Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
selim temo - tirşik
selim temo
(15) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di sala 1972!an de li bamanê jidayik bûye. li A.u. dtcf'ê antropolojî xwendiye; nivîskar, şaîr, wergêr û akademîsyekekî kurd e. niha li zanîngeha mardin artuklu'yê de di beşa wêje û zimanê tirkî de weke alk. doç. dr (asst.prof) dixebite.



http://turkdili.artuklu.edu.tr/selim_temo/



(bnr: kürt şiir antolojisi, ii cild, agora)



22.07.2013 01:59 | seydayê_peyvan

2. Li çalakiyên xwendakarên kurd yên Artukluyê her li nik xwendekaran e û pêşengiya çalakiyan jî dike.Ji berê"Enstitûya Zimanên Dijî/Yaşayan Diller Enstitüsü" de mamostetî dikir lê niha xwe daye paş.



22.07.2013 08:48 | cekdar

3. Li ser mêrga zimanê serdestan çêriyaye. Vê dawiyê xwe li Kurdî rakişand lê ji ber ku zanîna wî wa zimên qels bû şûrê wî şikiya, niha dîsa li Tirkî vegeriya.



22.07.2013 12:00 | rojgar

4. Her çiqas tiştek şaş mina trt 6 da xebitibe ji wergérek hejaye..



22.07.2013 13:30 | roj

5. bi qasê ku ez zanim bi (bnr: jübile)ya xwe xatirê xwe ji tirkÎ xwestibû lê nû seh dikim ku dîsa li tirkî vegeriyaye.. şi'rên wî yên bi tirkî gelekî serkeftî ne bawer nakim ku kesek ji hebestê fêm dike Îtîrazê li vê yekê bike.. vegera wî ya bi ser kurdî û kurmancî ve tiştekî pîroz û hêja ye.. lê helbestên wî yên bi kurdî û kurmancî û wergerên ku ji bo berhema xwe ya nav (bnr: antolojiya helbestên kurdî) kirî ew çend serkeftî û şareza nebûn.. ji bo wergerê nikarim tiştekÎ bêjîm lê ji bo helbestên wî yên bi kurdî dikarim bêjim biçekî zêde bilez kiriye û pirtûka xwe ya yekem çap kiriye.. xwezî hinekî din sekînibûya ta ku helbestên wî biçekî din dawerivîbûna û dema xwe bigirtana.. bi qasê ku ez dizanim nha zanînegha artukluyê de di beşa ziman û wêjeya tirkî de akademîsyen e.. û berî bê di vê beş Û departmanê de bixebite dîsa di bin banê heman zankoyê de di beşa kurdolojiyê de kar dikir û dişixulî lê paşê ji devê wî an ligorî îdîa û îfadeyên wî ji ber ku yök li ser sozên xwe yên dayîn nesekiniye dev jê berdaye.. di hejamara dawîn ya kovara çirûskê de alÎakrê rektorê zankoyê û rêveberê beşa kurdolojiyê birêz (bnr: prof. dr. kadri yıldırım) bêyî ku navê wî bide lome û gazincên mezin jê dkirin û digot ku bi xêrnexwazên ku derheqê me de kampanyayên reşkirinê dane destpêkirine re tevdigere.. Îcar rast û derew û xêr û guneh stûyê yê gotî û yê kirî..



22.07.2013 17:51 | endazer

6. di hevpeyvîna xwe ya di evrensel kültürê de derketî de kevirek fêris li guzeka xwe û li tehta eniya dewletê û siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê dixe.. di çarçeveya duhîn û îroya edebiyata kurdî de tesbît û analîzên hêja û ji kana zanîn û zanistê li ser rewşa edebiyata kurdî dike.. gelekî kêfa min ji vê xislet û xisûsiyeta camêr re tê, di cihê xwe de nasekine bi xwe re levhatî ye, berê rexneyan li xwe jî û li derdorê jî digire, yanî şûjina di çavê xwe de jî û qirş û derzî û gîsnê di çavê hevalê xwe de jî dibîne û raberî raya giştî dike.. dikare ji ya xwe were xwar û dikare poşmaniya xwe bîne ziman..

neyse hevpeyvîna ez behsê dikim; http://www.jiyan.org/?p=245



06.10.2013 04:31 | endazer

7. ev nêzîkî saleke dev ji nivîsa tirkî berdaye û berhemên xwe yên tirkî nivîsî bi navê "jubile" weşand...



