Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
unîteya çavdêriya domdar - tirşik
unîteya çavdêriya domdar
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşniyara berxweda ye ji bo intensive care unit. bi tirkî yoğun bakım ünitesi.

bi ya min pêşniyarek baş e. ji ber ku min heta niha alternatîfek baştir nedîtiye.



li gorî wîkîpedyayê (ku wan jî ji ferhenga îngîlîzî ya salah sadallah standine); sexbiriya tîndar e. lê min ji vê wergerê qet hez nekir.



berê min beşa krîtîk pêşniyar kiribû lê ev jî zêde sade ye û wateya wê ne tam e.

endazerodeya xweşlênêrînê pêşniyar kiribû û ji bo nexweşxaneyek taybet, wergera xwe wisa çêkiribû. wergerek sempatîk e, ji aliyê gel ve jî zûtir dikare were fêhmkirin lê malmîratê gotina wê zehmet e.



welhasil heta niha bi ya min pêşniyara herî baş e.



24.04.2015 20:34 | simurg56

2. ji min jî pêşniyareke baş e ji bo vê beşê.berî niha min jî hana xwe gihandibu tirşikê ji bo wergera wê lê pêşniyareke evqas baş derneketibu. bi ya min ev dikare bê bikar anîn destê berxweda sax be.

(bnr: icu)



25.04.2015 13:50 ~13:53 | azadixwaz

3. şûna uniteyê em bêjin ode çêtir û xweştir e.. unîte di kurdÎ de nîne û gotina wê jî ji ber ''ünite''ya tirkÎ zehmet û tevlihev e.. ez bi xwe jî dema dixwînim dibêjim ''û'' nabêjim ''u'' an ''û''..

çavdêrî ji bo ''bakım'' û ''care''ê ne xirab e, di kurmanciya bakur de mixabin ji bo bakım û careê gotineke yekser nîne, ji xwe ji ber vê tunebÛnê li derinan dibêjin baxim bi kurmanciya behdînî dibêjin sexbêrî û di termînolojiya bijîşkî û tenduristiyê de jî bikar tînin, li ser googleê dema tu sexbêrî dinivîsî têra dinyayekî done derdikevin pêşiya te ..

ji bo ''yoğun'' û ''intensive''ê jî peyva ''domdar'' kêfa min jê re nehat lê wergêreke baştir jî nayê bîra min..



25.04.2015 14:22 | endazer

4. wergera ku hin peyvên wê bi kurdî tuneye. wergera "unit"ê ne bi kurdî heye û ne bi tirkî. tirkan ji xwer kirine ode lê di rastiyê de ev beşa bijîşkiyê ji odeyekê pêk nayê.

Here lînkê

bêperetî an jî çikûsî kiriye ku nexweşan têxin odeyekê. wekî din heke li başûr navekî wê yê fermî hebe bi kar anîna peyva wan wê çêtir be.

her çiqwas ev wergera bo fermî be jî "unîteya çavdêriyê" xweş bi lêv dibe.



25.04.2015 18:22 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» unîteya çavdêriya domdar

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî