hinekî qels bin jî bi deng û şêwaza xwe vê yekê zêde nade hîskirin. |
|
30.08.2013 12:01 |
azadixwaz
|
8. stranbêjê ku ew stranên kevn û kevnare bi şêwazê xwe yê resen ve ji nû ve şîrove û zindî dike ye. |
|
20.12.2013 20:19 |
azad zagros
|
10. stranbêjêk kurdî yan modernê. ye.dengê wi wek qadifê ye,narîn ê.nav zaza û kurmancan mezin buyê.lewma zazakî jî kurdî jî dizane.carna dengê wi meriv dike melankolî ye. (bnr: dengê dilemin) |
|
03.02.2014 14:22 |
maryam
|
11. helbesta arjen arî a (bnr: "mihemedo") çawa beste kiriye ez ecêb dimênim. coş û kerb hev re didê me. |
|
25.02.2014 23:54 |
rêzan
|
12. li gorî kurtepistên kulîsên fakûlteya mîmariya zanîngeha artukluyê, albûma wî ya sêyê ya solo di rê de ye.. kemal varolê şair ê hemşeriyê wî jî wê rojê li ser hesabê xwe yê facebookê gotibû; min guhdarî çend stranên ji albÛma nû ya memet atlı kir, ya rebbî şikrê te hemdê te ji bo dengê mehmet atlı! |
|
23.04.2014 23:20 |
endazer
|
13. di muzîka kurdî ya nûjen de stranbêje ku ez herî zêde serkeftî dibînim û jê hez dikim e. |
|
23.04.2014 23:36 |
oxir
|
14. dibêjin hindik maye ku albûma wî derbiçe lê ev çend meh in hêj tiştek tune ye. em li bendî ne. |
|
23.05.2014 11:27 |
kurê xelkê
|
16. albûma wî ya bi navê birîn derkete çend ro berî. |
|
13.06.2014 16:01 |
kurê xelkê
|
17. çend stranên wî yên ji albûma sêyem ya bi navê birÎn ketine ser youtubeê.. ji xwe hêj albûm derneketî kavo û birÎn ketibûn ser youtubeê Û ruşda xwe selimandibûn, van çend rojên dawîn çend stranên dÎ yên ji albûmê yên wekê karanfil eker misin, pêşiya malê, gula ber bîna min, talde jî ketine ser youtubeê.. min guhdarî kir kêfa min ji herdu stranên ewil, karanfil eker misin û pêşiya malê re hat, gula ber bîna min jî ne xirab e lê talde biçekî zêde amator dixweyê û ne gotinên stranê û ne jî mûzîk û melodiya stranê, çênebûye.. |
|
14.06.2014 05:25 |
endazer
|
18. piştî albûma wî ya sêyem min di ber xwe de go; xwezî bi stranên gelêrî, xwezî bi helbestên arjen arî û heft xwelî li serê stranbêjên ku nedizanin bi kurdî biaxivin û nedizanin gotinên stranan binivîsin.. |
|
14.06.2014 05:28 |
endazer
|
19. û ji lînka jêr heçiyê dixwaze dikare sohbeta wî ya li ser açık radyoyê ya bi naim dilmener re guhdarî bike; |
|
14.06.2014 05:32 |
endazer
|
20. mehmet atli ew stranbêjê zaza ye ku jê re bûye adet, her ku di bernameyên %100 kurdî de derdikeve ser dikê di navbera stranan de 10 - 15 deqîqe direqîne tirkî û bi tirkî diaxive û dema yek ji temaşevanan ji ber axaftina wî ya tirkî aciziya xwe tîne ziman, dibêje "ez zazakî çêtir zanim, hûn zazakî fêm nakin loma ez bi tirkî diaxivim." lê di bernameya bîranîna arjen arî de -li navenda çand û hunerê ya cegerxwîn- temaşevanê xwe aciz kiribû gotê "ez zazakî zon" û bi zazakî reqandê û got madem zazakî çêtir zanî zazakî biaxive, ne bi tirkî |
|
14.06.2014 10:53 |
kardoxî
|
21. hevalê min ê büt* nights e, bi dengê xwe şevên min ronî dike sax be. lê bi strana pêşiya malê kenê min aniye, li ber dengê saksafonê dibeje ''qelenê keçika delal 150 bizin e''** |
|
22.06.2014 03:16 |
kevçiyê dil
|
22. mixabin êdî ne wek berê muzîkjeneke pir baş e. albÛma wî ya dawî, birîn, ji bo muzîkjeneke wek mehmet atli hîç ne baş e. û êdî performansên wî yên zindî jî ne baş in. |
|
05.08.2014 15:09 |
kurê xelkê
|
23. min ji bo albûma wî ya nû gelek tiştên xweş hêvî dikirin, lê hêviyên min di ber min de man.. birîn û kavo ne tê de hema bêje hemû stranên din yên di albûmê de nayên avayê.. piştî jahr û wendayê, birîn ji bo min xeyalşikênek mezin bû.. lê çavê min ji mehmet atli ziwa ye, pişta min jê rast e muhtemelen bi xwe jî ji albûma xwe ya dawîn ne xweş e û di demeke zûtirîn de wê vê şikên û pûçderketina hêvî û xeyalên hejêkirî û guhdarên mûzîka xwe telafî bike.. |
|
01.09.2014 15:22 |
endazer
|
24. ku dengê wî tê guhê min; qedîfe, payiz, Bihar, sor, ba, reqs, hejîr, pinpinîk, kurdî, sazbendî, û hwd hêma têne bîra min. şikur dengê te jî heye ji bo kurdî. |
|
04.09.2014 14:17 |
hemdilaarda
|
25. stranbêjê ku bawer nakim tu kes bikarîbe helbesta "name" ya evdila peşêw qasî wî xweş bisitirîne ye. |
|
13.09.2014 01:49 |
berxweda
|
26. hûnermendê kurd o. hem bi kurmancî, hem zî bi kirmançkî stranên ey(bi kurmancî: wî) estê. |
|
13.09.2014 02:07 |
endazyar
|
27. hunermendo ku bîşew stêrk tv de beşdarî bernameya veroz ya kamer soylemezî bibi, bi deyîranê xo yê weş û bi dimliya xo ya fesih û zelal kila zerrîda mi hewna kerd. |
|
19.09.2014 00:09 |
cherkodimili
|
28. stranbêjê kurd ê dengxweş bi navê 'hepsi diyarbakir' pirtûkek jî nivîsiye, pirtûka wî ji weşanên îletîşîmê derçûye, min hê nekirî lê ez ê ji ber meraqê bikirim û bixwînim. bi rastî jî meraq dikim behsa çi kiriye û çawa kiriye. |
|
20.09.2014 13:50 |
ferhenga şikestî
|
29. stranbejê kurdkî yo. hem bi kurmancî hem zî bi kirmanckî stranên ey estê. vengê û (sey îngîlîzan) stîla ey ra ez pir hes kena. gere ke ez her roj tewr kêmî hebêk stranê ey r' goşdarî bikî. |
|
21.09.2014 01:13 |
endazyar
|
30. xweyê dengeke bêhampa û navek rîto ye. te bide xatrê xwedê camêr qey nedikarî navek din ya sehneyê xwe re bibînîya. |
|
21.09.2014 17:09 |
ervah.azad
|
31. Bi 'eslê xwe ji Erxeniya Diyarbekir e. Diya wî Zaza ye, bavê wî Kurmanc e. Her çiqas pirî stranên wî bi Kurmancî bin jî meyla zimanê wî li ser Zazakî ye. Zêde he'j siyasetê neke jî demeke nêzîkî tevgera Kemal Burkay û PSK'yê bû . Heta strana wî ya perfect a bi navê "Fedî" jî helbesteka Kemal Bûrkay e. Li gel ku dengê wî ewqas xweş e , ew qet neweşik e. Bi Arjen Arî re korelasyoneke bêhempa çêkiriye ("Korelasyon" bi Kurdî çi ye ?:/) . Yanê meriv dibê qey Arjen Arî'yê rehmetî ji bo ku ew bike beste hin helbestên xwe nivîsiye . Hin mînak : "Heyrano", "Mihemedo","Wey Gidî", "Negrî". Em dikarin bêjin xebatên hêja dike ji bo mûzika Kurdî. Albûma wî ya nû 2014'an de derçû. Di vê albûmê de helbesta Mîr Kamûran Bedirxan kiriye stran ku ev stran gelek dilsoj e. |
|
02.03.2015 02:46 |
mistefa
|
32. berê li zanîngeha artukluyê bû dibêjin ku hatiye zanîngeha dîcleyê.. |
|
19.04.2015 21:20 |
endazer
|
33. hûnermendekî gelek hêja ye. |
|
06.11.2015 12:29 |
brusk56
|
34. Hunermendê ku di van rojên dawî de min bi vê strana wî hişê xwe xwariye. |
|
17.08.2016 22:58 |
biaqila malê
|
35. bi navê morî mircan albumek derxistiye. Di nav albumê de 9 stran cîh digre. Bi du zaravayên Kurdî distre. di vê albumê de jî stranên kirmanckî û kurmancî bi hev re hene parve kirine. |
|
14.06.2020 01:36 |
kajav
|
36. tam kêf e. vê hefte mehdî mutlu bûye mêvanê wî. lê mixabin yek ji wan stranbêjan e ku bi kurdî naaxifin, jin û zarên wî tev ezmantirk in. (bnr: stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin) |
|
07.01.2021 13:20 ~13:25 |
ezcan
|
37. car caran li ser twitterê rastî şîroveyên wî yên derbarê dinya û polîtîkayê têm. şaşbekeloz dimînim. |
|
07.01.2021 14:07 ~14:07 |
wiha wilo wisa
|
38. Îro li Nisêbînê konsera wî heye. Ha niha li benda vekirina derî ne. Mezenim rewş çi ye* ez bawer im nuwaze be. |
|
13 roj berê 19:09 ~22:43 |
horhorik
|
biwêjên kurdî yên di tirkî de jî hene [2] |
|
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1] |
|
python [4] |
|
reels [3] |
|
nowadays [3] |