12.10.2013 15:52 | mem alan

8. berÎ çend xulekan li ser hesabê xwe yê tirşikê behsa tirsik.netê kiriye.. û banga nivîskariyê ji bo ciwan û cêhilên kurd û kurdînivîs kiriye..

em wek konseya rêveber ya tirşikê dibêjin:

selîmo malî ava û xwudê kurê te li ser xêrê û xweşiyê bike zava..

''ez wisa bêjim ku hûn baş jê fahm bikin: welleh http://www.tirsik.net ji tirşikê xweştir e! bixwînin, binivîsin, bişopînin @Kurdistanazadd''



27.11.2013 21:34 | endazer

9. li ser hesabê xwe yê facebookê jî heman peyam wekilandiye.. (ev cara didoyê ye ez vê peyva wekilandinê ku min jî ji ferhengekî wergirtiye, diwekilînim)

https://www.facebook.com/profile.php?id=100001476393970



27.11.2013 21:37 | endazer

10. Nivîskarê divê piştî destekbûna wî ya ji tirşikê re bi navê konseya rêveber ya tirşikê malavayî lê bê kirin. malava selimo!



27.11.2013 21:57 | ceso

11. camêrê ku bi peyama xwe ya twitterê piştgiriya xwe ya ji bo tirşikê nîşan daye. xwedê jê razî be.



27.11.2013 22:07 | simurg56

12. Mala minê temo! xebatên wî herî hêja ne lê ew bixwe hebkî bi şik...li zaningeha artukluyê di jûrÎya mamostetîya zimanê kurdî de bû. pirsî pirsî û hey pirsî. te di got qey ne hevpeyvîn e jûrîya oxfordê ye. biborin gazna min ne ji zorbûna pirsan re ye. gazna min ji wî mirovî re ye ku ji min re hezar pirs pirsî lê ji mirovên ku bi torpîl bûn tenê gotin ''ser xêrê be''...De bila be mamoste. Ma em çawa bikin. di gÛşîyê tirî de hebên xerabe derdikevin lê tirî dîsa jî tê xwarin...



27.11.2013 22:33 | firat

13. sedema endamtiya min a tirşik'ê ye. spas ji bo wî. lê di nav mereqan de me gelo ew bi xwe jî nivîskarê tirşikê ye?



28.11.2013 00:55 | ozmoz

14. li gorî agahiyên bi dest îstîxbarata tirşikê ketîn, bi xwe niha tenê xwendevanekê tirşikê ye, yanî di tirşikê de nanivîse lê siba dusiba eger tonaja rexneyên li ser tûjtir û dijwartir bibin dibe ku dilê wî jî here cengê û rext û tifinga xwe bixwaze.. di tirşikê de mînak û emsalên bi vî rengî hene..



28.11.2013 02:03 | endazer

16. di radikalê de dest bi qunciknivsîyê kiiriye. dibêje ku baş çêbû, ez piştî salên dirêj û nivîsên gebsoyî vegeriyame nivîsên edebî)baş e ku vegeriyaye nivîsandina nivîsên wêjeyî. hêvidarim weke çetin altan bi salan binivîse. hema zûzûka jubile ya qunciknivîsiyê neke. bi kêfxweşî wî dixwînim. beşa (bnr: dem)ê jî pir xweş e, lê bi ya min car caran, -çi ji antolojiya xwe, çi wekîdin- wergerê xwe biweşîne, wê baştir bibe



28.11.2013 02:39 | seydayê_peyvan

17. îro li radîkalê nivîsek beredayî û amator nivîsiye: http://www.radikal.com.tr/yazarlar/selim_temo/yusuf-1167907

nizanim çima



25.12.2013 22:41 | simurg56

19. nivîsên wî ên di radîkalê de him bi kurdî û him jî bi tirkî ye. ên ku nizanibin kurdî dikarin wergerên nivîsên wî bixwînin lê ew nabin wek nivîsên orjînal. *



26.02.2014 20:02 | mergehez

20. bi minesebata komxebata 'kend(t)imizi konuşuyoruz' hatiye batmanê. îro(02.03.2014) li sendîka petrol-işê dê biaxife. seet 11.30an de.



02.03.2014 00:21 | cemedî

21. NIVÎSKARÊ KU ÎRO TwÎTTKAREKÎ WEHA LÊ REXNE KIRIBÛ YE: ''dEMA SELÎM TEMO TWÎTTÊN XWE BI KURDÎ DINIVÎSÊ LI BIn TWÎTTÊN XWE WATEYa WAN YA TIRKÎ JÎ DINIVÎSÊ.. lÊ DEMA TWÎTTÊN TIRKÎ DINIVÎSÊ lI BIN TWÎTTAN WATEYA WAN YA KURDÎ NANIVÎSÊ..''

MIN JÎ MEREQ KIR Û LI ÇEND TWÎTTÊN WÎ NÊRÎ Û RASTÎ JÎ WÛSA BÛ.. eFENDÎ HERHAL DI DILÊ XWE DE DIBÊJÊ JI XWE HER KURDEK TIRKÎ DIZANÊ. an JÎ KETIYE BIN KOMPLEKSA BINDESTIYÊ De..



10.03.2014 00:24 | nan û av

22. min jê re jî got, li vir jî bêjim kurdiya nivîsên wî yên di rojnameya radÎkalê de, zêde wergerkî ye..



10.03.2014 00:40 | endazer

23. wextekî li ser trt6 ê xuya kir di wir de helbesta (bnr: zembîlfroş) xwendibû bi rastî jî camêr pir xweş xwendibû*



10.03.2014 17:58 | gêjê

24. nivîsakarê ku carekê ev gotin * bi tirkî di profîla xwe a facebookê de nivîsandibû, baş tê bîra min: nuri bilge ceylan/27781



nizanim fikra wî hatiye guhartin ya na. van rojan tiştin li ser binîvîsanda ew ê başbûya.



26.05.2014 00:26 | giyanstêr

25. yê ku dinivîse, difikire; karên entelektuelî dike. lê digel vê yekê dibêje ez ne entelektuel im. li ser de barê giran û bêkêr ya sosyalîzmê heye. dibe ku ji ber vê yekê be.



26.05.2014 10:43 | ervah.azad

26. nivîsa wî ya îro pir xweş e.



http://www.radikal.com.tr/turkiye/havalimanlarinda_artik_yolcu_anonsu_yapilmayacak-1195435 (kurdî)



http://www.radikal.com.tr/turkiye/havalimanlarinda_artik_yolcu_anonsu_yapilmayacak-1195435 (tirkî)



ji ber ku lînka nivîsa kurdî dikare bÊ guhertin min a tirkî li vir danî.



04.06.2014 14:20 | kurê xelkê

27. (bnr: kîjan şivan hangi şivan)



10.09.2014 14:18 | ciwanpiroz

28. kurdê ku ji heqê wî zêdetir nivîs di tirşikê de li ser hatin nivîsîn.



26.12.2014 01:37 | dijber

30. nivîsa wî ya bi navê "kamo'nun gülüşü" wê bibe fîlmeke metrajdirêj.



04.01.2015 01:18 | kurê xelkê

31. Demekê ji ber min facebook a xwe girtibû.



05.07.2015 21:51 | hêvî

32. nivîskar, şaîr, akademîsyen, wergervan û kurdekî zanayê serkeftîye.



06.07.2015 00:57 | shorbevan

33. li qisûrê min efû bike, kurmanciya wî bir xirab e, hem di nivîsê de hem jî di axaftinê de..

di meha gulanê de bo pêşengeha pirtûkan hatibû amedê û di panalekê de axaftvan bû, heta ku du hevok saz dikir du saet hımm hımm hımm dikir min tu tişt ji gotara wî fêm nekir



07.07.2015 00:25 | ferhenga şikestî

34. hevalê min ji sala 1998an ve. Wî wê salê xelata yaşar nabî nayir a ciwaniyê stendibû. hevalekî min ê din jî xelata çîrokan stendibû. Me wisa hev du nas kiribûn.



06.12.2015 00:41 ~00:42 | marcello mastroianni

37. Camêr got ez ji kesekî ne çêtir iç. Berxwedan jiyan e!
Yanê bi ya min ev jî tiştek e.
Yên din tiştekê jî negotin ??



14.01.2017 09:33 ~09:34 | darînê daryo

38. Lê Tişteke ez gellekî jê zîver dibim heye. Gava ku tu li jînenîgariya wî dinêrî ji xeynî 2 pirtûkên kurdî berhem bi kurdî nenivîsandine. Yek jê keştiya bayê 2016, ya din 2011 Sê Deng e . Lê bo Tirkî birrek berhem kirine malê tirkî. Bo nimûne 4 pirtûkên helbestan, 2 lêkolîn Gotar, Romanek, 8 Werger bo tirkî welhasil heyfa min lê dihê ...



14.01.2017 16:42 ~16:44 | darînê daryo

39. Wê salê hatibû mîhrîcana pirtûkan ya Tuyapê li Îzmîrê, ez jî çûbûm ji bo çend pirtûkan bikirim Û bigerim û filan. min jê re bi reya twîterê nivîsandibû û gotibû ku ez dixwazim wî jî bibînim. Berî wê bi salan ez li Mêrdînê bûm û min negotibû ka ez çima wî nabînim lê hema wilo, xerîbî ye, dilê mirovî dixwaze, xwîn ditevize, min got ka ez biçim. Werhasil min pirtûka wî ya helbestan ya bi navê sê deng pê da îmzekirin û pê re wêneyek jî girt û xatir jê xwest. helbestnivîsandina wî jî wergeriya wî jî serkeftî ye.



14.01.2017 17:20 | daskan

40. Camêr wergera xwe ya Mem û Zînê ithafê cenabê Mehmed Uzunî û Yaşar Kemalî kiriye.



15.01.2017 10:45 | darînê daryo

41. helbesta wî ya (bnr: 11 meridyen) pir xweş e.

(bnr: yiğit tekin) ew helbesta pir xweş şirove kiriye..



15.01.2017 20:12 | bûtîmar

42. Pirtuka wî ya helbesta ji keştiya nayê ji weşanên lîsê çap bû. Û prologek û sê beşan pêk tê. Beş a dawî yanî beşa helbestên şînê û bi taybetî jî helbesta herî dawî pirr xweş e. Ziman di wir de wek cem diherike. Naaliqe nalikume. Kurmanciyeke pak û bedew e. Bes di temamê pirtûké de hê bandora tirkî xuya dibe. Ev jî kêmasîye. Bêhna wergerê ji gelek risteyan tê



23.03.2017 01:30 | hêvî

43. Li ser İnstagramê carîk careke din binê wêneyên xwe da dibêje ez helbestvan im û diweşîne *
kenê min lê tê. Erê bavo em zanin tu helbestvan î.
Em ewî têgihiştin okeey. Lê ezîzê min êja ew çi ye tu piraniya parvekirinên xwe bes bi tirkî dinivîsî?

kurdekî xorasanî di binê parvekirineke wî da gotibû ka keko ca bi kurdîya wê jî binvîse em tirkîtî nizanin..



12.05.2017 23:48 | bûtîmar

44. Zêde zêde bi pey bayê populîzma Tirka ketiye. Dixwaze di nava cemaweriyê wêjevanên Tirka de cihê xwe bigre û bi wan re her li sohbetên edebî yên bi Tirkî dihên axaftin bike.
Ji xwe kesekî heta niha bes 2pirtûkên helbestan ên kurmancî (keştiya bayê, Sê deng) û 7…8…9… berhemên Tirkî nivîsandine.



13.05.2017 11:53 | darînê daryo

45. Ciwamêr gava ku destê xwe diavêje çi tiştî bi hêjayî bi serdikeve. Van rojan nivîsên wî yên gazeteduvarHere lînkê ê gelek serkeftî ne. Mirov lê serbilind dibe. Çi zimanî binivîse jî mala wî ava be.



02.10.2017 22:00 ~2017.09.28 12:48 | robar cilo

46. Li quncikê xwe yê di rojnameya duvarê de Nivîseke xweş lê kiriye.
Here lînkê



23.02.2020 22:06 | xeyda

47. ewilî dema ku min selîm temo naskir bi rastî , min wî bi kurdbûna wî nas kir , ti car tirkî nedinvîsî.Lê ev çendeke li ser rojnameya tirkî dîwar dinvîse bi zimanê tirkî.Lê carna divê mirov wek selîm temo binvîse û şerma kurdên xwewendakirî nava eniya wanda bidê.
Selîm temo vî nivîsa xwe de wisa kirîye.

Belê kurdî dibe ku pere neke lê hertişt ne pere ye.Ev kesên ku nivîsê da hatine behs kirin bo popûlîzm û peran xwe kirina rewşek din. (bnr: qûnalês)



23.02.2020 22:20 | brzn

48. nivîsek gelek hişk nivîsandiye.
bi min hinek neheqî kiriye ye ji ciwanên kurd ên beşdarî pêşbaziyên mûzîkan ên li ser tv'yê tê weşandin re kiriye.



23.02.2020 23:31 | brusk56

49. selîm temo ne ku ti car bi tirkî nenivîsîye, beravacî vê yekê ji vir şeş heft sal berê amaje kiribû ku êdî helbestên xwe her û her bi kurdî binivîse. yanî ji ber sekneke polîtîk berê xwe dabû kurdî. beriya vê biryarê selîm temo bi pirranî bi tirkî dinivîsî.
ji bo ciwanên kurd ên ku beşdarî bernameyên popûlîst, bêhnpêketî, genî û bêkarekter Ên tirkan bûne, bi ya min rexneyeke sivik kiriye. ez ne şaş bim albûmeke bi kurdî ya dodên heye. yanê camêr bi esl û feslê xwe cara ewil bi mûzîka kurdî rabûye, lê wek ku ew bixwe diyar dike bi vî şiklî nehatiye cihekî lê dema çû li ber efendiyên xwe qinyet anî ku dê were ciheke payebilind(!)
li bernameyê hîç behsa kurdbûna xwe nekir, hîç behsa xwe nekir negot min albûmek kurdî heye...
yanî camêr zane yê ku here li ber efendiyên xwe divê xêtir ji hefsara bixwaze



24.02.2020 09:26 | ferhenga şikestî

50. Di nivîsa xwe yî dawî de bi serkeftî henek ,tinaz û rexneyên xwe li sîyaseta tirkîyeyî bûn kirîye.
Beşdarbûna ciwanên kurd yê bernameyên romê bi awayekî serkeftî rexne kiriye. Rewşa civaka kurd ya dawî anîye pêş çava. Rewşa hûnermendên qaşo-kurd anîye ber çava.
Belê hemu rexneyên wî rastin û di cih de ne. Kêm gotiye zêde negotiye.di bernamê romê de kurdan weke gundîyan û kesên paşdemayî ,cihêl didin nîşandan. Ew tenê kurda layiqî çend cilên heremî,hinek govend,çend stran û tirkîka xerabe dibînin,kurdan derdixin pêşberî bîneran û wek meymûnên di sîrkê de didin lîstin û ji xwere dikenin û çepika dixin. Çawa çê dibe ez jî nizanim lê ev yek xweşîya kurda dere .



24.02.2020 11:03 | tîrêj zana 21

51. Gotarên wî yên di rojnameya duvarê de hêjayî xwendinê ne. Di çarçoveyeke dij kolonyal li bûyer û qewimînên li bakur dinêre û dinivîse, belkî ji loma di nivîsên wî de îma, îronî û sarkazm ser ve diçin. Ji ber paşxaneya wî ya poetîk be belkî hewldana nivîsandina bi zimaneke helbestî nivîsê di hinek cihan de dixitimîne, pê re xwendevan jî li hinek cihan dilikume, nikare zêde pê de here. Wekê din, cihên pêdivî dikare xwe jî rexne bike, ji ber ku berê li Trt Kurdî û artukluyê de xebitiye her çend bi min hewce neke jî belkî ji bo xwe ji rexneyan bide aliyekî, dema mesele tê ser, berê rexneyê dide xwe jî.
Di nivîsa xwe ya dawîn de ji vir heta cem Xwedê mafdar e, di barê herdu xêroyan de jî. Ji xwe hîn hibra nivîsê ziwa nebûyî xêro ebbas ji dev û Tirkiya dostê xwe ahmet gûneştekîn li ser twîtterê bersiva wî daye û peyitandiye bê Selîm Temo çi qas mafdar e.



24.02.2020 22:33 | endazer

52. di nava helbestên wî yê kurmancî de risteyek jê ya herî xweş jî ev e:
"çûyîn çi peyveke dirêj e"

lê bes çi fêde wisa xuya ye zêde di bin bandora cemal sureyayî de mayî ye.
""sevmek" ne uzun kelime"

Van rojên kembax de dest bi YouTubeyê kiriye.
Kerem bikin:
Here lînkê



06.04.2020 21:22 ~21:26 | giyanstêr

53. nivîskarê ku li ser medyaya civakî tiştekî bi kurdî parve bike teqez wergera tirkî jî li binî rêz dike ye.

ji ber ku me rexne li wergera mem û zînê anî û got bira tirk kurdî fêr bibin û ji xwe re wergerînin. li ser vê fikra me hêrs bû û me weke nezan, paş de mayî hesiban.

ji kurdî zehftir xizmeta zimanê tirkî kiriye.

kurdên xorasanê dema tên cem hev ku bi hev re bi farisî biaxivin çawa ku bidin dijûnê diya hev dihesibînin. lê vî nivîskarê pirtûka li ser xorasanê tirkî çap kir.



07.04.2020 04:51 | roberz

54. Nivîskarê ji nivîsên wî diyare bi çavêkî pir mezin li xwe dinere û kêfê biçûk xistina hinek kurdan distîne. Em vê biçûk dîtinê ji cî kî nas dikin Selîm Temo.



07.04.2020 15:14 ~15:26 | f

55. her carê bilind difire. vê carê jî bi îddiayeke qerase bûye rojeva kurdolologan. li gor wî zanîngeha dîcleyê qedexe daniye ser nivîsîna tezên bi kurdî û bi ser de jî êdî dersên kurdî, bi tirkî dê werin pêşkeşkirin. belê armanc û nêta piraniya tirkan li ser gotinên birêz temo ne lê feydeya îddiayên wisa jî nagihîje ziman û akademiya kurdî.

yek, nivîsîna tezên kurdî nehat qedexekirin. û dido, dersên kurdî, bi tirkî dê neyên pêşkêşkirin. selîm xoce çima ku di bernameya zanîngehê de dîtiye li hemberî navê dersan wek ziman tirkî hatiye nivîsîn xwe loma aciz dike. lê bîlesebeb xwe diwestîne, ji xeynî dersên îngilîzî, frensî, elmanî û hwd. her tim tirkî dinîvîse, mîna di beşên erebî, farisî, suryanî, çînî, sanskrîtî, Rûsî, gurcî û hwd. de.

xwezika ji bo kurmancî û zazakî ev rêzika hanê wisa nebûya lê mixabin em li tirkiyê dijîn ku mezûnên van beşan bi zanebûn nayên wezîfedarkirin.



05.08.2020 01:30 ~01:52 | ezcan

56. îro li ser facebookê daxuyaniyeke xweş belav kiriye ku bêhemdî bi meriv dide gotin oxweş û destxweş: Here lînkê Here lînkê

tirkî nivîsiye min kir kurdî:

min van rojan çend caran dî jî ev hevok bi kar anî: "dewleta komara tirkiyeyê ez ji akademiyê derxistim, kurdan jî ez ji akademîsyeniyê derxistim!"
cihên wek weqfa îsmaîl beşîkçî û weqfa mezopotamyayê carek be jî ne vexwendin û ne jî tevlî tu xebat, proje, lêkolîn, komîsyon û partiya lahmacûn a akademîk kirin. her wiha kes me venexwîne sempozyûmên akademîk ên li ewropayê tên lidarxistin, spas ji xwedê re! belê hecî û xuşkan, şerm e ez bibêjim li bakurê kurdistanê ez yekem kes im ku di warê ziman û wêjeya kurdî de doçentiyê wergirtiye. lê ne kurdolojiya dewletê min qebûl dike, ne jî -hevalê wê yê hêja- kurdolojiya weqfan. ez akademîsyenê êş û kederê me!
derdora nûbiharê nivîsandina dîroka "bêterefiya derewîn" didomîne. kurdên maqûl û meqbûl. kovara nûbihar akademî deh salî bûye û sempozyûmekê li dar dixe. dema meriv ji akademiyê tê avêtin, ev tê wê maneyê ku ev begleran meriv êdî wek akademîsyen nahesibînin. sempozyuma ku di sala 2015an de li dar xistin ji bilî min ji her kesî re li zanîngeha artukluyê dawetname şandibûn!
ji edîtorên profbûyî yên kovarê abdurrahman adak, min îxbarî rektorê wê demê kiribû. hayrullah acar jî dema ku ne li bajêr bû, bi tesdîqkirina "min dît, ez dipejirînim" rapora sûcê ku der barê min de hatibû amadekirin îmze kir. (min ev rapor bêyî îmza bikim kir girover û şand ji wan re dîsa.) paşê li hev kom bûn û çend kesên din ji heman rektorî re îxbar kirin û gotin, "ew nimêj nakin". di dawiyê de wek hemû kom bi rektorê ku em îxrac kirin re bûn heval. ew kesên xwedî exlaqê akademîk, însanî û olî.



02.12.2023 00:36 ~00:37 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» selimiye
» temo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî