1. Navê xwarinekî ye. |
|
26.03.2015 00:16 ~00:18 |
brusk56
|
3. li cem me em dibêjin kuftik, gelo kes dizane kîjan rast e û kîjan çawa bûye ya din. |
|
26.03.2015 11:46 |
mergehez
|
4. kufte peyveke bêhtir farisî ye, kutilk bêhtir kurdî ye. Li botanê peyva kufte an kuftik nîn e, tenê kutilk heye. Lê herdu jî ji hev ne dûr in, li gor wîkîferhengê rayê herdu peyvan jî kutan ango kutandin e. |
|
26.03.2015 12:31 |
xendekî
|
5. peyva ku dihokî û zaxoyî zî fenanî botanîyan bi kar tînin. Lê haya serhediyên feqîr jê nîne. min îro ev xwarin xwar. tehma wê ne xerab e. lê wekî her tiştê li kurdistanê, ev yeka jî li gorî her dew û deverê guherbar e. her kes tişta li ba xwe berdest diêxe nîv kutilikê. lewma jî her herêm cihê çêdike. |
|
26.03.2015 15:58 |
serhednişîn
|
6. li hekkarî yê gelek têt çêkirin.dayîka min gava çêdikir silk jî diavête nav da.nekû di nav kutilkan , diavêt nav şorbeya wê,ava wê.digel silkan tama wê digehijte asta bilindtirîn.ax ax ev e 3 an 4 sale min nexwariye.ez bi xerîbiyê de bimîzim bila ..! |
|
26.03.2015 19:49 |
vêca çiyeeee
|
7. agahî: navê mijarê weke "kutilk", hate guhertin. |
|
26.03.2015 21:46 |
simurg56
|
8. Hevalên tirk dema tên û dibejin em dixwazin kurdî fêrbibin û biaxivin, ez dibejim hay hay.. Ka bêje "ez kutilk dixwazim" dibejin êz kütülük duhayzim, û dibe tîqtîqa min * |
|
26.03.2015 21:55 ~21:56 |
kevçiyê dil
|
9. (bnr: az kotolok doxwozom) |
|
26.03.2015 22:09 |
ceso
|
10. xweştirîn xwarina cîhanê ye.. |
|
26.03.2015 22:31 |
ferhenga şikestî
|
11. kutilk heyi û irok heyi ez tim û dayim wan şaş dikim.min ji dîya xwere go cudatîya vana çiye go: ''sindikê wan ne yekî '' lê belê ji minre ne gringe ez li xwarina xwe dinerîm * |
|
27.03.2015 01:02 |
jiyanê qoserî
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |