Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
name - tirşik
name
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kaxezên nivîskî ku berê mirovan pê têkilî bi hev û din re datanîn.. di warê têkilî û danûstandinên beşerî de ciyeke girîng digire ev navgîna ragihandinê.. di roja îroyîn de çendî cihê xwe ji mail û posteyên elektronîk re hêliştibe jî hê jî li hin der û deverên wekê hebs û qişleyan ku înternet û telefon lê tune an qedexe ye, tekilî pê nameyan tê danîn.. û hin kesên wekê min ji nostaljiyê hez dikin jî carinan ji delalî û dergistiyên xwe re nameyan dinivîsin û dişînin..

di kurdî de ji bo nameyê herwiha mektûb û reşbelek jî tê gotin..



06.07.2013 15:27 | endazer

2. navê helbesteka abdulla pashew ku li moskowê hatiye lêkirin.. mehmet atlı ev helbesta nestêle kiriye beste û di albûma xwe ya dawîn de stirandiye.. helbest jî û strana ku ji helbestê hatî pê jî di warên xwe de têra xwe xurt û serkeftî ne..



êvar e

baran hûr hûr dibare

tenê me

na ne tenê me

hemû bajar li gel min gav diavêje



tenêtî karxezalek bû

nêçirvanekî hat

nîşan lê girt

gavên min nagihêjinê



êvar e

baran hûr hûr dibare

tenê me

na ne tenê me



diçim

cada tije xwe bi piye min girê dide

di berîkê min de nameyek

li zerfekî sor de

dile minê duwemîn e

lê dide...



stran:



06.07.2013 15:33 | endazer

3. navê albuma stranbêj xelîl xemgîn e.



06.07.2013 15:33 | azadixwaz

4. navê helbesteka şairê kurd ê nemir arjen arî ye..



''Şorbenîsk min ji bîr kir

tilîşewitî, hevrêşk û meyir. . .

xweziya

tasek dims li ber min bûya

nuha li wir. . .

lo esker çi dikir bila bikira...



bi min re ma

-newê gorê baş e-

hisreta qeras aş e;

ya min şal û şapik...

di talda tahteke Gebar de nuha

min pal dabûya;

nanekî tenûrê jî hebûya

azad bûma hê çêtir,

ji xwe bindest im...

ez bêjim -têm çavên te

nuha şil in...

û destên te binmil in, xuşka min

-silavan ragihîn xwarziyê min

bêje -xalê te radimîse

têr têr tê eniya te. . .



û li ber nekeve

li ber min jî...

ma ez xalê kê me?

ne, te digot -çi mêr e-

-berxê nêr ji bona kêr- e

êşa xwe nexe dilê xwe

sibehekê rabe, xuşka min

bi ser wî bajarokî de bidêre.

birayê te. . .



28.07.2013 09:53 | endazer

5. name, rêbaza têkilîyê ye. lê nameyên edebîjî hene. nameyên heri kêfa meriv tîne nameyên dildaranin. nameyên ku herî meriv xemgîn dikin, nameyên ku bi mohra görüldü ji girtigehan têne şandin. yên herî resmî jî ên leşkera nin.



28.07.2013 23:01 | seydayê_peyvan

6. bi zazakî "name", bi kurmancî "nav", vengê m-v vurîyayê/bedelîyayê.



14.09.2013 19:50 | kurdane

7. peyva ku cara pêşî û hîn temenê min 8-9 salîn bû gava min di straneke şivan perwerî de bihîst ku wek helbestê bû di girtina apoyî de li romayê de hatibû nivîsÎn û min wê çaxê xwe zana û zîrek kir û got naxwe "name" ya ingilîzî ku di wateya nav de ye û "name" ya kurdî ku di wateya mektûbê de ye têkilîdar in..

Her çiqasî teoriya min ne li ser bingehên zanistî bû jî lê xwedê dizane têkiliyek heye di nav wan de..





(bnr: nameya şivanî bo apo)



13.05.2014 03:36 | dijber

8. helbesta evdila peşêw e ku ez dibêjim qey ji bo min hatiye nivîsîn e.



guhdarî bikin:



13.09.2014 01:50 | berxweda

9. peyva ku kêfa min qet jê nayê. hema ji farisî têxistine zimanê. li nav hevokên kurdî mîna pîç dimîne û qet nikare bibe peyveke normal a kurdî. heta nuha jî canik û camêrek derneketiye û ji nav devokên kurdî ji bo vê amûrê peyvek neşibandiye yan jî peyvek neafirandiye. hema berdin afirandineke nû, "name" têxistine qûna peyvên kurdî û frankeştayna mîna rojname derxistine holê ku li jiyana rojane kişandina vê voldemortê bû kul û derdekî mezin ka ecêb "rojnama min" yan "rojnameya min", rast e! xwedêyo! (ha bi ya min hevoka ewil rast e) piştî perçekirina atomê ya bi navê zayenda peyva tişt vay ji we re amerîkayek nû. *



(bnr: bijî berxwedana dumbledore)



16.09.2015 13:07 | biruya hayao miyazaki

10. navê albûmek gelek xweş ya xelîl xemgîn e.



16.09.2015 21:10 | simurg56

11. mektûb, pel, kaxez.



16.09.2015 21:52 | shorbevan

12. Xweştirîn albuma xelîl xemgînê hêja ye.

Li gorî min peyveke xweş e û ne hewce ye ku peyveke nuh jê re bê afirandin..



17.09.2015 02:46 | mergehez

13. di qeydên kevn ên kurdî de ji bo wê kaxid hatiye gotin.

(bnr: rojnameya kurdistanê)



02.05.2020 14:05 | henûn

14. Di Zaravayê zazakî de şûna peyva nav tê bikaranîn

“Nameyê (namê) to çî yo?”



02.05.2020 14:19 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» nameya bextiyar elî ji bo mihemed omer osman

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî