Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 4 peyam
    kutilk - tirşik
    kutilk
    (2) (0) ecêb (0) (12)
    di mijarê de bigere

    1. Navê xwarinekî ye.

    Li heremên cuda ji hev cihê tê binavkirin. Di tirkî de jî jêre dibêjin îçLî kofte.

    Xwarinek gelek xweş e. Xwedê jê razî dayika min beriya 2 mehan ji min re tibabekî amade kiribû û avêtibû dolabê. Mehek sax ez pê xenî bûm.

    (bnr: xenî bûn) *



    (bnr: peyama 3000emîn ya tirşikvanan)



    2015.03.26-00:16 [guhertin:2015.03.26 00:18]| brusk56

    2. (bnr: kutilk)



    2015.03.26-09:44 | xendekî

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.03.26-11:41 | elegez

    4. li cem me em dibêjin kuftik, gelo kes dizane kîjan rast e û kîjan çawa bûye ya din.



    2015.03.26-11:46 | mergehez

    5. kufte peyveke bêhtir farisî ye, kutilk bêhtir kurdî ye. Li botanê peyva kufte an kuftik nîn e, tenê kutilk heye. Lê herdu jî ji hev ne dûr in, li gor wîkîferhengê rayê herdu peyvan jî kutan ango kutandin e.



    2015.03.26-12:31 | xendekî

    6. peyva ku dihokî û zaxoyî zî fenanî botanîyan bi kar tînin. Lê haya serhediyên feqîr jê nîne. min îro ev xwarin xwar. tehma wê ne xerab e. lê wekî her tiştê li kurdistanê, ev yeka jî li gorî her dew û deverê guherbar e. her kes tişta li ba xwe berdest diêxe nîv kutilikê. lewma jî her herêm cihê çêdike.



    2015.03.26-15:58 | serhednişîn

    7. li hekkarî yê gelek têt çêkirin.dayîka min gava çêdikir silk jî diavête nav da.nekû di nav kutilkan , diavêt nav şorbeya wê,ava wê.digel silkan tama wê digehijte asta bilindtirîn.ax ax ev e 3 an 4 sale min nexwariye.ez bi xerîbiyê de bimîzim bila ..!



    2015.03.26-19:49 | vêca çiyeeee

    8. agahî: navê mijarê weke "kutilk", hate guhertin.



    li ber dilê bavê min xwarina herî xweş e. lê li gorî çêkerê wê, carina ji hev gelek cûda ye.

    em di nav avê de dikelînin lê hinek nav ronê de diqelînin.



    2015.03.26-21:46 | simurg56

    9. Hevalên tirk dema tên û dibejin em dixwazin kurdî fêrbibin û biaxivin, ez dibejim hay hay.. Ka bêje "ez kutilk dixwazim" dibejin êz kütülük duhayzim, û dibe tîqtîqa min *



    2015.03.26-21:55 [guhertin:2015.03.26 21:56]| kevçiyê dil

    10. (bnr: az kotolok doxwozom)



    2015.03.26-22:09 | ceso

    11. xweştirîn xwarina cîhanê ye..

    lê xwarineke bêbext e, çêkirina wê zehmet e

    belkî hatiye li serê her kesî, dema ku ji xeribiyê têm amedê, hemû jinên malbata min, min bo xwarinê vedixwînin mala xwe lê beriya ku biçim, dibêjin te çi divê? em çi dipêjînin ji bo te? tavilê dibêjim kutilk! dibêjin ma ne ewqas loo te tu jî gûyê wê derdixî!

    ma madem çênakî çima dipirsî devşorbe?



    2015.03.26-22:31 | ferhenga şikestî

    12. kutilk heyi û irok heyi ez tim û dayim wan şaş dikim.min ji dîya xwere go cudatîya vana çiye go: ''sindikê wan ne yekî '' lê belê ji minre ne gringe ez li xwarina xwe dinerîm *



    2015.03.27-01:02 | jiyanê qoserî

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.03.28-19:19 | ciwan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    şahînê bekirê soreklî [1]
    çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka ...
    ulysses [2]
    Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyara min heye. D...
    nifşa pokemon [1]
    xwezî bi wan rojan ❤
    ...
    selahattin demirtaş [1]
    berî çend rojan ji doza xwe ya sereke, bêguneh hat dîtin. di dozekî di...
    hafiz nazerî [1]
    kurê stranbêj û hunermendê navdar ê ji rojhilatê kurdistanê, (vbnr: şe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kutilk

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî