Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 4 peyam
    mehmet masum suer - tirşik
    mehmet masum suer
    (9) (1) ecêb (0) (15)
    di mijarê de bigere

    1. Wênekêş û rojnamevanekî Kurd e. Ji SURGUCU'YA MÊRDÎNÊ YE. Enstitûya Perwerdehîyê ya Amed’ê û paşê li Zaningeha Eskîşehîr’ê beşa Wêjeyê lîsans qedandiye. Gelek wêneyên Suer, xwedîyê xelatên navnetewî ne. Heta aniha li Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li Amerîkayê 9 pêşangehên wî vebûne. li Amed’ê dijî.



    (bnr: ara guler ê kurdan)



    ev rûpela wî ya fêzbûkê ye: https://www.facebook.com/masumsuer2



    2013.07.22-15:30 | seydayê_peyvan

    2. ew kesê ku dixwaze her kes li her derê qala wî bike û jê re li çepikan xe.

    bi baweriya min, ji kişandina wêneyan, dinya li ber çavên wî bûye amûrek.

    hay jê heye ku kar ji karê ew dike, çêtir tune ye û ji bo wênekêşiyê xwedan qabîliyeteke mezin divê.

    qure ye...

    wêneyê kelmêşan jî bikşîne, par ve dike.

    kesên wiha zû dixwirifin, divê li xwe miqate be.



    2013.07.22-15:49 | çeqilmast

    3. wênegir e ne wênekêş.. ez bi xwe rû bi rû nas nakim lê ji kes û kûsên ku ji siharê heta êvarê li ser facebook û twitterê reklama kar û berhemên xwe dikin û zirtê xwe didin hez nakim.. wêneyên wî jî - du wêne ne tê de- ji bo min tiştekî îfade nakin.. ji xwe bi fotoshopê êdî mirov dikare qûna bapîrê xwe jî wek rûyê keçikên çardehsalî nîşan bide û bazar bike..



    2013.07.22-18:05 | endazer

    4. Bavê mino, em di dema teknolojîyê de ne. êdî qabilîyet mabilîyet pere nake û bi alîkarîya teknolojîyê di demeke pir kin de mirov kare bibe pisporê her tiştî.

    tu wê amûrê bidî destê pîrka min Hedo, ew ê jî wêneyên pir acayîp û pir seksî bikşîne heyran. qabilîyeta teknolojîyê nekin qabilîyeta xwe. ev efendîyê ku hewce nake navê wî bînim ser zimanê xwe jî, bi derdorên sîyasî û apolitîk re wêneyan dikşîne û hey li ser feys û meys û fisê par ve dike. Ka berjewendîyeke çawa di navbera wan de heye, nizanim lê xuyaye camêr stratejîstekî serkeftî ye, lewre di her qada sîyasî û mîhrîcan de li bin wêneyan îmza wî heye...



    2013.07.23-13:24 | devliken kelogiri

    5. Ez bawerim ku wêneyên wî yên herî xweş ên li Amed û Heskİşîfê akişandiyne



    2013.07.23-14:10 | roj

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.17-23:41 | mem

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.17-23:50 | mem

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.18-16:22 | elegez

    9. yaw babo kurd çima hev re xayîn in çima kes kesek hez nake ehhh ew jî kurd in



    2013.08.18-16:43 | rabo

    10. kesên ku tenê li kurdîstanê dikare navê xwe wênekêş bêje. tu wêneyên wî yên baş nînin. bi objektife fereh dikeşe wêneyên xwe , ev jî xapînoka ji ber ku çav ne weke objektifa fereh dibîne başa mirov dikişîne.



    2013.08.18-17:42 | reşkêşevê

    11. mehmet masum süer kurdeke ku di lîsteya taybet a kovara navnetewî 'light and composition'ê de di nav '100 wênekêşên Hari Baş' ên cîhanê de cîh digire!..

    http://www.lightandcomposition.com/masumsuer/



    2013.09.01-18:01 | mem

    12. 6 wêneyên mehmet masum süer ji aliyê kovara navnetewî 'Light and composition'ê di rojên cuda de weke 'wêneyên rojê' hatiye hilbijartin û xelat kirin!..

    http://www.lightandcomposition.com/masumsuer/



    2013.09.01-18:06 | mem

    13. heta aniha 2 wêneyên mehmet masum süer, di kovara navnetewî a navdar 'national geografic'ê de dîsa her wêneyek ji nava bi qasî 3 hezar wêneyan di cîhanê de weke 'wêneyê rojê' hatin hilbijartin û xelat kirin.

    1- wêneyê ji roboskî, di 2yê sibata 2011an de.

    2- wêneyê ji dêra surp giragos a li amed jî di roja 15ê adara 2013an de.



    2013.09.01-18:27 | mem

    14. mehmet masum süer, ji aliyê şirketa pentaxê de nav wênekêşên xwe ên navnetewî de bi cîh kiriye.

    http://pentaxphotogallery.com/artists/masum



    2013.09.01-18:34 | mem

    15. mehmet masum süer, kurdeke ku cara yekemîn li Amerikayê (li eyaleta tenessee) pêşangeha wêneyan vekir...

    https://www.facebook.com/media/set/?set=a.413127582081014.94757.186773001383141&type=1



    2013.09.01-18:39 | mem

    16. mehmet masum süer, hunermendekî kurde ku, cara yekemîne 4 wêneyên kurdekî li ser pûlên posteya tirkîye de cîh digire...

    https://www.facebook.com/photo.php?fbid=513601228700315&set=a.200158076711300.49591.186773001383141&type=1&theater



    2013.09.01-18:45 | mem

    17. mehmet masum süer, bes di sala 2012yan de, 40 çalakiyên çandî û hunerî ên kurdî şopandîye û bi qasî 5 hezar wêne di arşîva dîrokê de bi cîh kiriye.



    Di sala 2012yan de bi hunermend re 23 hevpeyvîn hatine çêkirin. (rojname, kovar, televizyon)



    di vê salê de di rojname, kovar an televizyonan de bi qasî 60 nivîs û nûçeyên li ser xebatên wî hatine weşandin.



    2013.09.01-18:52 | mem

    18. mehmet masum süer, cara yekemîne ku weke wênekêşekî kurd bi zimanê xwe ê dayikê xebatên xwe dimeşîne!..



    2013.09.01-18:54 | mem

    19. mehmet masum süer, arşîva wêneyên hunermend û siyasetmedarên kurd amade dike. heta aniha portreyên bi qasî150 kurdên navdar kişandîye. hem ji ber vê xebata wî û hem ji ber xebatên wî en li ser çand û hunera kurd, li çar parçayeên kurdistanê û li derveyî welat gelek dost û hevalên wî en hunermend û rewşenbîrên kurd hene...



    2013.09.01-18:57 | mem

    20. mehmet masum süer, li dijî bikaranîna photoshopê ye. vê helwesta xwe li her derê diîne ziman. bernameya photoshopê nizane bikarbîne. wêneyên ku bi photoshopê li ser hatibe lîstin diyar in, bellî ne!.. yekî ku ji wênekêiyê fem neke jî kare vê guhertinê fêm bike!..



    2013.09.01-18:59 | mem

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran [1]
    navê nûçeya ku îro di bianet-kurdî de hatiye weşandin e. Ji bo xwendin...
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    endazer [3]
    (bnr: tülay tu bi xwedê kî vegerî tülay) (vbnr: tülay ne olur geri dön...
    gulêê [1]
    YouTubera gelekî acemî * her çiqas meseleya xwe îfşakirinê gelek cara...
    gîska gerok [1]
    gotina ku diya min a dilzîz her tim ji bo min dibêje. Di destpêkê de...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mehmet emin batu
    » masumiyet

    Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî