Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 27 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; zayenda peyva tişt
peyamên çepikkirî

75649. ji peyvên hevzayend (!) re dibêjin: notr.

lê li gor min ev peyveke nêr e. wek mînak: "de wê tiştê bîne."



07.06.2013 18:27 | brusk56

75663. di wîkîferhengê de jî dibêje nêr:

tişt: Kurdî: navdêr, nêr

Wate: şit, eşya; heyber, çi ya / yê heye yan hebe; maliyet, saman, sermiyan; hûrûmûr, pertal

Jê: tiştanok, tiştik

Ji: hevreha hin devokên kurmancî çiş, soranî şit, bi kurdiya başûri [[[çişt]], bi zazakî çî, farisî çîz, pehlewî tis / çih / çiş ji îranî. Bo zêdebûna T li dawiya peyvê, binêrin: hest

Here lînkê



ferhenga zana farqînî jî dibêje: nêr e.



07.06.2013 18:27 | brusk56

75726. Li cem me, bêguman nêr e. Jixwe gava em ji google dipirsin jî nêr dertê:



tiştekî :Here lînkê 379.000 encam

tişteke:Here lînkê 13.700

tişteka: Here lînkê 3.320 encam



jixwe encamên "tişteke" û "tişteka" yên mê, lê ya "tiştekî" yên nêr in. û di encama "google fight"ê de jî nêr bi ser ket: Here lînkê

de hayde biajon *



05.06.2013 14:07 | simurg56