1. dua ew hêvî û rica û xwezî û xwestekên mirovan yên ku ji Xwudê ji bo xwe an ji bo keseke din tên kirin û xwestin in.. di kurdî de gelek duayên xweş hene.. |
|
31.07.2013 15:14 |
endazer
|
2. 1-mala wan ava be. |
|
31.07.2013 16:05 |
serpale
|
3. (bnr: ji lawikan re): mala te ava, xwede te bike zava. |
|
31.07.2013 16:46 |
seydayê_peyvan
|
4. her çikas tu di beşa wek mamostetî û herwekîdinde bixwînî jî tu dikarî vê duayê gelek caran ji meznan bibihîzî: tu bibe hakim û sewcî lav. |
|
28.08.2013 19:37 |
firat
|
5. xwedê te salih binivîse law. |
|
29.08.2013 12:34 |
înano lo
|
7. Xwedê karê te li hev bîne |
|
29.08.2013 20:28 |
mitra
|
8. Mala te ava, kurê te zava... |
|
30.08.2013 04:28 |
mamostemem
|
9. xwedê tirr én te bike fiss da ku deng nede,fiss én te bike tirr da ku bîn nede... |
|
30.08.2013 12:36 |
doktorodi
|
10. (bnr: xwudê ji te razî be) |
|
20.09.2013 16:21 |
endazer
|
11. (bnr: xwudê birayê te bihêle) |
|
28.09.2013 04:57 |
endazer
|
12. Mixabin nifşên nû zedetir nifiran dikin û peyvên nebaş dibêjin. Lê mezinên me her tim diayan dikin hevalên me û ji wan bihîstîn wek hingiv şekir e ji bo min... |
|
29.09.2013 13:16 |
nuçevan
|
13. xwedê jê standiyê |
|
29.09.2013 19:22 |
newenda
|
14. xwedê miradê te bike. Tu bardaxekê av jî bidî jineke kurd wê vê duayê li te bike |
|
29.09.2013 19:27 |
ceso
|
15. (bnr: xwedê jê stendiye) heger ev dia be xwedê me ji nifiran bistirîne * ev jî diayeke dî bû. |
|
28.12.2013 23:06 |
dijber
|
17. Xwedê,avekî li vî agirî bike. |
|
29.12.2013 16:48 |
gulan
|
18. xwedê bela xwe bide eskerê romê.! |
|
29.12.2013 23:40 |
xendekî
|
19. Xwedê, kesî neke tora bêbavan. |
|
28.02.2014 11:34 |
gulan
|
20. emanet qencî, |
|
28.02.2014 16:48 |
gulgenim
|
22. Xwedê kure bide te |
|
28.02.2014 23:03 |
deqlok
|
23. hin dua jî hene em nikarin bêjin xêr tê de heye. |
|
01.03.2014 03:18 |
rêzan
|
24. xwudê te heeevqa bikeeee.. |
|
08.01.2015 03:43 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
25. (bnr: xwedê bela xwe nedê te) * |
|
08.01.2015 10:51 |
xendekî
|
27. Ya rabbî tu avekê li vî agirî ke. |
|
05.02.2015 02:53 |
seydayê_peyvan
|
28. kesayetiya herî îdeal xwedê ye, lê dîsa jî lê rexne û jê gazin têne kirin. |
|
19.03.2015 19:43 |
remlavêj
|
29. destê şahê bedo li ser pişta te be |
|
19.03.2015 23:18 |
tivirloismail
|
30. Dapîra min her tim bi min re digot; |
|
03.02.2017 20:41 |
elaziz izzetpasa camii
|
32. Tu nekî û bixwî |
|
08.01.2021 09:09 ~09:11 |
cinorek
|
33. xwedê te biparêze, xezretxanî (bnr: ehmedê xanî) rêhevalê te be |
|
08.01.2021 18:23 |
doesntmatter
|
34. 1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa düşürmesin. |
|
13 roj berê 06:08 |
cinorek
|
35. Dapîra min ji bo kurramê min gotibû |
|
13 roj berê 09:30 |
horhorik
|
36. xwedê hevza me jê bike |
|
13 roj berê 10:17 |
çaya germ
|
37. Çavên xwedê li te be, |
|
13 roj berê 17:57 ~2024.04.20 14:36 |
bayê xerbî
|
38. Xwedê te hidayet bike |
|
12 roj berê 14:29 |
keloş
|
39. Xwedê di ber te re be |
|
11 roj berê 20:54 |
çaya germ
|
40. Rehmet li day-babê te, |
|
11 roj berê 23:33 |
bayê xerbî
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |
|
se7en [2] |
|
hîperemezîs gravîdarûm [1] |
|
wele govend ranabe [1] |
|
sendroma swyerî [1] |