1. malpekere kirrîn û firotinê ye. xweyî wê doguş holdîng û şirîkê wê ya fîrmaya ji koreya başûr sk group e. ferqa wê ya ji hepsiburada.com ê meriv dikare wekî gittigidiyor.com ê dikana xwe veke. |
|
18.04.2015 22:57 ~22:58 |
mîr
|
2. Malpera ku ev e du caran min ji wan ji bo kombersa xwe mişkek xwestiye lê hêjî negihandine destê min e. Ji beriya naha 10 rojan min yek xwestibû. Piştî xwestina min 3 rojan wan bi xwe sîparîş betal kir. Qey berhem di destê fîrmayan de nebû. Ez rabûm min ji fîrmayeka din a di malpera wan de dîsa mişkek xwest. Min roja şemiyê (19.03.2016) xwestibû. Di hurgiliyên sîparîşê de dinivîsî ku herî dereng vê çarşemê (23.03.2016) wê sîparîşa min bidin kargoyê. Lê ev e îro roja pênçşemê ye (24.03.2016) hêjî tu deng ji wan ne derketiye. Ew fîrmaya ku min bi rêya n11ê ji wan ew mişk sîparîş kiribû re min peyam şand lê hê bersiv jî nedane peyama min. |
|
24.03.2016 21:29 ~21:36 |
nan û av
|
3. mîna malperên din yên mezin yên danûstandinê, ev jî tenê navbeynkariyê dikin. hinek firoşkar, tiştên xwe li vir pêşkêş dikin û n11 komîsyona xwe distîne. |
|
25.03.2016 19:34 |
simurg56
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |